‘Antolojiya Helbestên Rûsî’ hat çapkirin

Nûçeyên Çand/Huner —

Sêşem 6 Cotmeh 2026 - 16:00

  • Ji nav wêjeya rûs helbest hatin wergerandin û bi navê "Antolojiya Helbestvanên Rûsî" hatin weşandin. 

 

Heta niha ji wêjeya cîhanê gelek berhem ji bo kurdî hatin wergerandin; niha ji wêjeya rusan berhemek li ber dest e. Yusuf Kaynak bi navê "Antolojiya Helbestên Rûsî" antolojiyeke amade kir. Antolojiya helbestan ji Weşanên Na derket.

Di nav antolojiyê de 12 helbestên helbestvanên rusî hene. Di antolojiyê de berhemên dawiya sedsala 18'an heta dawiya sedsala 19'an cih girtine.

Çi helbestvanên Sosyalîst çi jî helbestvanên dijberên wan cih tê de girtine. Ew helbestvanên ku bi awayekî çalak di nav rêbazên wêjeyê yên wekî Sembolîzm, Realîzm, Lîrîzm, Futurîzm û Akmeîzmê de cih girtine, ew rêbaz xurt kirine û bûne sembola wan ketine nava vê antolojiyê.

Di antolojiyê de helbestên Aleksander Blok, Aleksander Puşkîn, Anna Akhmatova, Boris Pasternak, Czesław Miłosz, Ivan Bunin, Ivan Turgenev, Josef Brodsky, Mihail Lermontov, Nikolay Stefanovich Gumilyev, Osip Emilyevich Mandelstam û Vladimir Mayakovisky cih digirin. NAVENDA NÛÇEYAN

***

Li Silêmanî pêşangeha peykeran hat vekirin

Li Silêmaniyê Navenda Ronakbîrî ya Gelawêj pêşangeheke peykeran ji bo 31 huermendên Kurd û Ereb hate vekirin. Pêşangeh wê 4 rojan dewam bike.

Bi tevlîbûna hunermendên ji pişeyên cuda li Navenda Ronakî ya Gelawêj a Silêmaniyê pêşangeheke hevpar a hunermendan a karê peykersazî hate vekirin.

Rêveberê pêşangehê Mihemed Fetah li ser pêşangehê axivî û got: “Navenda Ronakîbîr ya Gelawêj ji bo peykersazan pêşangehek ji bo 31 hunermedên Kurd û Ereb vekir armanca ji vê pêşangehê ewe ku hunera peykersazan bê nîşandane. Pêşangeh wê 4 rojan dewam bike. Di vê pêşangehê de 35 karên hunerî yên cuda hate nîşandan. Di nava peykeran de peykerê ji kevir û dar heye.”

Peykersaz Karwan Mehmûd jî axivî û diyar kir ku pêşangehên wiha ji bo karê hunerî bê vekirin pir girînge û got: “Ez bi berhemekê tevlî vê pêşangehê bûme. Pêşangehên peykeran pir kêm tên vekirin. Ji ber ku kêrhatî û baldariyeke baş dixwaze.”

ROJNEWS

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.