Komeleya Çandê ya Dîcleyê ku li Amedê kar û barê hunerî dike, bi hevkariya Kased û Ma Muzîkê wê Aramê Tîgran bibîr bîne.
Hunermend Aramê Tîgran 8'ê gelawêja 2009'an li Atînayê canê xwe ji dest dabû. Ev sazî 9'ê mehê ku rastî roja şemiyê tê wê şahiya bîranînê li dar bixin. Di şahiya bîranînê de gelek hunermend wê derkevin ser dikê û stranên Aram Tîgran bistrên.
Li gor agahiya hatiye belavkirin wê hunermend Bêrîtan, Delîla, Nurcîhan, Ahmet Jiyara, Amed, Azad Bedran, Dilbirîn Azîz, Ferhat Tutşî, Mamoste Neşet, Metîn Diyar, Omer Narîm û Rênas Berbir derkevin ser dikê.
Komeleya Çandê ya Dicleyê bang li tevahî gel kir ku beşdarî vê şahiya taybet bibin û bi hev re vê rojê diyarî Aram Tîgran bikin.
Şahiya bîranînê 9'ê mehê saet 19.30 de li ÇandAmedê li dar dikeve.
NAVENDA NÛÇEYAN