Diz ketin muzeya Doesburgê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Çile 2026 - 00:05

Li bajêrê Doesburg ê Hollandayê diz ketin Muzeya Zîv a Doesburgê. Xebatkarên muzeyê dan zanîn ku diziya van eşyayên zîvîn zirareke mezin daye muzeyê. Her wiha gotin ku berhemên hatine dizîn ji hêla dîroka çandî ve pirr girîng in.

Li gor agahiyan du diz bi zorê ketin muzeya ku di Dêra Martini ya sedsala 13’an de ye. Li gorî dîmenên kamerayên ewlehiyê yên ji aliyê polîsan ve hatine vekolîn kirin, dizan bi levye derî vekirine, vitrîn şikandin û li gorî agahiyên xebatkarên muzeyê zêdetirî 300 berhemên zîv ên ku nirxê wan bi deh hezaran euroyan e, dizîn. Di nav tişên hatine dizîn de koleksiyona hêja ya qûtîkên xerdelê ya ku ji aliyê damezrînerê muzeyê Martin de Kleijn ve hatiye berhevkirin jî heye.

Serokê muzeyê Ernst Boesveld, di axaftina xwe ya bi The Art Newspaper re de wiha got: “Nirxê bazarê yê zîv dibe ku bilind be, lê ji bo me mijar bê guman ji vê zêdetir e. Her qûtîkek xerdelê li pişt xwe çîrokekê digire. Ev mijareke dîrok û mîrateya çandî ye. Em pir xemgîn û hêrs in.”

‘Hêvî dikim van zîvan nehelînin!’

Endama rêveberiya muzeyê Sietske Annevelink-Schurer jî diyar kir ku koleksiyon di navbera salên 1700 û 1920’an de ye û di demekê de ji aliyê dewlemendên cîhanê ve dihat bikaranîn. Annevelink-Schurer got: “Ev tiştên ku mîr û dewlemendan li ser sofrên xwe yên bi baldarî amadekirî bikar dianîn bûn. Ji ber ku xerdel zîvê dixwe, hundirê qûtîkan bi cam an seramîk hatiye pêçandin.”

Yek ji berhemên girîng ên ku di nav de derbas bûye, qûtîk û kevçîyeke xerdelê ya ku ji aliyê hunermendê zîv Marcel Blok ve hatiye çêkirin û li ser wê armaya bajêrê Doesburg’ê heye bû. Serokê muzeyê Boesveld got: “Doesburg bê guman bajarekî xerdelê ye. Hîn jî li vir cureyeke xerdelê ya pir taybet tê hilberandin û muzeyeke xerdelê ya me heye. Herwiha wekî civakeke dêrê, ji ber ku di Încîlê de derbas dibe, em bi tovê xerdelê re têkiliyeke sembolîk jî datînin.” Her wiha di demen berê de xerdel wekî çêjeke bi prestîj jî dihat dîtin.

Boesveld hêvî dike ku dizên li Doesburg’ê zîvan nehelînin û bal kişand ser wê yekê ku nirxê wan yê aborî yê bi awayê temam pir zêdetir e.

DOESBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.