Dewlemendiya li ser axa Mezopotamyayê
Sêşem 4 Tebax 2026 - 17:30

- Gelek dewlemendiyên li ser axa Mezopotamyayê bala cîhanêdikşînin. Her çiqas li dijî van dewlemendiyana ji dîrokê heta nihaêriş hatibin kirin jî lê bele dîsa jî li ser piyên xwe mane.
Li Kurdistanê bi salan e xebatên lêkolînê hene. Di encama vanxebatana de gelek dewlemendî derketine ser rûyê erdê. Wekî mînak, herî dawî di xebatên kolandinê yên li navçeya Koyeyê de hejmarekbermahiyên dîrokî derketin holê. Di nav bermahiyan de ya ku herî zêdebalê dikişîne, peykereke ‘jina ducanî’ ye ku dîroka wê digihêje 3 hezar sal Beriya Zayînê (B.Z). Ev vedîtin careke din bandora çanda dayiksalarî ya liKurdistanê radixe ber çavan. Ev yek dewlemendiya li ser axaMezopotamyayê radixîne pêş çavan. Dîsa wexta em Girê Mirazan jî bînebîra xwe li vir jî gelek bermahiyên dîrokî derketin holê û balkêşiya dîrokaKurdistanê derxist pêş.
Li Kurdistanê çanda Xwedawendiyê yek ji çavkaniya rastiya civakî ye. Her wiha xaka Kurdistanê ku dergûşa şaristaniyê ye, bi bermahiyênxwe yên di bin axê de careke din sirên dîroka jinê derdixe ser rûyêerdê. Li devera Gomeşîn a Şêxan a ser bi navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê, di encama xebatên rizgarkirin û kolandinê yêntîmên arkeolojiyê de, bermahiyên dîrokî yên gelek girîng hatibûndîtin. Gelek mînakên şaristanî û dewlemendiya li ser vê axê heneelbet.
Ji ber xebatên çêkirina rêya di navbera Koye û Hewlêrê de, metirsî liser cihwarên dîrokî çêbû. Ji bo vê yekê tîmên arkeolojiyê ji borizgarkirina dîrokê dest bi kolandinên lezgîn kiribûn. Di encama vankolandinan de sê gorên dîrokî hatibûn dîtin. Serokê tîma kolandinêArkeolog Hêmin Neman wê deme wiha axivîbû:”Di du goran de tabûtên taybet hene, lê dîtina herî balkêş û watedar di gora sêyemîn de derket holê. Di vê gorê de bermahî û nîşanên zayenda mê, bi taybetî jîpeykereke jina ducanî hate dîtin.”
Çawa çanda dengbêjiyê Kurdistanê bala kesên biyan dikşînin diheman demê de bermahiyên dîrokî jî bala wan dikşîne. Em dikarin liser vê mînakê jî bisekinin; Projeya "Hidden Treasures (XezîneyênVeşartî)” ku ji hêla Zanîngeha Kopenhagenê ve tê rêvebirin, bihezaran tabletên Mezopotamyayê yên bi nivîsa mîxî ku bi salan liMuzexaneya Neteweyî ya Danîmarkayê ne, li ser dîjîtalê dîsa dest bixwendina wan hatibûn kirin. Ev mînak di eslê xwe derfetekê jî ji bojiyana îro ya zanistî ava dike.
Hin tablet di heman demê de agahdariyên ku dîrok û mîtolojiyê bi hevve girêdidin jî dihewînin. Di tabletek ku navnîşek padîşahan e de navê lehengê efsanewî yê destanên Mezopotamyayê Gilgamêş heye. Lêkolîner diyar kirin ku ev tomar nîşan didin ku Gilgamêş dibe ku ne karakterek mîtolojîk be. Li gor gelek çavkaniyan Gilgamêş destanekeKurdî ye. Ev destan jî li cîhanê navdar e. Kurd di warê mitolojiyê de jîgelekî serkeftî ne.
