Piştî baranê ‘dagirkirin’ derket holê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 14 Sibat 2026 - 00:22

Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî yên ku di Lîsteya UNESCO de ne, ji ber avahiyan bi tunebûnê re rû bir û mane. Îsal ji ber berf û barana zêde bendav tije bûn. Bi kontrol ava bendavê hate berdan û ji ber vê yekê ava Çemê Dîcleyê zêde bû. Dîmenên ku li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin, rastiya dagirkirina bi awayekî eşkere raxist ber çavan. Qeraxê çem ê ku bi betonê hatibû tijekirin û dagirkirin di bin avê de ma. Ji ber dagirkirinê qada çem hatibû tengkirin û bi zêdebûna avê re cihên hatine dagirkirin di bin avê de man.       

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.