
- Mîhrîcana Zarokan a 11`emîn ji 1`ê Îlonê ve li bajarokê Rimêlan ê bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê, bi dirûşma “Zarok bîra siberoj û hunera jiyanê ne” bi beşdariya komên hunerî û yên şanoyê didome.
Beşdariya zarokan di koman de, rêyeke dîtina behre û pêşxistina behreyan e. Yek ji mînakên heyî jî her du xwişkên bi navê Bîlar û Cûrî ne. Bîlar û Cûrî tev li Koma Orkestraya Rojava bûne ku sala 2016`an bi armanca perwerdekirina zarok û ciwanan a li ser muzîk û stranan û vejandina stranên folklorîk hatiye damezirandin.
Bîlar Îsa (9) ji Qamişloyê ye, beriya salekê tev li orkestrayê bûye, bi tevlêbûna komê re tecrubeya wê ya fêrbûna stran û muzîkê dest pê kiriye.
Bîlar dibêje ew bi armanca fêrbûna stranên bi zimanê xwe yê dayikê beşdarî komê bûye, ew zimanê xwe wek nasname ji bo xwe dibîne û ew dixwaze fêrî zimanê xwe yê kurdî bibe. Bîlar dixwaze di pêşerojê de bibe hunermend û stranên bi zimanê kurdî bibêje.
Xwişka wê Cûrî Îsa (16) jî ev 4 sal e cihê xwe di komê de digire. Cûriyê diyar kir ku hezkirina wê ya ji stranbêjiyê re hiştiye ku tev li komê bibe.
Tecrubeyên her du xwişkan ji hev cuda ne. Her du li gel hezkirina ji muzîkê û ziman kurdî digihêjin hev, beşdariya wan a mîhrîcanê hebûna jinan di qada hunerê de dide diyarkirin. Ev yek girîngiyê dide dayîna derfetê ji bo fêrbûna zarokan di qada hunerê de.
ANHA







