Pira di navbera Kurd û Ermenan de

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 00:13

Bi ser koça dawî ya hunermendê nemir Aram Tîgran ku di tevahî jiyana xwe de 14 qaset derxistine, 15 sal derbas bûn. Aram Tîgran di nava gelê Kurd û Ermen de weke “kevoka aştiyê” tê pênasekirin û bi zimanê her du neteweyan jî strî ye. Malbata Tîgran, di Qirkirina Ermenan ya sala 1915’yan de ji hêla malbateke Kurd ve hatiye xelaskirin. Malbata Tîgran, li gundê Bandê yê girêdayî navçeya Sason a Êlihê bi cih bû û demekê jiyana xwe li wir berdewam kir. Ji demekê şûn ve koçî bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. 

Aram Tîgran, di sala 1934’an de li Qamişloyê ji dayik bû. Aram, di 9 saliya xwe de dest bi lêdana ûdê kir û bi hunera xwe gav bi gev pêş ket. Aram ê ku dilê gelê Kurd û Ermen de cihekî taybet girt, di sala 1966’an de koçî paytexta Ermenistanê Erîvanê kir û 18 salan di Radyoya Erîvanê de xebitî. Piştî demekê Tîgran ku bi cimbûşê tê naskirin, di bernameyekê de ev hevoka navdar gotibû “Heke careke din bêm dinyayê, çiqas tank, tifek û çek hebin ez ê hemûyan bihelînim û bikim tembûr, cimbûş û zirne.” 

Tîgran, piştî xebatên xwe yên di Radyoya Erîvanê de, di sala 1995’an de koçî paytexta Yewnanistanê Atînayê kir û li wir bi cih bû. Aram di jiyana xwe ya 75 salan de 230 stranên Kurdî, 150 Erebî, 10 Suryankî û 8 jî Yewnanî stran gotin. 

Qeyûm Aram Tîgran girt

Aram Tîgran ji bo tevlî Newroza 2009'an a Amedê bibe hate Amedê. Li Amedê rewşa wî aloz bû û anjiyo bû. Di 6'ê Tebaxa 2009'an de dema Tîgran li nexweşxaneyeke Yewnanistanê tedawî didît, mejiyê wî mir û di 8'ê Tebaxê de jî jiyana xwe ji dest da. Wesiyeta Tîgran ew bû ku li Amedê were definkirin. Lê ev daxwaza wî bi hinceta "Hemwelatiyê Tirkiyeyê nîne" nehat qebûlkirin. Ji ber vê yekê cenazeyê Tîgran li Brukselê hate definkirin. Axa ji Amedê hatibû birin li ser gora Tîgran hate reşandin.  

Bi ser wefata hunermendê nemir re 15 sal derbas bûn. Ji bo bîranîna hunermendê gewre, li Kurdistan navê wî li gelek kolan, cade, navendên çandê û hwd. hatiye kirin. Yek ji wan jî Konservatuara Aram Tîgran bû. Konservatuar, di sala 2016’an de bi destê qeyûm hate girtin. Li dijî vê êrişê, îcar Ma Music Center hate vekirin. Ji mamosteyên Ma Music Centerê Neşet Guçmen, di salvegera 15’an a Aram Tîgran de wî bibîranî.

Keda wî pîroz e

Neşet Guçmen, hunermend Aram Tîgran weke “kesayetekî humanîst” pênase dike û dibêje: “Stranê wî jî stranên gel bûn. Peyv û awazên wî xîtabî gelên Rojhilata Navîn dikir. Di kelam û awazên xwe de pirsgirêk, şîn û şahiyê gelê kurd û yên gelên Rojhilata Navîn vedigot. Di tevahiya emrê xwe de 250 stran çêkir û û 14 albûmên wî hene. Ev ked, ji bo hunermendekî tiştekî pir pîroz e.” 

Senteza muzîka Kurd û Ermenan  

Bi domdarî Guçmen anî ziman ku hunermend bi rêya muzîkê hest û ramanên xwe bi gel re parve dike û wiha got: “Ev hest û raman çiqas bikarin xîtabî gel bikin, ewqas tên hezkirin. Aram Tîgran kesayetekî pir dilnizm bû. Ev taybetî ji bo hunermendekî pir girîng e. Lewma gel zû jê hez kir. Mamoste Aram, ji muzîkên Ermen û Kurdan sentezek çêkir. Mîna Şakiro û Mihemed Arif Cîzrawî, mamoste aram jî di muzîka kurdî de ekolek bû. Her straneke mamoste Aram Tîgran di dilê kurdan de bi cih bûye û bûye klasîkek. Stranên mamoste Aram di nava gelên Kurd û Ermen de pireke xweşik ava kir. Lewma dê her tim di dilê gelê Kurd û Ermen de bijî.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.