
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), bi lîstika “Moraşînê” dest bi serdema nû kir. Lîstika ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate nîşandan, gelek hezkiriyên şanoyê anî cem hev.
‘Moraşîn’ a ku ji aliyê Qutbedîn Sadiqî (Ghotbedin Sadeghi) ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin, bi sêwirana sehneyê, muzîk û vegotina xwe ya li ser bingeha rîtûelan bal kişand ser xwe. Temaşevanan ji bo performansên lîstikvan û reqasvanan di tevahiya nîşandanê de li çepikan dan.
Di lîstikê de 50 kesan cih girt
Lîstika ku nêzî 50 lîstikvan û reqsvanan tê de cîh girt, derket ser dikê û wekî adaptekirineke dramatîk hate amadekirin ku ji vegotina “Xelîlê Ciwan” ê ku di destanên Kurdî de cih digire, îlhamê digire.
Di lîstikê de, serpêhatiya Moraşîna ku ji ber şer û xizaniyê ji dergistiyê xwe Genco veqetiyaye û ji bo bigihîje hezkiriyê xwe dikeve rêwîtiyê, tê vegotin. Moraşîn bi 40 jinan re kincên mêran li xwe dike û dikeve rêwîtiyeke dirêj û dijwar. Guherîna ku karakter di dema rêwîtiya xwe de dijî, bi rîtûelên kevnar û vegotinên sembolîk ve tê nîşandan. Lîstik; evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk tîne cem hev.
Piştî lîstikê Seroka Daîreya Çand Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş derket sehneyê, bi taybetî nivîskar û derhênerê lîstikê Qutbedîn Sadiqî hemû lîstikvan yek bi yek silav kir û ji ber ked û xebata wan spasiya wan kir. Zeynep Yaş her wiha spasiya hezkiriyên tiyatroyê yên ku hatibûn lîstikê temaşe bikin kir û eleqe û piştgiriya wan silav kir.
NAVENDA NÛÇEYAN







