Perwerdeya bi zimanê dayikê divê
Yekşem 7 Hezîran 2026 - 19:20

- Mehmet Saît Toprak diyar kir ku Ji bo zimanê Kurdî li ser piyan bimîneperwerdeya bi ziman divê û wiha got:” Li ser rûyê erdê tu ziman bê perwerde nikarinjiyana xwe bidomînin. Di cîhanê de hezar ziman hebûn. Lê her sal bi dehan ziman jiholê radibin. Sedema sereke jî bê perwerdebûn e. Tenê yek rê heye ku pêşiya bişaftinebigre. Ew jî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.”
ROZA METÎNA/AMED
Bi salan e zimanê Kurdî bi astengiyên curbecur rû bi rû dimîne. Gelê Kurd li dijî vanastengiyana li berxwe dide. Li gel van astengiyana daxwaza Gelê Kurd a ji bo naskirinastatuya zimanê Kurdî jî bilind dibe. Mamoste û rêveberê BOTAN – DER’ê Mehmet SaîtToprak li ser girîngiya zimanê Kurdî, daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, astengiyên lipêşiya ziman û xebatên BOTAN-DER’ê nirxandin kir. Mehmet Saît Toprak wiha got:” Demaziman tune bibe nasnameyek tune dibe. Ji bo wê ziman pir girîng e. Loma ji bo ziman pêşbikeve divê xebat bên kirin û perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayin.”
Ziman xala sereke ya jiyanê ye
Mehmet Saît Toprak diyar kir ku ziman ji bo gelan û neteweyan xala herî sereke ya jiyanê yeû wiha got:”Mirov û netew bi zimanê xwe têne nasîn. Ziman nasname û hebûn e. Divê em jî lidijî înkara vê hebûnê bisekinin. Dema ziman tune bibe nasnameyek tune dibe. Ji bo wê zimanpir girîng e. Loma ji bo ziman pêş bikeve divê xebat bên kirin û perwerdeya bi zimanê dayikêbê dayin.”
Perwerdeya bi zimanê dayikê divê
Mehmet Saît Toprak li ser mijara girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî jî wiha got:”Li ser rûyê erdê tu ziman bê perwerde nikarin jiyana xwe bidomînin. Di cîhanê de hezar zimanhebûn. Lê her sal bi dehan ziman ji holê radibin. Sedema sereke jî bê perwerdebûn e. Bi vanzimanan perwerde nehatiye dayîn û ji ser rûyê erdê rabûne. Bi teybetî zimanê Kurdî ev bisalan e li Tirkiyeyê bê perwerdehiya zimanê dayikê li ser piyan maye. Ev jî di rastiya xwe de serkeftineke mezin e. Desthilatdaran planên bişaftinê kirin meriyetê lê bi ser neketin. Lê diserdema me de pêşketina teknolojiyê gihandina her tiştî hêsan kiriye. Ji bo wê asîmîlasyon û bişaftinê jî bandora xwe hêsantir li ser civakê kiriye. Tenê yek rê heye ku pêşiya bişaftinebigre. Ew jî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.”
Bandora perwerdeyê ya li ser zarokan
Mehmet Saît Toprak li ser mijara perwerdeya bi zimanê dayikê ya li ser pêşketin û derûniyazarokan jî wiha got:”Têkiliya perwerdeyê û pêşketinê bi awayekî erênî bi hev re heye.Perwerde bi zimanê dayikê werê dayîn rewşeke erênî dê li ser zarokan çêke. Ji bo pêşketinawan û serketina zarokan xala sereke perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Lê mixabin liTirkiyeyê bi milyonan zarokên Kurdan ji perwerdehiya zimanê dayike bê par in. Bi zimanêbiyanî tên perwerdekirin. Ev jî birînên kûr li ser derûniya zarokan çêdike. Bi zarokên tirkan re bi tirkî li dibistanan dikevin pêşbirkan û ezmûnan. Ev jî bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dike. Ji bo wê divê zarokên kurdan tekez bi zimanê xwe ji pêşdibistanan hetazanîngehan perwerdeyê bibînin. Ji bo zarokan û zimanê Kurdî xalekî jiyanî ye.”
