Qendîl; ji çiyayekî wêdatir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 21 Îlon 2026 - 17:00

  • Qendîl, îro piranî bi nîqaşên hebûna leşkerî û siyasî ya PKK’ê, li gel nîqaşên ewlehiyê yên li ser xeta Enqere-Hewlêr-Bexda-Tehranê tê bîranîn. Halbûkî dîroka Qendîlê ji PKK’ê gelekî wêdetire. Mirov dikare çiyayê Qendîle weke keleheke dîrokî bibîne ji bo hemû Kurdan û her wiha mirovahiyê.

 

Qendîl a ku bi dîrokên berxwedanê yên her çar beşên Kurdistanê re digihîje hev, ne tenê ji aliyê têkoşîna leşkerî ve, di heman demê de ji aliyê erdnîgarî, jiyana gel, rêxistinbûn û piştevaniya civakî ve jî xwedî ezmûneke xwesere.

Bi nîqaşên li ser Qanûna Çarçoveyê ya ku di 10’ê Tebaxê de li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin re, di raya giştî de wê PKK’ê Qendîl vala bike, eger vala bike wê kî gelê Qendîlê biparêze, nîqaş zêde bûn. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke taybet de ji qenala Nûçe Tv re axivî û got: “Qendîl keleha Kurdane. Emê gelê Qendîlê radestî tu kesî nekin, bila ew bi xwe parastina xwe bikin.” Parastina Qendîlê erka hemû Kurdane û bal kişand ser girîngiya Qendîlê ya li cem Kurdan. Di vê dosyayê de emê Qendîl a ku ji bo Kurdan wekî kelh tê pênasekirin, bi aliyên xwe yên erdnîgarî, dîrokî, siyasî û civakî binirxînin.

Qendîl navê girêdana çiya û mirovane

Di dîroka Kurdan de, çiya ne tenê navê zinarên bilind û geliyên asê ye. Çiya cihê penaberiyê ye, cihê jiyanê ye, cihê berxwedanê ye û cihê bîranînê ye ku nifş bi nifş tê veguhestin. Kurdên ku di dirêjahiya dîrokê de li hemberî dagirkerî û êrişan gelek caran xwe vekişandine çiyayan, li vir ne tenê xwe parastine, di heman demê de şêwazên jiyana xwe û hevgirtina xwe ya civakî jî dewam kirine.

Çiyayên ku ji Agiriyê heta Şengalê, ji Zagrosan heta Qendîlê dirêj dibin, şahidên bêdeng ên berxwedanên dîroka nêz a Kurdanin. Her çiyayek çîroka xwe heye, di bîra her gelî de şopeke berxwedanê heye. Ji ber vê yekê, çiya ji bo Kurdan ji erdnîgariyê wêdetir xwedî wateyeke dîrokî û civakî ye. Qendîl jî di roja me ya îro de yek ji navendên herî diyar ên vê bîra dîrokî ye. Qendîl a ku bi dîrokên berxwedanê yên her çar parçeyên Kurdistanê re digihîje hev, ne tenê ji aliyê têkoşîna leşkerî ve, di heman demê de ji aliyê jiyan, rêxistinbûn û piştevaniya civakî ya gel ve jî dibe qada ezmûneke xweser. Ji ber vê yekê, fêmkirina Qendîlê pêwîst dike ku mirov ne tenê çiya, lê têkiliya ku di navbera çiya û mirov de bi sedsalan hatiye avakirin, fêm bike.

Ji bo mirov jeopolîtîka îro ya Qendîlê fêm bike, bi qasî vê paşperdeya dîrokî, divê mirov cihê herêmê di nava hevsengiya hêza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê de jî bibîne.

Çiyayê ku sînorên dewletan lê digihijin hev

Çiyayên Qendîlê herêmeke çiyayî ya bilind û asê ye ku li bakurê rojhilatê Başûrê Kurdistanê, li ser xeta sînorê Iraq û Îranê ye. Geliyên wê yên kûr, derbasgehên wê yên ku gihiştina wan zehmete, cihê wê yê li ser xeta sînor, herêmê veguherandiye qadeke parastinê ya xwezayî ku ev yek di dirêjahiya dîrokê de kontrola desthilatdarên navendî zehmet kiriye.

