Divê bendên peymanê bên bicîhanîn
Duşem 9 Sibat 2026 - 03:45

ROZA METÎNA / AMED
Adalet Çîmen Fîdan bal bir ser peymana di navbera QSD û HTŞ'ê de hat îmzekirin û wiha got:"Peymana ku vê dawiyê hatiye îmzekirin hêja ye; gaveke wisa piştî hewldanên mezin hatiye avêtin. Bê guman, divê ew şertên vê peymanê bicîh bînin. Kobanî hîn jî di bin dorpêçê de ye. Divê jiyan li Kobanî di zûtirîn demê de vegere rewşa xwe ya normal."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê di 29’ê Çileya 2026’an de peymanek îmze kirin. Lê belê tevî peymanê jî dorpêça li Kobanê dewam dike. Têkildarî geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Çîmen Fîdan nirxandin kir.
Êriş bandora neyî li pêvajoyê dike
Adalet Çîmen Fîdan diyar kir ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin kirin, bandoreke neyînî li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî dike û wiha got:"Ev êrîş bandorek neyînî li ser pêvajoyê dikin. Bi van êrîşan, Tirkiye bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo êrîşên li ser Rojava ya ku ji bo Kurdan xeta sor e, radigihîne. Li Rojava qurbaniyên mezin hatine dayîn. Ji aliyekî ve, îdiakirina ku pêvajoyek demokrasî û aştiyê dimeşîne û ji aliyê din ve, piştgirîkirina qirkirina Kurdan, ji bo kesî ne cihê baweriyê ye û pirsên cidî derdixe holê. Divê Tirkiye tavilê dev ji vê helwestê berde."
Berdana DAÎŞ'ê talûke ye
Adalet Çîmen Fîdan bal bir ser talûkeya belavbûna DAÎŞ'ê û wiha pê de çû:"HTŞ tê wateya DAIŞ'ê; guhertina navî nikare vê yekê veşêre. Kiryarên wan vê yekê bi zelalî nîşan didin. DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê gef bû. Mîna li gelek deveran, DAIŞ bi kiryarên nemirovane êrîşî gelê Rojava û Kobanî kir. HTŞ dixwaze tola xwe ji kesên ku li Kobanî û Rojava DAIŞ têk birin hilîne. Berdana DAIŞ'ê ji bo her kesî xeterek e; yên ku wan berdidin dixwazin kaosê biafirînin. Ew dixwazin jiyana hevpar a gelan hilweşînin."
Ew dixwazin Kobanê vala bikin
Adalet Çîmen Fîdan bal bir ser dorpêça li Kobanê ya dewam dike û wiha got:"Tiştê ku li Kobaniyê tê kirin sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Heta şer jî xwedî exlaqê xwe ye. Hiştina wan bi çarenûsa wan re nayê qebûlkirin. Li Kobaniyê zarok, jin û kal û pîr hene. Mirovek çend rojan dikare bê av bijî? Di vê zivistana dijwar de mirov çiqas dikarin li ber sermayê bijîn? Ew ê bi pirsgirêkên tenduristiyê yên pir cidî re rû bi rû bimînin. Bi hezaran mirovên li Kobanê dê çawa pirsgirêkên tenduristiya xwe çareser bikin? Polîtîka ev e: an hûn dimirin, an jî hûn mal û axa xwe dihêlin. Ew dixwazin Kobanê vala bikin. Zarok ji cemidandinê dimirin. Ev ne li gor exlaqê tu şerî ye."
Şoreşa li Rojava şoreşa jinan e
Adalet Çîmen Fîdan bal bir ser rola jinan a di têkoşînê de û wiha dewam kir:"Têkoşîneke mezin a jinan li dijî hêzên serdest û zihniyeta baviksalar heye. Şoreşa li Rojava hatiye afirandin şoreşeke jinan e. Jinan pêşengiya têkoşîna destanî ya li dijî DAIŞ'ê kirin. Êrîşa li ser Rojava armanc dike ku destkeftiyên jinan û destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Çawa ku jinan heta îro li dijî vê zihniyetê şer kirine, di vê pêvajoyê de jî pêşengiya têkoşînê dikin. Dixwazin bi rêya jinan tola xwe ji tevahiya mirovahiyê hilînin; bi hedefgirtina jinan, tevahiya civakê hedef digirin. Ji ber ku ji jinan ditirsin, bi van pêkanînên kirêt hewl didin xwe îqna bikin."
Êrişên li ser çapemeniyê
Adalet Çîmen Fîdan di heman demê de anî ziman divê çapemenî bi awayekî azad bikaribe di her pêvajoyan de karê xwe bike û wiha got:"Xebatkarên çapemeniyê pir caran lêdanê dixwin, tên binçavkirin, girtin, heqaret li wan tên kirin û bi her cure astengiyan rû bi rû dimînin. Di vê pêvajoyê de jî heman rewş derket holê. Armanc ew e ku pêşî li nûçeyên rast bigirin û civak li gorî daxwazê îktidaran were manîpulekirin. Ev yek ji aliyên herî girîng ên vî şerê taybet e. Ev yek li Kurdistanê pir kûr tê meşandin. Ji bilî ajansên ku hatine girtin, di vê pêvajoyê de hesabên DEM Partî, DBP û TJA'yê jî gelek caran hatin girtin."
Êriş destkeftiyan dike hedef
Adalet Çîmen Fîdan a ku di heman demê de çû Rojava û li wir hevdîtin pêk anî derbarê vê de ev tişt anîn ziman:"Li Rojava, ji 7 salî heta 70 salî her kes li kolanan bû. Hêrseke mezin hebû, lê di heman demê de moral û baweriyeke pir bilind jî hebû. Li her kolanê şopa şer hebû lê hêviya jiyanê jî hebû. Me bi gelek saziyan û gel re têkilî danî. Hat gotin em şer naxwazin, lê heke êrîşek çêbibe, heke destkeftiyên me, yên ku me di van salan de bi bedelên mezin bi dest xistine, werin hedefgirtin, em ê heta dawiyê şer bikin. Em ê bi rûmet bimirin, lê em ê teslîm nebin. Gel diyar kir ku ev êrîş ne tenê Rojava hedef digirin, lê êrîş hemû beşên Kurdistanê dikin hedef û hemû Kurd di xetereyê de ne. Bi rastî, hedefgirtina Rojava destkeftiyên Kurdan hedef digire. Di heman demê de, ew civaka demokratîk û aştiya ku li Tirkiyeyê jî tê parastin hedef digire."
Divê bendên peymanê werin bicîhanîn
Adalet Çîmen Fîdan bal bir ser peymana di navbera QSD û HTŞ'ê de hat îmzekirin û wiha got:"Peymana ku vê dawiyê hatiye îmzekirin hêja ye; gaveke wisa piştî hewldanên mezin hatiye avêtin. Bê guman, divê ew şertên vê peymanê bicîh bînin. Ji ber ku rewşên bi vî rengî gelek caran berê jî çêbûne, lê hikûmeta demkî peyman bi cih neanîn û dest bi êrîşan kir. Kobanî hîn jî di bin dorpêçê de ye. Divê jiyan li Kobanî di zûtirîn demê de vegere rewşa xwe ya normal. Wekî din, divê bendên di peymanê de di zûtirîn demê de di pratîkê de werin bicîhanîn. Bi kurtasî, divê ew di pratîkê de were bicîhanîn."










