Ji bo azadiya Ocalan li qadê bin

Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 03:45

Platforma Saziyên Demokratîk wê di 12'ê Cotmehê de li Xaçerêya Dortyol a li navenda Êlihê mitînga "Civaka Demokratîk û Aştiyê" li dar bixe. Endamên Platformê banga beşdarbûna mitîngê kirin. Aktivîsta TJA Havva Canê diyar kir ku ev mitîng dê ji bo pêkanîna "mafê hêviyê" yê Rêber APO were lidarxistin. Hava Canê bang li tevahiya gelê kir û got:"Divê em pabendbûna xwe ya ji bo xurtkirina destê birêz Abdullah Ocalan di siyaseta Tirkiyeyê de nîşan bidin. Em ê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kir wekî rêberê xwe qebûl bikin û vê paradîgmayê di her aliyê jiyana xwe de bicîh bînin. Gelê kurd, li ku derê be jî, divê rola xwe bilîze. Ji bo gelê kurd pêvajoyeke dîrokî dimeşe. Ev mitîng ji bo me di vî warî de pir girîng e. Wekî partiyên siyasî, em ê berî her tiştî li qadan bin da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê xwe azad bikin."

Divê mafê hêviyê pêk were 

Hevserokê DEM Partî yê Êlihê Azad Esîn diyar kir ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO serdemeke nû daye destpêkirin û got:"Armanca mitînga me ew e ku azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna bilez a biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser 'mafê hêviyê' ye. Ji ber vê yekê, em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ku em ê di 12'ê Cotmehê de li dar bixin."

Tecrîd didome 

Hevserokê navçeya navendî ya DEM Partiyê Nurullah Mermertaş diyar kir ku Rêber APO berpirsiyariyeke dîrokî girtiye ser xwe û banga beşdariyeke xurt li mitînga 12'ê Cotmehê kir û got:"Armanca me ji lidarxistina vê mitîngê ew e ku em bi hev re civakeke demokratîk ava bikin û aştiya ku her kes dixwaze bînin. Wekî din, ew ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e ku di tecrîdê de ye û vegera wî ya nava gelê xwe. Ji ber vê yekê, beşdarbûna vê mitîngê ji bo me pir girîng e."

Armanc azadiya Ocalan e 

Hevserokê Navçeya Navendî ya DBP’ê Mehmet Acar bang kir û got:"Werin em ji Êlihê ji bo pêşeroja gelê kurd û gelên Rojhilata Navînê ji bo aştiyê bibin bersiv. Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û ji bo girtiyên siyasî." Hevseroka DBP'ê yê Êlihê Mehdiye Demîrê der barê mitîngê de wiha got:"Em hemû gelê xwe, tevî gund û navçeyan, vedixwînin ku di mitînga xwe ya herêmî ku em ê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de, bi taybetî jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixin, dengê xwe bilind bikin."

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.