
Politikayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî di huner, çand û wêjeya Kurdî de jî dibin sedema şikestineke mezin. Tunebûna mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û nebûna statuyeke fermî ji bo Kurdî, wekî astengiyek li ber pêşketina wêjeya Kurdî disekine. Weşangerên ku beşdarî 10’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ya li Navenda Fûar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê hatî lidarxistin bûn, bal kişandin ser astengiyên li ber Kurdî û zehmetiyên wêjeya Kurdî pê re rû bi rû dimîne.
Berpirsyara Weşanên Belkî Asya Genim diyar kir ku ziman hemû beşên civakê eleqedar dike û destnîşan kir ku ew wek weşangerên ku parçeyekî civakê ne, heta ji destê wan tê xebatên ziman û çandê dikin. Asya Genimê diyar kir ku kêmaxaftina Kurdî di nav civakê de rasterast bandorê li wan dike û ev tişt got: “Wêje û xwendina pirtûkan roj bi roj kêm dibe. Ji bo me weşangeran parastina xwendinê girîng e. Ji ber ku di navbera me û hunerê de peywendiyeke simbyotîk heye. Em hevdu xwedî dikin. Dema ku xwedîderketin hebe ev xebat didome. Ji bilî krîzên aborî, aliyê herî girîng ê vê meseleyê ew e ku di civakekê de rêjeya xwendinê kêm bibe, mixabin bi xwe re rêjeya bawerî û azadiyê jî kêm dike. Tişta ku civakê ronî dike xwendin e.”
‘Dûrketina ji ziman bandorê li pirtûkan dike’
Asya Genimê pirsgirêk û kêmasiyên li ser mijara ziman anîn ziman û wiha axivî: “Em tenê parçeyekî civakê ne. Ev kar karekî civakî ye. Ziman tenê ji bo min na, ji bo hemû parçeyên civakê girîng e. Ev ziman zimanê siyasetmedar, parêzer û bazirganan e jî. Lê mixabin herkes xwe ji vî karî vedikişîne, ji bilî beşekî biçûk ê civakê kes girîngiyê nade meseleya ziman û bi asîmîlasyonê re rû bi rû dimîne. Em encama vê asîmîlasyonê wekî saziyeke Kurd bi xemgînî çavdêrî dikin. Em ji zimanê xwe, ji çanda xwe dûr dikevin. Ev jî roj bi roj dibe sedema dûrketina ji hebûna me. Mixabin ev yek bandorê li pirtûkên Kurdî jî dike.”
‘Hûn dixwazin bikevin Pirtûka Rekoran a Guinnessê?’
Endamê Desteya Rêveberiyê ya Yekitiya Weşangerên Kurd Jêhat Rojhilat jî diyar kir ku li cihê ku demokrasî hebe xebatên ziman pêş dikevin û diyar kir ku yek ji wan jî weşangerî ye. Rojhilat bal kişand ser politikayên asîmîlasyonê yên ku piştî sala 1920’an li ser Kurdan hatine kirin û wiha axivî: “Dewletê berê digot ‘Kurd tunene’. Paşê got, ‘Kurd hene lê divê hûn bi Tirkî perwerdeyê bibînin’. Bi Tirkî perwerde dîtin, Tirkî ket malan. Niha jî dibêjin, ‘Erê, hûn çiqas bi Tirkî perwerdeyê bibînin jî divê hûn wekî me bifikirin. Heke hûn wekî me nebînin, em Tirkiya we jî qebûl nakin’. Çima wiha dibêjin? Nêzîkî salek û nîv berê lîsteya pirtûkên qedexekirî anîn ji me re. Me got ‘Hûn dixwazin bikevin Pirtûka Rekoran a Guinnessê’. Ji ber wê yek ji van qedexeyan li ser ziman bû, yek jî li ser ziman û hişmendiya çandê bû. Pirtûk çiqas bi Tirkî hatibûne nivîsandin jî hatin qedexekirin.”
Pirsgirêkên weşengeriya Kurdî
Rojhilat bal kişand ser zehmetiyên ku weşangêr dijîn û wiha pê de çû: “Bi giştî li cîhanê û li Turkiyeyê weşangerî roj bi roj kêm dibe. Tu mirovan bi kursên ziman perwerde dikî. Bi derfêtên kêm pirtûka Kurdî çap dikî, bi carekê re wê pirtûkê qedexe dikî. Ew pirtûk di depoya te de dimîne, tu êdî nikarî belav bikî. Ev mesrefek madî ye. Di aliyê manewî de jî dema tu vî karî dikî û di pey re rasterast bi qedexeyan re rû bi rû dimînî, motîvasyona te dikeve. Tu dibêjî ‘Temam, ez vê xebatê dikim lê sibê dema ez vê çap bikim dê bê qedexekirin’. Wê wextê tu otosansurê li xwe ferz dikî. Qedexe bi vî awayî hem li ser nivîskaran, hem li ser weşanxaneyan û hem jî li ser weşangeran bandoreke pir neyînî dihêlin.”
MA/AMED







