
- Hozan Aydın piştî demeke dirêj bi çar albûmên nû derket pêşberî muzîkhezên Kurdî. Wî van çar albûmên xwe di bin sîwana “Stran Jiyan e’ de kom kiriye û dide zanîn ku ev keda salan a hunermend e. Bifikirin, tenê aranjekirina van stranan 2,5 girtiye!
FIRAZ BARAN
Duh ji bo Hozan Aydin rojekê dîrokî bû. Çima? Ji lewma di bin sîwana “Staran Jiyan e” de, li ser platformên dijîtal çar albûmên nû yên Hozan Aydin bi hev re derketin. Di her albûmê de heft stran hene. Ango em bi giştî behsa 28 stranên nû dikin. Hozan Aydin axivî û got: "Min ji kulîna hestên xwe çendîn tam berhev kirin û di pêjgeha dilê xwe de pijandin û sifreyek giyanî amade kir û li ber we radixim! Ez bawerim wê her kesek li gorî dilê xwe, para xwe jê hilwergire." Tenê aranjekirina albûmên 2.5 sal girtiye. Aranjorê her çar albûman û xwediyê kedeka mezin Mizgîn Ayaz e.
Navê albûma yekemîn "Kakilê Gûzan" e. Stranên albûmê ev in: Rindik, Kakilê Gûzan, Zekayî, Tu Çi Dikî, Bû Xeyal Çû, Îro Cejne ve Stran Jiyane. Hunermend van berheman di navbera salên 2020 û 2024an de afirandiye.
Navê albûma duyemîn "Yarê Bizane" ye. Stranên albûmê ev in: Jibîr Neke, Yarê Bizanî, Wan, Ey Bêbextî, Min Yarekî Heye, Kaniya Jêr ve Mîr Perwer. Hunermend van berheman di navbera salên 2012 û 2024an de afirandiye.
Navê albûma sêyemîn "Keçê Kurdan" e. Stranên albûmê ev in: Sibê Zû bû, Periya Dil, Keçê Kurdan, Bes Bêhna Te be, Rezoyê Kalo, Qerqaşe ve Miroviya Wa. Hunermend van berheman di navbera salên 2014 û 2024an de afirandiye.
Navê albûma çaremîn "Pere û Serwerî" ye. Stranên albûmê ev in: Berxên Me, Dêrî Zere, Min Zanîbû, Çivok, Bikene, Pere ve Serwerî, û Tekman. Hunermend van berheman di navbera salên 2015 û 2024an de afirandiye.
Çima 7 albûm
Çima Hozan Aydin di her albûmê de tenê heft stranan dibêje? Hunermend wiha bersiv da: "Du sedem hene. Yek bi baweriyê ve û ya din jî bi muzîkê ve girêdayî ye. Ez mirovekî bawermend im. Xwedê heft taybetmendî diyarî mirovahiyê kiriye. Ev çi ne? Jiyan, aqil, dîtin, bihîstin, îrade, axaftin û hêz. Huner bi van taybetmendiyan tê afirandin. Hûn dibînin, hûn dibihîzin, hûn hîs dikin û hûn berhemekê diafirînin. Muzîk jî li ser bingeha heft dengan e. Ji ber vê yekê min xwest ku di her albûmê de heft stran hebin."
Çima navê ‘stran jiyan e’
Hozan Aydin berê çar albûm derxistibûn, albûmên wî yên sêyemîn û çaremîn jî di bin sîwana "Stran Jiyane" derketîbûn. Me ji hunermend sedema vê yekê û girîngiya vê gotinê pirsî. Wî wiha bersiv da: "Bûyerên ku bandorê li min dikin dibin mijar û çîroka stranên min. Min tu carî stranên xwe li ser maseyê nenivîsandiye. Bûyerek diqewime û ew bûyer bandor li min dike û dû re ji dil tê û ez dinivîsim. Bûyerek hest, giyan, hebûn û dilê te bandor dike û dibe mijara stranekê. Lewma ez dibêjim stranên ku ez dibêjim jiyana min in. Ew jiyana civaka min e."
Li mala Hozan Aydin, li ser dîwêr tabloyek mezin heye û li ser wê "Stran Jiyane" hatiye nivîsandin. Hunermend li ser tabloyê jî got: "Hevalê me Yilmaz Yildirim, ku ji Amedê ye- çêkir û diyariyê min kir. Ez silavên xwe ji wî re dişînim û çavên wî maç dikim. Wî bi keviran çêkiriye. Bawer bikin, dibe ku 50 kîlo be. Pir giran e."
