Aram Tîgran li Amedê hate bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Tebax 2025 - 01:45

Komeleya Çandê ya Dicle û Firatê, bi hevkariya KASED û Ma Muzîcê bi boneya salvegera 16emîn a Hunermendê mezin Aram Tîgran, şahiyek taybet li dar xist. Bi girseyî beşarî bîranînê bûn. 

Komeleya Çandê ya Dicle û Firatê, bi hevkariya KASED û Ma Muzîcê bi boneya salvegera 16emîn a mirina hunermendê mezin Aram Tîgran, li salona Çand Amedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê şahiyek taybet li dar xist. Di vê şahiya bîranînê de gelek hunermend  derketin ser dikê û stranên Aram Tîgran gotin. Di bernameyê de rêveberên partiyên siyasî yên û bajêr û navçeyên derdorê û gelek welatî  amade bûn. Bernameyê bi rêzgirtin û sînevîzyonê dest pê kir. Piştî pêşandanê rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê Celal Ekîn axivî û got: “Aram Tîgran, êş û daxwazên xwe di stranên xwe de anî ziman.”

Di bernameyê de gelek hunermend amade bûn. Şahî bi coşa beşdarvan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.