Reqa bû stargeha ewle
Duşem 20 Cotmeh 2025 - 03:05
Bajarê Reqayê ku paytexta “xîlafeta DAIŞ'ê bû”, piştî hat rizgarkirin veguherî Sûriyeyeke biçûk û koçberê ji hemû parêzgeh û deverên Sûriyeyê xwe li Reqayê girtin.
Ji kampa Sehlet El Benat heta taxên bajêr, koçberên ku li Reqayê dijîn anîn ziman ku Reqa bû stargeha ewle ya hemû welatiyên Sûriyeyê.
Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve di 20'ê Cotmeha 2017'an de hat rizgarkirin, bi hezaran malbatên koçber ji bajar û bajarokên parêzgehên Sûriyeyê yên wekî Dêrazorê, Hums û Hemayê berê xwe da Reqayê. Her wiha di dawiya Kanûna 2024'an de bi hezaran koçber ji kantonên Efrîn û Şahbayê li vê kantonê bi cih bûn.
Hejmara koçberên li 39 kampên li gundewarên kantona Reqayê 9 hezar 413 kes in, hejmara koçberên ji Efrîn û Şahbayê gihaştiye hezar û 120 malbatan ku li 37 stargehên kantonê hatine bicihkirin.
Mihemed El Mesrû koçberek ji Dêrazorê ye û li kampa Sehlt El Benat a li gundewarên bakur rojhilatê Reqayê li dijî, spasiya xwe ji xelkê Reqayê re anî ziman û got: "Em 8 sal in li vir in, me ji bilî başiyê tiştek ji xelkê Reqayê nedîtiye. Wan ji kêliya destpêkê ve alîkariya me kirine, tiştên ku em hewce ne dane me. Heta dema ku em diçin bazarê jî, em dibînin ku hin kes destê alîkariyê dide me.”
Erîfa Hebeş, koçbereke ji bajarê Efrînê ye, got: “Em salvegera rizgarkirina Reqayê ya ji terorîzma DAIŞ'ê pîroz dikin. Ev bajar, ku paytexta çeteyan bû, bi saya xwîna kurên me yên ji hemû herêman hatiye rizgarkirin. Di navbera kesekî ji Efrîn û kesekî ji Reqayê de ti ferq tune ye. Em koçber nîn in; em di nava gelê xwe de ne."
Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Reqayê Kidîm Îdan der barê mijarê de got: "Dema ku em dibêjin Reqa, em behsa bajarê Reşîd, gewhera Firatê, bajarê genim û ceh dikin. Lê di sala 2014'an de, ew veguherî paytexta xîlafetê û hewl dan ku pêkhateyên cihêreng ên Sûriyeyê ji hev parçe bikin.”
ANHA/REQA/ENES MIHEMED - MIHEMED XELÎL