Aranjorê albûman Mizgîn Ayaz e
Hozan Aydin demoyên çar albûman li studyoya xwe ya HA-SJS li Berlînê amade kiriye. Aranjmanên her çar albûman jî li Stenbolê Mizgîn Ayaz afirandiye. Hozan Aydin dibêje: "Mizgîn Ayaz ji bo bazara sereke nexebite. Ew qîmetê dide konsepta hunermend. Me du sal û nîv bi hev re rêwîtiyek kir. Wî gelek hewl da di albûman de. Ew bû Tonmaister (endezyariya deng), Mix-Mastering û aranjorê albûman. Mizgîn muzîkjenek hêja ye. Amûrên cûrbecûr jî lêda. Divê ez vê jî bêjim, wî lêçûnên hin berheman jî girt ser xwe. Ez ji bo hewildanên wî yên mezin spasiya wî dikim."
Agahiyên li ser albûman jî xuyaye... Mizgîn Ayaz van amûran lêdaye: Tenbûr, Lavta, Ud, Sazbuş, Cumbuş, Melodika, Bas Gitar, Klavye û Ebow.
Ji bilî Mizgîn Ayaz, muzîkjenên albûman ev in:
Klasîk: İlkan Pala
Pîano: Şervan Ayaz
Elektro Gîtar: Şervan Ayaz
Mey: Zübeyt Çelebi, Muslih Uçar, Ahmet Yasa
Zirne: Zübeyt Çelebi, Muslih Uçar
Bilûr: Serkan Yıldırım, Muslih Uçar
Keman: Şervan Ayaz
Pîano: Şervan Ayaz
Gîtara Bêperde: Şervan Ayaz
Di muzîka Kurdî de berhemên mayînde
Me berê jî nivîsandibû, Mizgîn Ayaz tenê albûman aranje nekiriye. Wî hema bêje 2.5 sal ji bo her aliyekî çar albûman xerc kiriye. Ayaz dibêje: "Ew ne projeyek bazirganî bû. Me hunera xwe ji bo qezenca darayî neafirand. Em li dû populîzmê neçûn. Me bi tevahî muzîka Kurdî ya kevneşopî çêkir. Hozan Aydin negot, 'Bila min guhdarî bikin', an 'Bila dahat were.' Hemû berhemên Aydin besteyên wî bi xwe ne û ew bestekarekî orîjînal e. Ew ji ber fikarek muzîkê muzîkê çêdike. Wekî din, her kes dizane... Ew di nav muzîka kurdî de xwedî dengekî xurt û taybet e. Lê Aydin neket vê xefikê: Piştî sala 2000an, medyaya dîjîtal û kapîtalîzmê çavkaniyek dahatê ya balkêş afirand. Vê qadê şekil da muzîkê. Lê Aydin negot: 'Dengek min a bihêz û xweşik heye. Ez muzîkên bi rojane çêbikim.' Ew hunermend e û eslê xwe diparêze û dizane ku ew ji ku tê. Ew dixwaze di muzîka Kurdî de berhemên mayînde biafirîne. Min ev yek pir watedar dît. Lewma em pir baş xebitîn. Me bi têgehên ku dê 20-30 sal şûnda werin fêmkirin amade kir."
‘Di her albûmekê de konseptek hevpar heye’
Ayaz, diyar kir ku ji sedî 80ê berhemên Hozan Aydin bi maqama uşaqê hatiye afirandin. Gelo çima Mizgîn Ayaz di van çar albûman de wekî muzîkjen, Tonmaister, Mix-Mastering û û aranjor beşdar bûye? Ayaz got: "Bi gelemperî, aranjor çi dikin? Gazî muzîkjenan dikin. Muzîkjen stranê lêdixin. Dû re wan dişîne mitbaxê cuda. Ew çi dikin? Ew karê Tonmaister û Mix-Masteringê dikin. Dûv re aranjor wê dibe şîrketê û ew albûmê derdixin. Ez bi vî rengî nexebitîm. Min xwest karê ku xeyal dikim bi dest bixim. Dibe ku demekê dirêj girtiye. Du sal û nîv ne hindike. Lê di her albûmekê de konseptek hevpar me dest xistiye. Me hunera ku em dixwazin afirandiye. Heya hûrguliyên biçûk... Ji ber ku besteyên Aydin ne yekreng in. Hem aranjor û hem muzîkjen dikevin tengasiyê. Bo nimûne... Muzîkjen nikarin yekser lêbixin. Me ev di dema qeyd kirinê jî dît. Pêwîste provayên xwe bikin. Ji ber ku Aydin xwe sînordar nake. Tenê ez an muzîkjen dikarin van hûrguliyan di besteyên wî de bibînin."
