Li Hewlêrê kampanya alîkariyê
În 23 Çile 2026 - 02:55

Di çarçoveya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, li parêzgeha Hewlêrê kampanyayek ya komkirina alîkariyê hate ragihandin. Waliyê parêzgeha Hewlêrê Umêd Xoşnaw di rupela xwe ya fermî ya facebook’ê de ragihand ku li ber Parka Şanedêr ya li parêzgeha Hewlêrê kampanyaya ‘Hewlêr’ ji bo komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê wê were destpêkirin.
Hate diyarkirin ku ‘ev kampanya ji bo alîkarî dayîna xwişk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê’ ye. Welatî dikarin beşdarî kampanyayê bibin û alîkariyê bigihînin.
ROJNEWS/HEWLÊR














