• Rêkeftina ku di 26’ê Cotmeha 2026’an de di navbera Bexda û hêzên parastinê yên YBŞ-YJŞ’ê de hat çêkirin, di dîroka Iraqê û Êzidiyan de weke xelekek werçerxê ya siyasî, dîplomatîk û stratejîk e. Ezmûna 12 salan nîşan da ku pirsgirêka Şengalê, ji ewlehiyê zêdetir pirsgirêka statu, demokrasî, edalet û vîna xwebirêvebirinê ye.

 

Piştî fermana 2014’an, Êzidiyên Şengalê di nava 12 salan de li ser xweliyên fermanê sîstema xwe ya xwebirêvebirinê û saziyên demokratîk hûnand. Di vê ronesansa civakî de jinên Êzîdî bûn bîra exlaqî û siyasî ya pergala ku li ser felsefeya Rêber Apo hatî avakirin. Civaka Êzidî li hemberî dorpêçên aborî yên PDK’ê û gefên siyasî û leşkerî yên Tirkiyê, bi rêkeftina entegrasyonê ya di 26’ê Cotmeha 2026’an a bi Bexdayê re deriyê serdemeke nû ya dîplomatîk vekir. Ji bo ev pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, pêdivî bi nexşerêyeke çareseriyê ya kûr, destûrî û pir-alî heye.

Piştî fermanê bi avakirina Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) re, li hemû bajarok û gundên wekî Sinûnê,  Xanesor, Dugurê, Borik û Til Ezerê meclisên xwecihî hatin damezrandin. Zimanê dayikê di dibistanan de bû zimanê perwerdeyê, saziyên çand û hunerê hatin vekirin, lijneyên sulhê yên gel ji bo çareserkirina nakokiyên civakî ketin dewrê. Ev cara yekem bû di dîroka nûjen de civaka Êzidî Şengalê wekî civakek xwedî îrade biryarên xwe digirt.

Avakirina sîstema demokratîk û ronesansa jinên Êzidî

Di vê veguherîna dîrokî de, hêza herî bingehîn a ku civak ji nû ve hûnand û ji belavbûnê rizgar kir, jinên Êzîdî bûn. Jinên ku di Fermana 74’an de bûn hedefa êrişan û li bazaran hatin firotin, ev jana giran veguherandin vîneke şoreşgerî û azadîxwaz. Bi damezrandina Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û rêxistinbûna di bin sîwana Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) de, ji bo parastina rûmetê çek rakirin, bûn mîmarên meclisên gel, komîteyên perwerde, tenduristî, dadwerî û aboriya hevpar a civakê.  Vê şoreşa civakî pergala baviksalar û feodal a ku bi sedsalan li ser civakê hatibû ferzkirin ji kok ve hejand. Jinê rastiya dîrokî ji nû de derxist ser dikê û teqezkir ku jin êdî ne qurbanî ye, ew kirdeya sereke ya siyaseta demokratîk in.

Siyaseta dorpêçê û êrişên piralî yên li ser Şengalê

Ev modela demokratîk û vîna xwebirêvebirinê ya ku li ser axa Şengalê şîn bû, hevsengiyên kevneperest û desthilatdar ên herêmê serûbin kir û bû hedefa hêzên statûkoparêz. Di navbera salên 2014 û 2026’an de, êriş û peymanên pir alî yên leşkerî, aborî û dîplomatîk li dijî Şengalê hate meşandin.

PDK’ê ku piştî vekişîna sala 2014’an meşrûiyeta xwe ya exlaqî û siyasî li cem gelê Şengalê winda kiribû, ji bo ku dîsa desthilata xwe ya berê li herêmê ferz bike, rêya dorpêça aborî hilbijart. Ji sala 2015’an ve deriyên di navbera Şengal û Dihokê de û giştî herêmên di bin kontrola Hewlêrê de hatin girtin an jî pir şidandin. Derbasbûna derman, alavên avakirinê, sotemenî û alikariyên mirovî hatin sinordarkirin. Armanc ew bû ku Şengal ji her milî ve bê zuhakirin û gel neçar be ku di kampên Duhok û Zaxo’yê de bimîne.

Ne tenê PDK’ê, dewleta tirk jî xweseriya Şengalê wekî metirsiyeke stratejîk dît. Ji sala 2017’an bi taybetî piştî sala 2018’an bi êrişên esmanî (SİHA), siyaseteke sîstematîk a “tasfiyekirina pêşengan” meşand.

