Hêviyên sala nû yên jinan
Çarşem 31 Kanûn 2025 - 03:15

Jinan hêvî kir ku di sala nû de ewlehî û yekitî li tevahî Sûriyeyê pêk werin û rola jinan di navendên biryardanê de were mîsogerkirin.
Jinên ji kantona Reqayê hêviyên xwe yên ji bo sala nû parve kirin.
Şêrîn Qewas sala nû li tevahî sûriyeyiyan pîroz kir û got: "Ev hêvî dikin ku aştî û ewlehî li Sûriyeyê pêk werin, lihevkirineke di navbera hikumeta veguhêz û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de çêbibe. Em hêvî dikin ku tevahî sûriyeyî di bin banê yek rêveberiyê de bijîn."
Şêrîn Qewas her wiha hêvî kir ku di Sûriyeya nû de rola jinan çalak û pêşeng be mîna rola wan di Rêveberiya Xweser û QSD’ê de.
Nûr Xelîl jî hêvî kir ku şer û êş bi dawî bibin û sala nû bibe derfeteke rasteqîn a guhertineke erênî û got: "Em hêvî dikin ku aştî û aramî li tevahî herêman çêbibin. Em li sala nû wekî destpêkeke nû ya guhertînê dinêrin. Em hêvî dikin ku jinên sûriyeyî cihekî ku layiqî wan be bi dest bixin û berdêlên ku di salên şer de dane werin naskirin. Em hêvî dikin ku qanûnên ji bo parastina jinan werin derxistin û beşdariya wan di qadên siyasî û civakî de fireh bin."
Xada Cebara jî hêviyên xwe yên sala nû wiha anîn ziman: "Dawiya sala 2025’an û destpêka sala 2026’an divê destpêka fikirandineke cidî ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê. Ez hêvî dikim ku şerê Sûriyeyî jê westiyane bi dawî bibe û aramî pêk were. Di heman demê de hêvî dikim ku sala nû bibe destpêka merheleya edaletê ji bo jinên sûriyeyî. Divê rola jinan di civakê de were pêşxistin, qanûnên parastina wan werin derxistin û bicihanîn. Divê derfetên rasteqîn ên kar û beşdariya dayîna biryaran bidin jinan.”
ANHA/REQA/DÎMA MIHEMED














