Peymanê di çapameniya cîhanê de cî girt

Pêncşem 5 Sibat 2026 - 03:32

Peymana di navbera QSD û hikumeta demkî de ku di 2’yê Sibatê de ket meriyetê, di rojeva çapemeniya cîhanê de cî girt.

Peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, di 2’yê Sibatê de kete meriyetê. Di çarçoveya pêvajoya entegrasyona leşkerî û îdarî de, aliyên ku li Qamişloyê civiyan, di daxuyaniyên xwe de dan ragihandin ku ew ê xebatên xwe bidomînin. Peyman di çapemeniya cîhanî de bi berfirehî tê nîqaşkirin.

Civîn û daxuyaniyên têkildarî peymanê, di serî de di platformên wekî Associated Press (AP) û The Washington Post (DYA), The National (Îmarata Yekbûyî ya Erebî), Agenzia Nova (Îtalya), Spiegel (Almanya) û The Independent (Ingilistan) de cih girtin.

Rojnameya heftane ya li Awistralyayê Green Left, bi sernavê “Xeta demê ya xiyanetan” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de bal kişandin ser xeta demê ya ji Peymana 10’ê Adarê ya ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatibû binpêkirin heta îro û hat destnîşankirin ku Tirkiye di êrişan de roleke mezin lîstiye.

Di berdewamiya nûçeyê de behsa peymana 30’yê Çileyê hate kirin û ev pirs hatin kirin: “Gelo ev peyman dê tenê qadek siyasî ji bo hikûmeta demkî ava bike û carek din tundiyê gur bike? Yan Kurd dê karibin hêzên navneteweyî neçar bikin ku vê xeleka ‘peyman-tawîz-êrişê’ bişkînin? Tiştekî zelal heye; têkoşîn berdewam dike.”

Kovara Manara Magazine ya li Ingilistanê jî mijara berdana çeteyên DAIŞ’ê ya ji aliyê HTŞ’ê ve bi sernavê “Piştî şer li Sûriyeyê tundrewî: Kampa Holê û ji nû ve xurtbûna îdeolojîk a DAIŞ’ê” weşand. Di nivîsê de ev tişt hat diyarkirin: “Paşxistina darizandin û rehabîlîtasyonê dê tenê rê li ber xelekên nû yên tundiyê û derketina DAIŞ’ê veke. Piştguhkirina vê pirsgirêkê, bêyî paşxistina xetereyek mezin a ewlehiyê ne tiştekî din e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.