Çanda hevîrtirş ber bi paşerojê ve

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 20 Sibat 2026 - 00:45

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zindîhiştin û belavkirina çanda hevîrtirş a sed salan li seranserê bajêr, atolyeyek li dar xist. Akademisyen û pisporan bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya genim û feydeyên hevîrtirş yên ji bo tenduristiyê. Yekeya Gastrononî û Markabûnê ya ser bi Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, bi hevkariya Klûba Rotary ya Amedê atolyeyek li dar xist. Di çarçoveya atolyeyê de Hîndekarê Beşa Aşpêjiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Cuneyt Ateş, di çarçoveya sosyolojiya xwarinê de behsa cihê genim ê di dîroka mirovahiyê de kir. Ateş destnîşan kir ku genim li ser vê axê ne tenê dexl e; sembola bawerî, ked û jiyanê ye. Xwendekara Beşa Aşpêjiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Zumrût Biçkin jî derbarê pêvajoya amadekirina hevîrtirşî û awayê parastin û zêdekirina wê ya ji bo salên dirêj agahî dan. Biçkin diyar kir ku hevîrtirş li gorî hevîrtirşên din bixurêtir e û herisînê hêsan dike. Pispora Xwedîkirina Fonksiyonel Funda Akinci jî bal kişand ser feydeyên tenduristiyê û diyar kir ku nanê bi hevîrtirş ji bo tenduristiya mîde û rûvîkan gelekî bikêrhatî ye. Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş diyar kir ku atolyeya hevîrtirşî ji bo mîrasa çandî ya Amedê gaveke girîng e. Yaş da zanîn ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de di warê gastronomiyê de xebat tên meşandin û got ku ev çalakî bi hemû pêkhateyên bajêr re bi hev re hatiye kirin. Zeynep Yaş destnîşan kir ku Odeya Înovasyonê ya ku ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) ve di çarçoveya xebatên gastronomiyê de hatî avakirin, hewldaneke biqîmet e û got:“Ji bo em karibin çanda xwe bi cîhanê bidin naskirin, gavên bi vî rengî xwedî girîngiyeke mezin in. Atolye hem hilberînê zêde dikin hem jî hişmendiyê ava dikin.”

Jiyana li ser bereketa genim

Zeynep Yaş bal kişand ser têkiliya genim û çandê û bi bîr xist ku di zimanê wan de têgeha "kultur" bi peyva “çand” (bi wateya çandin û dirûnê) tê îfadekirin. Zeynep Yaş anî ziman ku şopên yekem ên jiyana niştecihî li şûnwarê Qotê Berçem hatine dîtin û got ku genim cara yekem li vê coxrafyayê hatiye xwarin û jiyan li ser bereketa genim hatiye avakirin. Zeynep Yaş diyar kir ku endustrîbûnê zirar daye şêwazên hilberîna kevneşopî û destnîşan kir ku ev atolye ji bo têkilîdanîna bi paşerojê re girîng e. Yaş got ku divê çanda zibareyê dîsa were xurtkirin û destnîşan kir ku li Amedê dîtina gelek bermayiyên destarên kevirî, nîşaneya berbiçav a têkiliya dîrokî ya vê herêmê û genim e. Di dawiya bernameyê de hevîrtirş li welatiyên beşdar hat belavkirin û nanên ku bi hevîrtirş hatibûn çêkirin hatin pêşkêşkirin.

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.