Ev taybetmendiya erdnîgarî ne tenê ji aliyê leşkerî ve, di heman demê de ji aliyê siyasî ve jî girîng bû. Nêzîkbûna Qendîlê ji sînorê Îranê, polîtîkayên sînor ên di navbera rêveberiya navendî ya Iraqê û Îranê de; hebûna hêzên siyasî yên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê jî bû sedem ku hevrikiya di navbera PDK û YNK’ê de li herêmê xuya bike. Ji ber vê yekê, pênasekirina Qendîlê tenê wekî kampeke rêxistinê, taybetiya jeopolîtîk a çiyê teng dike. Qendîl erdnîgariyeke ku sînor, dewlet û tevgerên siyasî yên Kurd lê digihijin hev.

Qendîl ne tenê qada gerîla bû

Qendîl erdnîgariyek bû ku ne tenê tevgerên çekdarî, lê di heman demê de ji aliyê dîrokî ve civakên eşîr û gundan jî lê dijiyan. Li derdora çiyê şaxên cuda yên eşîrên wekî Pişder, Bradost û Bilbas hebûn, li ser xeta berfirehtir a Qendîl-Zibar-Rewandwuzê jî Zîbarî, Mezûrî, Sîrwan, Herkî û civakên din ên Kurd di tevahiya dîrokê de hebûna xwe nîşan dane. Dîsa eşîrên Akoyan, Mengul û Bitwên li ser xeta Ranya, nexasim hin eşîrên weke Bîlbas û Bradost li her du aliyên sînorê Îran û Iraqê hene. Ev yek nîşan dide ku Qendîl ne tenê siyasî ye, di heman demê de erdnîgariya sînor û eşîrên dîrokî ye.

Beşeke girîng a van civakan berê li ser bingeha çolterî û tevgera demsalî jiyana xwe didomandin. Ji ber vê yekê, xeta Îran-Iraqê ya ku îro wekî sînorekî dewletê tê dîtin, ji aliyê eşîran ve her tim ne dihat wateya sînorekî civakî yê teqez. Avahiya çiyayî ya Qendîlê ya ku xwegihandina wê zehmete, kontrola dewletên navendî ya li ser herêmê demeke dirêj sînordar kir. Di roja me ya îro de, Qendîl ne tenê qadeke gerîla ye; di heman demê de qadeke jiyanê ya berfirehe ku bi sedan gund û mezrayên ku taybetmendiyên civaka komunal diparêzin lê hene. Tevî hemû êriş û zextên dewleta Tirk û Îranê jî, gelê herêmê bi avakirina saziyên xwe yên demokratîk jiyana xwe didomîne. Şaredariya gel û nexweşxaneya gel a girêdayî Meclîsa Gel a ku gel bi hilbijartinên demokratîk diyar kiriye, bersivdayîna pêdiviyên bingehîn ên gelê Qendîlê didomîne.

Di vê qadê de modeleke jiyanê ya alternatîf tê pêşxistin ku gel û gerîla dikevin nav hev û li ser esasên hevgirtin û jiyana hevpar ava dibe. Gerîla dema ku têkoşîna azadiya Kurd didomîne, di heman demê de ewlehiya gelê herêmê mîsoger dike û li hemberî êrişên derve rola parastinê digire ser xwe. Li aliyê din gel bi zelalî tîne ziman ku ew naxwazin gerîla ji herêmê derkeve. Li hemberî vê yekê, gerîla diparêze ku ewlehiya mayînde wê demê pêkan be ku gel hêza xweparastinê ava bike. Bi vî awayî li Qendîlê ne tenê leşkerî, ezmûneke rêxistinbûneke civakî û siyasî jî bi gewde dibe.

