
Sersala nû li Amedê bi bernameyeke rengîn hate pîrozkirin. Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gel tev li bernameya li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin bûn. Bername hunermend Mesûd Gever û Sema Ozel Asî pêşkeş kir.
Bername bi derketina ser dikê ya hunermend Mûrat Demîr dest pê kir. Mûrat Demîr strana xwe ya “Nîmokê” strand. Beşdaran bi çepikan piştgirî da Mûrat Demîr keyfxweşiya xwe nîşan dan. Dû re stranbêj Eylul Nazlier derket ser dikê. Pişt re hunemrend Kasim Taşdogan ligel çepikên beşdaran derket ser dikê. Kasim Taşdogan li amûra bi navê mizika da û strana xwe got. Dû re dengbêj Kerîmê Jirkî bi çepik û fîtikên beşdaran derket ser dikê. Kilama ku Kerîmê Jirkî got hunermend Mûrat Demîr û Mesûd Gever lê vegerand. Beşdaran li gel klama ku hunermendan got govend gerandin û li çepikan dan. Pişt re hunermend Derya Kakayî ku ji rojhilatê Kurdistanê beşdarî bernameyê bû, derket ser dikê. Beşdaran bi gotina stranê li çepikan dan. Hunermend Dilovan ê bi salan li xeribiyê dijî derket ser dikê. Hunermend Dilovan sala nû li beşdaran pîroz kir û seranserî Kurdistanê silav kir. Dilovan got ku “Gelê me yê birûmet ê ber bi azadiyê ve diçe. Her sal hêviyên me zêde dibin û em ê bigihin armanca xwe.” Pişt re Dilovan ligel çepikên beşdaran strana xwe got.
‘Bila sala 2026an azadî û aştiyê bi xwe re bîne’
Pişt re Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn sala nû li hemû gelê Kurd yê li çar aliyê Kurdistanê dijî û gelên Rojhilata Navîn, kesên ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin, girtiyên di zindanan de pîroz kir. Dogan Hatûn bal kişand ser berfa li Amedê dibare û got: “Piştî 18 salan îro berfeke zêde li Amedê dibare. Ev bereket e. Ji ber ku welatê me bêav dimîne, em bi barîna berfê keyfxweş in.”
Dogan Hatûn xwest ku sala 2026an azadî, aştî û aramiyê bi xwe re bîne û her kes vexwend mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin.
Sersal li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir
Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar a bi awayekî kurt axivî, sersal li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Hêvî dikim ku ev sal ji bo gelê Kurd û gelên bindest bibe sala aşti û aramiyê.” Beşdaran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.
AW/AMED













