Û Xwîn Pijiqî Zeman: Geliyê Zîlan

Nûçeyên Çand/Huner —

Duşem 5 Cotmeh 2026 - 17:30

 

Ridvan Yûsûfoglû yê ku di sala 1992yan de li Mêrdînê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “têkbirina yekitî û tevahiya dewletê” cezayê muebedê hatibû birin. Ridvan Yûsûfoglû piştî 31 salan, di sala 2023yan de ji Girtîgeha Tîpa K-1 a Dep a Xarpêtê hatibû berdan. Ridvan Yûsûfoglû li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn pirtûka xwe ya bi navê “Ve Zamana Kan Sıçradı Geliyê Zîlan (Û Xwîn Pijiqî Zeman: Geliyê Zîlan)” ku ji Weşanxaneya Telosê hatiye çapkirin, îmze kir. Ridvan Yûsûfoglû heya niha du pirtûk nivîsandine û pirtûka wî ya yekemîn “Mirî jî Xweşik Dikeniyan” e.

Ridvan Yûsûfoglu derbarê pirtûka xwe ya “Û Xwîn Pijiqî Zeman: Geliyê Zîlan” de ji ajansa me re axivî.

‘Pirtûkeke dîrokî ye û behsa qetlîama Geliyê Zîlan dike’

Ridvan Yûsûfoglû anî ziman ku pirtûka wî nivîsandiye pirtûkeke pir dîrokî û watedar e û da zanîn ku heta niha derbarê Geliyê Zîlan de pir roman nehatine nivîsandin û wiha got: “Daxwaza nivîsandina min ser vê jî çêdibe. Ji ber ku tiştê li vir hatiye jiyîn di roja me de pir nayê zanîn. Gelek behsa Dêrsimê tê kirin, rast e, qetliameke mezin li Dêrsimê jî hatiye jiyan, lê Geliyê Zîlan jî ne kêmî wê ye, divê Geliyê Zîlan jî bê zanîn. Di vê halê de pirtûk derdorê evînekê ye, qetliama ku li Geliyê Zîlanê tê jiyîn di vê çarçoveyê de bi hem çavê jinek, hem bi çavê xortek û hem jî bi çavê leşkerekî hatiye nivîsandin. Ez bawer dikim xwendevan bixwînin, tiştekî pir ecêb û kêfa wan jî jê re bê. Hewce ye bê xwendin jî, ji ber ku dîroka gelê me ye. Ez bawer dikim ku dema xwendewan bixwînin dê nirxandinên kûr li ser bikin.”

‘Ev pirtûk di bin şertên zehmet de hate nivîsandin’

Ridvan Yûsûfoglu diyar kir ku ev pirtûk li girtîgehê di bin zextan de nivîsandiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min di nav çar salan de hem lêkolîna wê hem jî nivîsandina wê kir. Wê deme, ji ber ku ev zext û zordariya li ser gelê me, di heman çarçoveyê de li zindanê de jî hebû. Bi her awayî bi ser qawişan de dihat girtin. Me yek dipêça, me yek vedişart, me yek dinivîsî û me yek jî zêde dikir. Wisa bi vî awayî, bi kedeke wisa hate nivîsandin. Ez dixwazim ev pirtûk bê xwendin. Bi taybetî hevalên me yên ciwan bixwînin da ku dîroka xwe baştir nas bikin.”

AW/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.