Li Reqayê Mihrîcana Helbestên Gelêrî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 00:20

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya navenda desteyê Mîhrîcana Helbestên Gelêrî organîze kir.

Di mîhrîcanê de hevserokên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk, cîgirên hevserokatiyê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, organîzetorê mîhrîcanê helbestvan Mihemed El Hesen amaje bi resengiya Reqa û bajarên li ser çemê Firatê di helbestê de kir û got ev mîhrîcan girîngiyê dide ku li vê xakê nifşên têkoşîn kirine wê zindî bimînin.

Hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê sûriyeyê Murhef El Fehed da zanîn ku pîrozkirina wan bi helbesta gelêrî derbirîna parastina reseniya vê xakê ye û dihêle hemû gel bibin yek.

Çalakî bi xwendina helbestekê ji hêla helbestvan Ebdulwahid Ebû Ruqeye yê ji Hesekê, helbestvan û lêkolînerê ji Reqayê Elî El Şixêbî dewam kir. Dûre helbestvanê ji Reqayê Omer El Seran û helbestvan Ruqeye El Elî helbestên xwe xwendin.

Roja yekemîn a mîhrîcanê bi stranên hunermend Telal El Elî û Kemal El Mûsa bi dawî bû.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.