Dîsa li gor Projeya "Hidden Treasures (Xezîneyên Veşartî)” ku ji hêlaZanîngeha Kopenhagenê ve tê rêvebirin, tablet ne tenê rêûresmên olî, di heman demê de jiyana rojane jî radixe ber çavan. Di nivên navberarêveberên xwecihî û qralên Asûr de lîsteyên personelan, tomarênenvanterê û tomarên bazirganiyê jî di arşîvan de cih digirin. Li gorîlêkolîneran, tişta ku wan herî matmayî hiştiye “meqbûzên bîrayê" bû. Pispor destnîşan dikin ku ev yek dibe ku tomarên danûstandinênkevnar ê dîrokê be. Bi vî awayî, derket holê ku mirovahiyê bi hezaransal berê tomarên xerckirin û bazirganiya rojane girtine.
Her wiha gelek tabletên bi nivîsên mîxî yên ku li vê herêmê hatinekeşifkirin, ku di tevahiya dîrokê de ji şaristaniyên wekî Sumer, Asûrîû Mîtanî re malovanî kiriye, ji bo têgihîştina dîroka Mezopotamyayêxwedî dewlemendiyeke çandî ya bêhempa ne. Ev tabletên ji axêmîrateyek ji xirbeyên kevnar ên li herêma Kurdistanê ne. Di hinektabletên ku aîdê serdema Asûrî û Mîtaniyan de ne, agahiyên berfirehên li ser avahiya siyasî, aborî û olî ya her du şaristaniyên mezin hene.
Hema bêje çavkaniya me ya tekane ya agahiyên li ser şaristaniyênMezopotamya yên kevn, tabletên ku wan li pey xwe hiştine ne. Hegerne ji van tabloyan bûna, îro di derbarê mîtolojiya Mezopotamya û şaristaniyên destpêkê de tu agahî nedidan me.
Lêbelê, agahdariya ku em ji tabletan distînin ne tenê bi jiyana civakî, mîtolojî an şêwazên hukûmetê ve sînordar in. Avahiyên van tabletan jîji hêla gelek ekîban ve bi berfirehî têne lêkolînkirin.
Zanyaran bi lêkolîna tabletên ku 3 hezar sal berê hatine nivîsandinkeşfek kirin. Zanyarên Brîtanî di lêkolîna xwe ya li ser rêze tabletênax ên şaristaniya Babîlê de, eşkere kirin ku Erd di wê demê de di navanormaliyek magnetîkî ya nepenî re derbas bû, li ser bingehabelavkirina tozên oksîdê hesin.
Tîmek bi serokatiya Mark Altaweel ji Zanîngeha Londonê ya Îngilîstanê 32 tabletên ax ên şaristaniya Babîlê lêkolîn kirin. Zanyaranbelavkirina tozên oksîdê hesin li ser tabletên axê, B.C. II, ku dinavbera 604-562 de hukumdarî kiriye. Wî delîlên guherîna qadamagnetîkî ya Dinyayê di 6 tabletên axur de ku di serdemaNebukadnezar de hatibûn nivîsandin bi dest xist.
Tozên oksîdê hesin ên ku ji qada magnetîkî ya Dinyayê hesas in, nîşandidin ku jeomagnetîzm di vê heyamê de ji ya ku diviya bû bi hêztir bû.
Encamên lêkolînê piştgirîya teoriya bi navê Anomalyeya Jeomagnetîka Serdema Hesinî ya Levantê dikin, ku anomalyeyeke mezin di qadamanyetîk a Erdê de di navbera salên 550 û 1050 berî zayînê de pêşbînîdike.
Pisporên ku berhemên dîrokî yên li Çîn, Bulgaristan û Atlantîka Bakurlêkolîn kirine, heta niha gelek delîl dîtine. Lêbelê, delîlên ji tabletêngilî yên aîdî şaristaniya Babîliyan pir bêtir diyarker û bawerpêker tênehesibandin.
Rastiya ku tabletên ku li Mezopotamyayê hatine dîtin bi awayekî pir rastir di dîrokê de cihê xwe girtine, ji zanyaran re amûrek bihêz peyda dike da ku guhertinên ku qada manyetîk pê re rû bi rû maye fam bikin. NAVENDA NÛÇEYAN







