Li Lubnanê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Sibat 2026 - 02:35

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî li paytexta Lubnanê, Beyrûtê, perwerdehî û çandî li dar xist da ku zimanê Kurdî fêrî zarokan bike.

Di çalakiyê de ji bo zarokan û hişiyarkirina wan, zimanê Kurdî wekî zimanekî dîrok û bîra kolektîf, her wiha rola wê di parastin û veguhestina çanda Kurdî di nav nifşan de, hate teqez kirin.

Di dawiya çalakiyê de, zarokan beşek hunerî pêşkêş kirin ku bi rêya wê serbilindiya xwe ya bi zimanê xwe anîn ziman.

Komeleya Newroz diyar kir ku berdewamiya fêrkirina zimanê Kurdî ji bo zarokên li dîasporayê berpirsiyariyeke çandî û neteweyî ye.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.