
- Muzexaneya Mezin a Misirê, ku li tenişta Pîramîdên Gîzeyê hatiye avakirin, vê hefteyê deriyên xwe vedike. Di muzexaneyê de zêdetirî 100 hezar berhem hene; ev muzexane wê bibe koleksiyona herî berfireh a ku ji bo Misira Kevnar hatiye veqetandin, ji xezîneyên Tutankhamun heta “keştiya rojê” ya Fîrewn Khufu.
Muzexaneya Mezin a Misirê (Grand Egyptian Museum/GEM), ku zêdetirî bîst salan amadekarî li dar bûn, vê hefteyê bi merasîmeke fermî tê vekirin. Bi vekirinê re, ewê muzexaneya herî mezin a cîhanê ya ku ji bo Misira Kevnar hatiye veqetandin jî deriyên xwe ji mêvanan re vedike.
Muzexaneya nû wê zêdetirî 100 hezar berheman nîşan bide, ji xezîneyên ku ji goristana Tutankhamun hatine derxistin heta “keştiya rojê” ya navdar a Fîrewn Khufu. Ev koleksiyon, di dîrokê de ya herî berfireh a ku ji yek şaristaniyekê re hatiye çêkirin e.
Mêvan wê bi rêya Salona Mezin û Merdivena Mezin, ku stûnên wê bi hîyeroglîfan hatiye xemilandî û peykerên fîrewnên mezin lê hene, bikevin muzexaneyê. Ev qad bi Galeriyên Sereke ve tê girêdan, ku di sala 2024'an de 4 hezar mêvanan di çarçoveya pêşdîtineke taybet de lê geriyane.
Di qonaxa dawî ya muzexaneyê de, di Galeriyên Tutankhamun de, zêdetirî 5 hezar berhemên ku ji goristana qralê ciwan hatine derxistin – di nav de maskeya zêrîn a gorê û peykerên darîn – yekem car bi hev re têne nîşandan. Di merasîma vekirinê de serokên cîhanê wê amade bin û bûyer wê bi riya TikTokê zindî bê weşandin.
Navenda herî pêşketî ya parastin û lêkolînê ya cîhanê
GEM, bi qada xwe ya 22 hezar metrekareyî, ne tenê muzexane ye, di heman demê de yek ji navendên herî pêşketî yên parastin û lêkolînê yên cîhanê ye. Tunela binerdê ya ku avahiya sereke bi 19 laboratuvarên taybet ve girêdide hene, ku ji belgeyên papîrusê bigire heta parçeyên peykeran û bermayiyên mirovî, mîrateya Misirê diparêzin.
Muzexane armanc dike ku salê 5 milyon mêvanan pêşwazî bike. Ji 4'ê Mijdarê û pê ve ji gel re vekirî be, ji bo mêvanên biyanî berdêla ketinê 1450 lîreyên Misirê (nêzîkî 30 euro) hatiye diyarkirin.
Avahiyeke nûjen di bin siya pîramîdan de
GEM, li platoya çolê ya Nîlê, çend sed metre dûrî Pîramîdên Gîzeyê ye. Avahiya ku îmzeya mîmarê îrlandî Roisin Heneghan lê ye, hem rêzgirtineke ji mîmariya Misira Kevnar re hem jî mînakeke sêwirana nûjen e. Avahî bi şêweyên sêqatî û pîramîdal hatiye çêkirin û bi materyalên domdar hatiye sêwirandin.
Betonê bihêzkirî yê di avakirinê de hatiye bikaranîn germahiya hundir hevseng dike û hewcedariya bi klîmayê kêm dike. Baxçeyên sêqatî yên ku derdora muzexaneyê digirin, ji aliyê ofîsa mîmariyê ya holandî West 8 ve hatine sêwirandin û ji malzemeyê kesk a Geliyê Nîlê îlhama xwe girtiye.
Li ber deriyê GEM'ê jî peykerê hesinî yê 27 metreyî yê hunermendê misrî Deyaa Awed “Parêzvan” mêvanan pêşwazî dike.
NAVENDA NÛÇEYAN