Di Cotmeha 2020’an de Bexda û Hewlêrê “Peymana Şengalê” îmze kirin. Ev peyman bêyî ku yek nûnerê Şengalê tê de cih bigire hatibû amadekirin. Ji xwe armanca wê hilweşandina saziyên xweser û hêza wê ya parastinê bû. Lê berxwedana xelkê Şengalê ku bi mehan domkir ev peyman bê bandorkir.

Danûstandinên 2026’an û Entegrasyona Demokratîk

Ruxmê hemû hewldanên leşkerî û pir alî dema hêzên ji derve nekarî vîna şengalê têk bibin, di nava salên 2025 û 2026’an de hikûmeta navendî ya Bexdayê rastiya qadê pejirand û deriyê hevdîtin û nîqaşên raste rast bi nûnerên Şengalê re vekir. Rêkeftina ku di 26’ê Cotmeha 2026’an de di navbera Bexda û hêzên parastinê yên YBŞ-YJŞ’ê de hat çêkirin, di dîroka Iraqê û Êzidiyan de weke xelekek werçerxê ya siyasî, dîplomatîk û stratejîk hate dîtin. Tevlîbûna 4.165 şervanên YBŞ-YJŞ û hêzên asayîşa Êzîdxanê bo nava artêşa Iraqê de tê wateya fermîkirina mafê parastina rewa yê Êzidiyan.

Bi vê gavê re çi bû? Hincetên êrişên Tirkiyê û planên PDK’ê yên ji bo vegerandina hegemonya xwe ya berê ya li ser herêmê hatin astengkirin. Ya herî giring jî hêzên parastina Şengalê bûn xwedî statuya qanûnî, bêyî ku ji ser axa xwe dûr bikevin.

Ezmûna 12 salan nîşan da ku pirsgirêka Şengalê, ji ewlehiyê zêdetir pirsgirêka statu, demokrasî, edalet û vîna xwebirêvebirinê ye. Ji bo Şengal ji qada şer û komkujiyan bê zivirandin û bibe warê jiyana azad, mirov dikare çend xalên çareseriyê zêde bike:

–Divê Şengal ji nediyariya Xala 140’î û ji lîstikên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de bê rizgarkirin. Li şûna statuya “navçeyeke girêdayî Mûsilê”, divê bi yasayeke taybet a Parlamentoya Iraqê statuya “Herêma Xweser a Şengalê” ku gel bikaribe rêveberiya xwe ya herêmî, şaredarî û  meclisên xwe bi hilbijartinên azad diyar bike.

–Guhertina civakî ya ku jinên Êzîdî di nava 12 salan de ava kiriye, destkeftiyeke dîrokî ye. Divê meclisên jinan, navendên parastina mafên jinan û  pergala hevserokatiyê di rêveberiya nû ya îdarî ya Şengalê de wekî pîvanên fermî yên demokratîk bên parastin û  piştgirîkirin.

–Divê dorpêça aborî û sînorî ya ku ji aliyê PDK’ê ve li ser Şengalê hatiye ferzkirin bi temamî bê rakirin. Ne tenê ew divê deriyên bazirganî û mirovî yên bi Şengal  û Herêma Kurdistanê re bên vekirin da ku herêm ji tecrîda erdnîgarî û aborî rizgar bibe.

–Ji bo birînên wêrankirina Rejîma Baasê ku ji 1975’an û şûnde pêkanî û hovîtiya DAIŞ’ê ya 2014’an bên dermankirin, divê hikûmeta federal a Iraqê bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî budçeyeke taybet û zelal bo avakirina nexweşxane, dibistan, torên av, ceryanê û hwd. veqetîne. Divê çandinî û sewalkarî bi desteka dewletê ji nû ve bê geşkirin.

-Divê rê li ber koçberên di kampan de dimînin bên vekirin, ji zextên siyasî û aborî bên rizgarkirin. Ji bo her malbateke ku vedigere, tazmînata avakirina xanî bê dayîn û ewlehiya wan bi hêzên parastinê ku ji zarokên Şengalê pêk tên bê misogerkirin.

– Darizandina sûcdarên DAIŞ’ê li dadgehên navneteweyî û rizgarkirina 2.600 û zarokên çarenûsa wan ne diyar.

–Divê baweriya Êzîdîtiyê di hemû qanûnên Iraqê de wekî oleke serbixwe û resen bê naskirin; perwerdeya bi zimanê dayikê û hemû perestgeh û cihên pîroz ên li Şengal û Laleşê bikevin bin parastina mîrateya çandî ya cîhanî (UNESCO).

NEWROZ DEMHAT- ROJNEWS