Dixwazim Ocalan li Rihayê bibînim
Pêncşem 11 Kanûn 2025 - 03:42

DEM Partî, di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Dekanê Fakûlteya Wêjeyê ya Zanîngeha Damanhourê ya Misrê û Profesorê Dîrokê Mohamed Refaat El-Emam jî tevlî bû. Refaat El-Emam ku ev du sal in li fakûlteyê têkoşîna gelê Kurd û paradîgmaya Rêber APO weke ders dide. Refaat El-Emam ji bo pirtûka xwe ya “Sala 100’emîn a Şoreşa Şêx Seîd” bigihîne Rêber APO, bi xwe re anîbû konferansê. Refaat El-Emam, pirtûka xwe bi nîşeya bi Kurdî ya “Ji bo birêz Abdullah Ocalan. Rêberek, zanayek û têkoşerek. Xwediyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi hezkirinên xwe.” û bi nîşeya bi Erebî ya “Ji Şêx Seîd heta şoreşger Abdullah Ocalan. Berxwedan jiyan e. Çand berxwedan e.” şand. Refaat El-Emam, di heman demê de dixwaze pirtûka xwe ya “Çiyayê Kurd: Têkoşîna Beriya Kokujiyê” ku hêj di qonaxa weşanê de ye jî diyarî Rêber APO bike. Refaat El-Emam, têkildarî pirsgirêka Kurd û geşedanên li Tirkiyeyê axivî. Refaat El-Emam, da zanîn ku cara ewil e tê Tirkiyeyê û got:“Ji ber fikrên birêz Abdullah Ocalan li vir im û ev ji bo min gelek watedar e. Di konferansê de nîqaşên pir dewlemend hatin kirin û asoya min berfireh kir. Têkildarî meseleya Kurd, nêrînên nûjen û çareseriyê esas digirin raxistin ber çavan.” Têkildarî peyama Rêber APO jî Refaat El-Emam got: “Ez, pir baş birêz Abdullah Ocalan dixwînim. Min peyama wî ya dawî jî xwend. Peyamekî pir girîng bû. Peyamên pir girîng ên ji bo paşerojê bûn ku fikrên wî yên berê jî temam dike.”
Dahurandinên wî gelekî kûr in
Refaat El-Emam, da zanîn ku ew pirsgirêkên li Rojhilata Navîn lêkolîn dike û pêvajoya ew ber bi lêkolînkirina Kurdan ve birî jî wiha vegot:“Têkildarî pirsgirêka Ermenan min çendek lêkolîn kir. Di vê xebatê de min dît ku meseleya Ermenan û Kurdan pir girêdayî hev e. Dema min lêkolîn dikir, fikr û têkoşîna birêz Abdullah Ocalan gelek bala min kişand. Min Erebiya manîfestoyê xwend. Min dît ku fikrên me nêzî hev in. Dahûrandinên wî yên kûr ên têkildarî dîrokê bala min kişand. Min dît ku ev fikr pir kêm tên dîtin. Şîroveyên wî yên pir xurt hene, dahûrandinên wî pir girîng in. Ramanên birêz Abdullah Ocalan, li dijî otorîteyê bûn. Ji bo ev fikr di nava civakê de bên fêmkirin, hewcehî bi gelek nifşan heye ku ji hêla zanetiyê ve veguherin.” Têkildarî pêvajoya li Tirkiyeyê jî Refaat El-Emam got:’’Pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan gelek maqûl in. Divê Tirkiye jî li gorî perspektîf û gavên birêz Ocalan avêtiye çendek gavan biavêje. Divê zagonên li Tirkiyeyê biguherin. Divê êdî têgeha ‘terorê’ neyê bikaranîn ku ji bo têkoşîna Kurdan dibêjin. Ji bo entegrasyona komara demokratîk pêk were jî hewcehî bi derxistina zagonên pêwîst heye. Divê Tirkiye êdî fêm bike ku di sedsala 21’an de ye. Êdî Kurd ne Kurdên çiyê ne. Dive êdî vê fêm bike. Kurd, êdî weke rastiyeke dîrokî li pêşberî me disekinin. Êdî Kurd hêmayeke esasî yê herêmê û Rojhilata Navîn in. Hewceye êdî Tirk jî di mijara çareseriyê de bi Kurdan re lihev bikin. Dixwazim birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de li Rihayê bibînim.”
Ji astengdarên çav re jî vedibêjin
Refaat El-Emam, destnîşan kir ku ji bo belavkirina fikrên Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe bidomîne û got:“Min du salan li zanîngehê fikrên wî weke ders da. Min, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ji xwendekarên xwe re vegot. Min du salan têkoşîna PKK’ê û paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan li zanîngehê weke ders da. Bi nêzî 500 xwendekaran re me li ser pirsgirêka Kurd û mîsyona PKK’ê nîqaş kirin. Min ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Abdullah Ocalan weke pirsa ezmûnê ji xwendekaran kir. Pirsa duyemîn jî têkildarî polîtîkayên tirkkirinê de bû. Min fariskirina Kurdan a li Îranê, Erebkirina Kurdan a li Sûriyeyê pirsî. Di sala pêş de jî ez ê Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK’ê ya ji bo Kurdan weke naverokên dersan vebêjim. Me kir ku fikrên Abdullah Ocalan bi alfebeya Braille ji astengdarên çav re jî were vegotin. Di nava du salên dawî de em di her 14’ê Cotmehê Roja Astengdarên Çav ên Cîhanê de em fikrên Abdullah Ocalan dixwînin û nîqaş dikin. Her çend birêz Ocalan li Îmraliyê jî be, fikrên wî li Misrê xwe gihandiye astengdarên çav jî.”
MA/STENBOL