Di salên 1970 û 1980’an de Qendîl weke qadeke pêşmergeyan

Yek ji qonaxên girîng ên dîroka nêz a Qendîlê, xebatên li herêmê yên tevgera Ensalê ye ku hêzên çekdar ên Partiya Komunîst a Iraqê ne. Partiya Komunîst a Iraqê ji destpêka salên 1980’an ve Piştaşan a li derdora Qendîlê kir yek ji navendên girîng ên hêzên Ensalê. Partiyê li vir ne tenê şervanên xwe bi cih kir; her wiha navendeke ku xebatên siyasî, tenduristî û çapemeniyê lê tên meşandin ava kir. Partiya Kedkarên Kurdistanê-(Zehmetkeşan) weke yek ji rêxistinên Kurd ên ku li dijî Îranê têkoşîna çekdarî dimeşîne, salên dirêj li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Lê Zehmetkeşan Qendîl bi heman pîvan û domdariya PKK’ê weke baregeheke sereke bi kar neaniye.

Di dema Barzanî û YNK’ê de hevsengiyên guherbar

Piştî Şerê Kendavê yê 1991’an, destwerdana hêzên navneteweyî ya li Iraqê, pêkhateya siyasî û leşkerî ya Başûrê Kurdistanê guherand. Bi vekişîna rejîma Sedam ji herêmê re, qad ji hêzên siyasî re hate vekirin û PDK û YNK jî her ku diçû li herêmê bûn du navendên bingehîn ên hêzê. Di nîvê salên 1990’î de şerê navxweyî yê di navbera PDK û YNK’ê de pêk hat. Erdnîgariya siyasî ya Başûrê Kurdistanê li ser du qadên cuda yên bandorê parçe kir. PDK’ê zêdetir li ser xeta Hewlêr-Duhokê û YNK’ê jî li derdora Silêmaniyê cihekî bihêz bi dest xist. PKK’ê jî ji sala 1981’ê ve li herêmên sînor ên Başûrê Kurdistanê cih girt, lê ya rastî piştî sala 1991’ê li Qendîlê hebûna wê zêdetir piştrast bû.

Bûyîna Qendîlê yek ji navendên PKK’ê

Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd Qendîl di nîvê duyemîn ê salên 1990’î de girîngiyeke stratejîk bi dest xist. Ji dawiya salên 1990’î û pê ve, Qendîl ji aliyê Tevgera Azadiyê ve ne tenê qadeke yekîneyên leşkerî bû, lê veguherî herêmeke navendî ya xebatên siyasî û civakî. Bi vî awayî wateya Qendîlê guherî; Qendîl a ku di demên berê de qadeke çiyayî bû ku tevgerên cuda yên gerîla bi kar dianîn, ji dawiya salên 1990’î û pê ve bû navendeke ku bi hebûna leşkerî-siyasî ya mayînde ya Tevgera Azadiyê re bû yek.

Ji çiyê zêdetir

Pênasekirina Qendîlê tenê wekî çiyayekê ku PKK lê ye, hem dîroka wê û hem jî rastiya wê ya îro kêm dihêle. Qendîl bi saya cihê xwe yê erdnîgarî, di tevahiya dîrokê de mazûvaniya eşîr û civakên cuda kiriye û bi vî rengî li gel taybetmendiyên civaka xwezayî, di veguhestina çand û kevneşopên kevnar ên Kurdî heta roja me ya îro de roleke girîng lîstiye.

Her wiha ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, ew qadeke jeopolîtîk a çiyayî ye ku hesabên tevgerên siyasî yên Kurd, dewletên herêmê û aktorên navneteweyî lê digihîjin hev. Îro, paşeroja Qendîlê ne tenê bi geşedanên leşkerî, lê belê bi rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê, têkiliyên Bexda-Hewlêrê, hevsengiya PDK-YNK’ê û polîtîkayên herêmî yên Îranê ve girêdayî şekil bigire.

Lê belê yên li Qendîlê wê biryar bidin ka wê ev şêwe çawa bigire. Ji ber ku Qendîl ne tenê çiyayeke, lê têkiliya ku bi sedsalan di navbera çiya û mirov de hatiye avakirin îfade dike. Îfadeya berbiçav a rojane ya vê têkiliyê gel, çiya û gerîla ye. Ne gel dikare bê gerîla û çiya bijî, ne jî gerîla dikare bê çiya û gel wateya xwe bibîne. Vaye gotina Qendîl a ji bo Kurdan kelehe di wateya ku li vê sêalî ve hatiye barkirin de jiyanê dibîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.