Li Sûriye qaçaxçitiya berheman zêde bûye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 9 Kanûn 2025 - 00:15

Li Sûriyê piştî hilweşîna rejîma berê qaçaxçitiya berhemên dîrokî zêde bûye û pispor dibêjin, mîrateya çandî ya li Sûriyê ji her demê zêdetir bi gefeke mezin re rû bi rû ye.

Projeya Lêkolînê ya Antropolojiya Mîrat û Bazirganiya Antîk û Kevirên Dîrokî ragihand, li bajarên şûbwarî, bi taybetî jî yên weke Palmîrayê goristanên kevnar hatine kolandin û cihên şûnwar hatine tinekirin û cihên dîrokî bi awayekî hatine têkdan ku sererastkirina wan zehmet e.

Projeya Lêkolînê ya Antropolojiya Mîrat û Bazirganiya Antîk û Kevirên Dîrokî destnîşan kir ku ji sala 2012'an û vir ve 1.500 bûyerên bi vî rengî hatine belgekirin ku ji sê paran parek jê tenê di nava şeş mehên dawî de qewimîn. 

Saziyê li ser zarê pisporan destnîşan kir ku ji sedî 90’ê welatiyên Sûriyê di bin sînorê hejariyê de ne, lewma nepêkane ku kolandina şûnwaran bi awayekî neyasayî bê rawestandin û heta ku pirsgirêka ewlekariyê neyê çareserkirin ev qaçaxçitî nayê rawestandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.