Dostekî Kurdan; hevrê Teofîle

Nûçeyên Dosye

În 14 Hezîran 2024 - 00:40

  • Theophilos Georgiadis kedeke mezin daye doza Kurdistanê. Ew bûye sembola dostaniya Kurd û Yewnanan. Ew 20’ê Adara 1994’an şehîd dikeve. Aram Dîkran li ser wî stranek dinivîse û navê kaseta xwe dike ”Teofîle“. Gelo Theophilos Georgiadis kî bû û kîjan xizmet kirin ji bo şoreşa Kurdistanê?

FIRAZ BARAN

Theophilos Georgiadis 9’ê Cotmeha 1957’an li gundê Evrychos ê Qibrisê hatiye dinê. Piştî êrîşa dewleta Tirk a sala 1974’an, malbata wî neçar dimîne ku mala xwe berdê û li Trachonasê bi cih dibin. Theophilos sala 1975’an Lîseya Qibrisê qedandiye. Piştî lîseyê, diçe leşkeriye û di Fîloya 32. de du sal xizmeta arteşa Qibrisê dike. Sala 1977’an diçe Atînayê û li Zanîngeha Panteionê dest bi xwendina Zanistên Siyasî dike. Li zanîngehê hînî tirkî dibe. Dema ku vegeriya Qibrisê, li ser daxwaza bavê xwe sê salan wek polîs kar dike. Sala 1986’an di Beşa Karûbarên Tirkan a Daîreya Çapemenî û Ragihandinê ya Komara Qibrisê de wek memûr dest bi kar kiriye.

Di sala 1987’an de Kurdan û têkoşîna wan nas dike. Piştre gelek hewldanên mezin dide. Di nav raya giştî ya Yewnan û Qibrisê de dibe parêzvanê doza Kurdistanê. Di sala 1988’an de Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re ava dike. Di heman demê de dibe berpirsiyariya kovara bi zimanê Yewnanî “Dengê Kurdistanê”. Kovara ku mehane derdikeve tesîra wê her ku diçe mezin dibe. Roj tê û li Yewnanîstan û Qibrisê hezar nusxe tê firotin. Theophilos di kovarê de li ser dostaniya Kurd û Yewnanan gotaran dinivîse û dagirkeriya Tirk a li Qibrisê û binpêkirinên mafên mirovan li Kurdistanê rave dike.

Bûbû pireke dostaniyê

Theofilos Georgiadis ji bo mafên Kurdan, Qibrisiyan û Yewnanan tekoşînê pêş dixe. Dewleta Tirk axa Qibris û Kurdistanê dagir kir û li ser her du gelan êrîşa qirkirinê da meşandin. Theofîlos şoreşgerekî dînamîk bû. Wî bi xebatên xwe ev polîtîkayê deşîfre kiriye. Li ser van mijaran li Qibris û Yewnanîstanê bi sedan hevpeyvîn û nûçe weşandine û gelek konferans amade kirine. Ji Qibrisiyan re gotiye: “Hûn li dijî dagirkeriya Tirk şer nakin. Baş e. Wê çaxê alîkariya Kurdan bikin. Azadiya wan rê li azadiya axa me jî veke.” Theofilos Georgiadis, ji bo ku gelê Qibrisê alîkarî bide Kurdan û di nav her du gelan de dostaniyek dîrokî ava bibe xebatên şoreşgerî meşandiye û di nav her du gelan de bûye pirekê dostaniyê.

