Hezar û 220 kes hatin qetilkirin

Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:50

Di êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk yên ji 6’ê Çileyê heta niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek binpêkirinên maf rû dan. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi hezaran welatî hatin qetilkirin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Komên cîhadîst, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêdetirî hezar û 200 kes, li Reqayê 15 û li Kobanê jî 5 kes qetil kirin.

270 cenaze di morgê de ne 

Hate diyarkirin ku pitikek ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku ji ber xaza îsotê biribûn Hesekê jiyana xwe ji dest daye. Herwiha hat destnîşankirin ku li herêma Cib el-Kube ya Helebê hêj cenazeyê zêdetirî 270 kesan nehatine definkirin. Cenazeyên hinek welatiyan bêyî agahdarkirina malbatên wan li goristanên Niqêrîn a Nû hatine definkirin.

Zêdetirî 200 kes hatine revandin 

Li gorî bîlançoyê, li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevî jin û zarokan zêdetirî 2 hezar kes hatine revandin, li Efrînê jî 3 ciwan û zarokek keç hatine revandin. Parêzerekî dema ji Til Hasîl derbasî Helebê dibû hate revandin û piştî 3 rojan hate berdan. Herwiha hate diyarkirin ku di vê pêvajoyê de 3 xebatkarên Heyva Sor a Kurd hatine revandin. Li gorî bilançoya rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di meha Çileyê de li Efrînê 4 jin hatin qetilkirin; qetilên wan hêj nehatine tespîtkirin. Li Tebqayê ciwanek hate serjêkirin, kesek dema ji Tebqayê derbasî Efrînê dibû û kesek jî dema ji Reqayê derket hatin qetilkirin.

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.