Aram Tîgran di salvegera mirina xwe ya 14'an de li ser gora xwe ya li paytexta Belçîka Brukselê hat bibîranîn.
Hunermendên TEV-ÇAND'ê û hezkiriyên Tîgran tev li merasîma bîranînê bûn.
Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de ewilî Hozan Şemdîn axivî û behsa kesayeta Aram Tîgran kir. Hozan Şemdîn diyar kir ku Aram Tîgran bi stran û jiyana xwe pira navbera Ermen û Kurdan ava kir; yek ji mînakên herî berbiçav ê vê hevgirtinê ye. Şemdîn anî ziman ku wesiyeta Aram Tîgran ew bû ku li Amedê bê veşartin û got: “Lê dijminê hov nehişt. Em ê bi rizgarkirina axa xwe, rojek were û gora wî bibin ser axa ku wî daxwaz dikir li ser bimîne.”
Hunermend Hekîm Sefkan jî qala xizmeta wî ya ji bo hunera Kurdî kir û got: “Em bi bîr anîna wî, xwedî li gotina Rêber Apo ku dibêje: ‘Dema min li strana ‘hey lo delal’ guhdarî kir, min got divê ev deng her tim zindî bimîne’ derdikevin.”
Piştî axaftinan hunermend û beşdaran qurnefîl danîn li ser gora Aram Tîgran û stranên wî gotin.
BRUKSEL