Li dij astengiyan divê xebat zêde bin
Mehmet Saît Toprak li ser mijara astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî jî ev tişt anî ziman:”Astengiyên mezin li pêşiya zimanê Kurdî hene. Bi dehsalan hatiye qedexekirin. Rojname, kovar, pirtûk, şano û sînema bi zimanê Kurdî nekarîn xebatên xwe bimeşînin. Ji bo pêşketinaziman ev xebatên min rêz kirin pir watedar in. Lê tekoşîneke bêhempa ya gelê me ev qedexeheta astekê dan rawestandin. Lê ev têkoşîn têrê nake. Divê têkoşîneke sîstematîk û kolektîf bêdayîn. Ne tenê bimîne ji hêviya zimanhezan re. Niha li Tirkiyeyê derfetên perwerdeya zimanêdayikê tune ye. Lê em dikarin gelek tiştan bikin. Li malên xwe, li kargehên xwe,li saziyênxwe hemû xebatên xwe bi Kurdî bikin. Û hişmendiyeke kurdewar ava bikin. Jixwe zimannebê zimanê bazarê nikarê jiyana xwe berdewam bike. Barê giran dikeve ser rêveberiyênxwecihî jî. Bi taybetî jî şaredariyan. Şaredarî dikarin gelek xebatan bikin. Di girtina karker û xebatkaran de şertê bawernameyên zimanê Kurdî deynin. Bi taybetî jî li bajarên Kurdistanêdu zimanî bixin meriyetê. Li ser navên taxan, navên gundan, bazaran, navên fêkî û sebzeyanher wekî din bi du zimanî xebat bên meşandin. Ez bawer im ev xebat werin kirin dêbandoreke erênî li ser civakê çêbike.”
Xebatên BOTAN-DER’ê
Belê, BOTAN-DER di 2022’yan hate vekirin. Berê ev kar bi rêya KURDÎ-DER’an dihatmeşandin. Lê mixabin sala 2016’an bi awayekî neqanûnî KURDÎ-DER Li her derê hate girtin. Di civakê de valehiyeke mezin a ziman û çandê çêbû. BOTAN – DER jî ji bo van valahiyan jiholê rake hate vekirin. Di komeleya me de xebatên ziman û çandê bi hevbeş tên kirin. Lê dipêşerojê de derfet jî çêbin dê xebat cuda bên kirin. Em di atolyeyên ziman de zimanê Kurdîhîn dikin. Ji asta destpêkê heta asta sêyem beş bi beş dersên hîndekariyê tên dayin. Dîsa dibetlaneya dirêj de em ê ji bo zarokan dewreya hînkirinê bidin destpêkirin. Ez bawer im dêwelatiyên li bajarê Sêrtê eleqeyeke mezin nîşan bide û serî li sazîya me bidin. Lê bi taybetî jîji bo zarokan pêwîstiya me bi materyalan heye. Em bi rêya we alîkariyê ji hemû derdorênziman û zimanhezan dixwazin. Ez bawer im ev xebata ji bo zarokan dê bandoreke êrênî li ser derûniya zarokan bike. Jixwe zarok pêşeroj û paşeroja me ne. Ji bo xwedîderketinê, divê jiheft salî heta heftêh salî hişmendîyeke kurdewar bê çêkirin. Di serî de dê û bav bi zarokan re bi Kurdî biaxivin. Şaredarî ji bo zarokan qreşên Kurdî vekin. Siyasetmedarên me rol û modelêm me ne, axaftina Kurdî dê bandoreke erênî li civakê bike. Xebatên çand û hûnerîdivê zehftir bên kirin. Ji bo xebatên ziman derfetên aborî divê bên afirandin. Xebatên zimanbên teşwîqkirin. Hişmendiyeke kurdewar li ser civakê bê çêkirin. Em dikarin mînakan zêdetirjî bidin. Ez hêvîdar im di demek nêz de astengîyên li hember zimanê Kurdî ji holê rabin û zimanê Kurdî bibe xwedî sitatu û zimanê perwerdehiyê.”














