Li Hewlêrê şûnwarek hat dîtin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 27 Sibat 2026 - 00:15

Birêvebirê giştî yê Şûnwar û Keleporên Hewlêrê Nadir Babekir îro ragihand ku di çend rojên borî de di dema karkirinê de li nêzîkî kolaneke taxa Baxluminareyê ya Hewlêrê, karkeran hestiyên mirovan dîtin û piştî lêkolînan aşkera bû ku cihekê dîrokî li wê deverê heye.

Nadir Babekir diyar kir ku gelek pereyên zîvîn û nêzî 100 kuloxên mirovan hatine dîtin û tê pêşbînkirin ku dîroka wan vedigere serdema Sasaniyan.

Nadir Babekir aşkera kir ku heta niha gelek pereyên kevn, 2 xirxalên bronz, bazinên hesinî û 4 parçeyên gozikan li wê deverê hatine dîtin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.