DAIŞ'iyan li Reqayê banga şerîatê kir !
Şemî 24 Çile 2026 - 00:25

Endamên DAIŞ'ê ku ji hêla HTŞ'ê ve serbest hatin berdan li Reqayê daxuyaniyek dan çapameniyê û banga lixwekirina kincên şerîatî li tevahiya jinan kirin.
Endamên DAIŞ'ê yên di dema êrişên HTŞ'ê de ji Qampa Holê serbest hatin berdan li Reqayê daxuyanî dan. Koma DAIŞ'iyan pankarta ku spasiya çeteyên HTŞ'ê dike vekir, dirûşmên tekbîrê berz kirin. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya jinan hate kirin ku çarşefên reş ên li gorî şerîatê li xwe bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN













