
- Li Silêmaniyê Pirtûka Rêber Apo ya têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi navê ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi zaravayê Soranî hate amadekirin hate nasandin.
Di saetên êvarî de Saziya Azadbûn li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê pirtûka Rêber Apo ya bi navê ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi zaravayê Soranî hatibû wergerandin hate nasandin. Di marasîma nasandinê de gelek rewşenbîr, siyasetmedar û ji pîşeyên cuda yên nava civakê amade bûn. Merasîm nasandina pirtûkê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre Nivîskar Serdar Sitar axivî û got: “Rêber Apo di encama lêkolîn û lêhûrbûnên kûr ên dîrokî gihişte wê yekê û ev encam bi pirtûkeke wiha pêşkêşî me kir.”
Serdar Sitar destnîşan kir ku Rêber Apo dixwaze bi vê manîfestoyê hemû mirovahiyê bi taybet gelê Kurd bigihêje mafên xwe yên rewa. Guherînên raman û felsefî girîngin ji bo ku pêşiya sîstema sermayedarî û lîberalîzmê bigrîn. Ji bo wê Rêber Apo her ji destpêkê ve hewla guherînan daye ku rê li pêşiya guherînên fikrî û felsefî veke.”
Nivîskar Serdar Sitar anî ziman ku ev manîfesto berdewam û sojeya her 5 parêznameyên berî niha hatibûn amadekirinin û got: “Rêber Apo di vê manîfestoyê de jî girîngiyek zêde daye pirsa jinê. Rêber Apo raman azadiya jinê ye. Rêber Apo bi kûrî raman olî girtiye dest û nirxandiye. Nirxandinên pir kûr û dîrokî yên li ser Kurdan heye.”
Di dewama merasîma nasandin pirtûkê de nîqaş li ser naverok û mijarên nava manîfestoyê hate kirin. Di dawiyê de pirtûk li kesên amade hate belavkirin. ROJNEWS
***
Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê û Pîşesaziyê ya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê hate lidarxistin, bi dawî bû. Pêşangeh 9 rojan dewam kir.
Di pêşangehê de bi dehan panel, gotûbêj û çalakiyên îmzekirina pirtûkan hatin lidarxistin. Bi dehan weşanxeneyên Kurdî û Tirkî stand vekirin û bi deh hezaran kes di nav van 9 rojan de tev li pêşengehê bûn. Bi taybetî jî nêzî 30 weşanxaneyên Kurdî jî di pêşangehê de cih girtin.
Di roja dawî ya pêşengehê de gelek nivîskar, helbestvan pirtûkên xwe îmze kirin, bi xwînerên xwe re hatin ba hev û li ser gelek mijaran nîqaş û gotûbêj û panel hatin kirin. AMED