‘Hozan Aydin hunermendekî afirîner e’
Her wiha me ji hostayê muzîka kurdî Aranjor Mazlum Rewşen şîroveyek xwest. Rewşen, ku hem Hozan Aydın û hem jî Mizgîn Ayaz baş nas dike, got: "Hozan Aydın hunermendekî afirîner e. Ew pir baş li baxlamayê lêdixe. Di muzîka Kurdî de dengê wî li cihekî taybet e. Yek jî her kes nizane, Hozan Aydin dikare stranên xwe bi xwe tomar bike. Ango teknîkê qeydkirinê nas dike. Ger mijarên teknîkî nizanibe bi pisporekî re dipirse. Lewma ew her tim stranên nû diafrîne. Dema ku min amadekariya çar albûman bihîst ez şaş nebûm. Ji ber ku Hozan Aydin stranan dinivîse, besteyan çêdike, baş li baxlamayê lê dixe û bi xwe tomar dike û ked dayînê hez dike."
Hevkariyeke xurt ji bo muzîka Kurdî Mazlum Rewşen ji bo Mizgîn Ayaz jî axivî û got: "Mizgîn Ayaz ji malbateke muzîkjen tê. Hem ew û hem jî xwişk û birayên wî di muzîka Kurdî de xwedî jêhatîyên takekesî ne. Her yek ji wan bi awayekî profesyonel amûrên muzîkê lêdixin. Her yek ji wan di asteke wisa de ye ku dikare di warê xwe de ekolekê biafirîne. Mînakî, Şervan kemanjenekî pir jêhatî û aranjorerek baş e. Ciwan di lêdana baxlameyê de pir baş e û di heman demê de aranjorerek e. Bêrîvan solîsteke baş e û tenbûrê lê dixe. Mizgîn di heman demê de hem aranjor e û hem jî multîmuzîkjen e. Kurt û kurtasî, başe ku Hozan Aydin û Mizgîn Ayaz ji bo muzîka kurdî bûne hevkarê hevûdu û ev berhem pêşkêşî me kirine."
Her kes dikare li ser malperên Hozan Aydin (Youtube û Spotify) albûman guhdarî bikin. QR CODE a albûman jî di nav wêneyên jêr de hene.
***
Çîroka ‘Kaniya Jêr’
Hemû stranên Hozan Aydin xwediyê çîrokekê ne. Em ê bo nimûne qala strana "Kaniya Jêr" bikin. Hunermend ji Tekmanê ye û ev bûye 35 sal nekare biçe gundê xwe. Hunermend pir bêriya gundê xwe kiriye û strana "Kaniya Jêr" li ser bêrîkirinê derketiye. Ev stran di nav albûma "Yarê Bizane" re cih digire. Pêşî em gotinên stranê û piştre çîroka wê parve bikin:
Kaniya Jêr
Gotin û Muzîk: Hozan Aydin
Berlin, Haziran 2015
Lê hokehokê şivana
Qada xemlê bêrîvana
Seyran û geşta ciwana
Kaniya jêr kaniya jêr
Dîsdor
Kaniya jêr kaniya jêr
Ezê rojek werim bi xêr
Dîsa ji wê ava te yî zelal
Bi gulman vexwime têr
Tasek ji wê ava te yî zelal
Vexwim ez vexwime têr
Havînan ava wê sare
Zivistan germe bixare
Kê jê vexwar kê nexware
Kaniya jêr kaniya jêr
Ji bin erdê sar dikele
Bihar tê dor pûş û pele
Nav şênkayî vedizele
Kaniya jêr kaniya jêr
Hozan Aydin li ser çîroka stranê got: "Li navçeya Tekmanê ya Erziromê çar gundên me hene. Em hemû ji heman malbatê ne. Cihê ez lê dayik bûme yek ji wan çar gundan Xindeqan e. Kaniya Jêr kaniya gundê me ye. Ji bo min cihekî taybet digire. Ji ber ku zarokatî û xortaniya min li kêleka wê kaniyê derbas bûye. Ew ji bin erdê dikele. Havînê ava xwe pir sar e. Hûn nekarin sê saniyan destê xwe tê de bigirin. Mînakî, heke hûn zebeşek têxin nav wê, ew we dibire. Serhed bi zivistanên xwe navdar e. Hemû av cemadê digirin. Gelek berf dibare. Lê ava Kaniya Jêr cemadê negire. Ji ber vê yekê heywanên gund zivistanê li wir ava xwe vedixwin. Zivistanê jî ava xwe germ e. 35 sal derbas bûne min Kaniya Jêr nedîtiye. Mirov bêriya wê dike. Ji ber vê yekê ez di stranê de dibêjim:
Ezê rojek werim bi xêr
Dîsa ji wê ava te yî zelal
Bi gulman vexwime têr."