Qatilên dewleta Tirk ew kuştin

Ew di heman demê de xebatên dîplomasiyê jî dike. Ji bo doza Kurdistanê li Parlamentoyên Yewnanîstan û Qibrisê, di nav sendîka û şaredariyan û di çapemeniyê de kesên nû rêxistin dike. Di encama hewldanên wî de di navbera her du gelan de dostaniyên pir girîng derdikevin holê. Theofilos Georgiadis gelek caran diçe serdana Rêber Abdullah Ocalan jî. Her wiha beşdarî festîvalên Kurdan yên ku li welatên Ewrûpaya Navîn tên lidarxistin dibe. Herî dawî di 12-13 Adar 1994’an de li Brukselê beşdarî Konferansa Kurd jî dibe. Piştî konferansê, di 20 Adar 1994’an de vedigere Qibrisê. Li Larnakayê ji balafirê dadikeve û diçe mala xwe ya li Nîkosyayê. Otomobîla xwe park dike û ber bi deriyê mala xwe ve diçe. Wê demê qatilên dewleta Tirk li ber deriyê mala wî gule li wî direşînin û wî qetil dikin!

Ocalan; em ê tim wî bibîrbînin

Georgiadis, 37 salî bû. Zewicî bû û bavê sê zarokên bû. Şehadeta wî di nav gelên Kurdistan, Qibris û Yewnanîstanê de dibe sedema hêrseke mezin. Mîna kuştina Hrant Dînk, qetilkirina wî jî ji aliyê gelê Kurd û Yewnan ve bi êşeke mezin tê peşwazî kirin. Ocalan, peyama sersaxiyê weşandiye û wiha nirxandiye: “Rêheval Theophilos şoreşgerekî ku dilê wî tijî hezkirina mirovahiyê bû. Ji xaka xwe hez dikir. Li dijî kolonyalîzm û dagirkeriyê têrî xwe bihêrs bû. Barbariya dewleta Tirk a li ser gelê me weke ku li gelê xwe tê kirin didît. Li hemberî vê yekê bi awayekî aktîf helwest nîşan da. Bi keda xwe yên giranbuha di dilê gelê me de rêz û sempatiyeke mezin girt. Theophilos rêhevalê me yê herî hêja ye. Şehîdê me ye û di nav Kurd û Yewnanan de pira gelan e. Di dîroka me de cihekî girîng girt. Em ê di hemû dîroka xwe de wî bi bîr bînin. Ji bo bîranîna wî çi hewceye emê bikin. Ez sersaxiyê ji malbata hêja ya şehîdê me û gelê Qibrisê re dixwazim û diyar dikim ku emê heta dawiyê li dijî dewleta Tirk têbikoşin.”

‘Dengê Kurdistan’ gihaşt 80 hezar hejmarî

Hevalên Theofilos Georgiadis xwedî li xebatên wî derketin. Kovara Dengê Kurdistanê berdewam kir û dawiya sala 1996’an sedemîn hêjmara xwe hat weşandin û tîraja kovarê jî bû 80 hezar. Gelê Qibrisê jî wî ji bîr nekir. Navê wî dane meydanan. Li ser navê wî her sal li dêran ayîn li dar dixin. Ji bo wî senfoniyek jî hate nivîsandin û navî wî li zarokan kirin. Theophilos li Goristana Şehîdên Qibrisê hate definkirin û abîdeyek taybet jê re hate çêkirin. Li Qibrisê dema ku behsa welatparêzî, azadî û lehengiyê tê kirin bû navekî mînak.

Berga kaseta Aram Dîkran – Arşîv: Firaz Baran

 

Çima tu çû Theofilê?

Vê biharê ji bo me

Li Qibris û Kurdistanê

Şaxê dara êdî nema kulîlk didin

Ji ber ku tu çû Theofîlê

Şoreşa me pir xurt e

Ev salên niha gelekî zor in

Çima tu çû Theofilê

Te rê girt û bilind çû

Tu bilind çû ber bi çiyan ve

Ji jora çiyayê Pentadaxtîlo

Heta ber bi çiyayê Kurdistanê

Tu weke Yewnaniyekî hêzdar î

Û weke Kurdekî çeleng î

Çima tu çû Theofilê

Şoreşa me pir xurt e

Ev salên niha gelekî zor in

Bihare li ser çiyayên Kurdistane

Çiqas behna xweş jê tê

Ma bihara bê azadî

Ji kîjan kurdî xweş tê

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.