Bougainville li benda parlamentoyê ye
Yekşem 30 Tebax 2026 - 15:00

- Parlamentoya Papua Gîneya Nû encamên referandûma herêma Bougainvilleê ya ji bo serxwebûnê xist rojeva xwe. Gelê Bouganvilleê di sala 2019'an de bi rêjeya 97,7% dengê xwe dabû serxwebûnê.
Encamên referandûma herêma xweser a Bougainvilleê ya ku di sala 2019'an de hatibû lidarxistin, piştî danûstandinên dirêj cara pêşiyê bi awayekî ket rojeva Parlamentoya Papua Gîneya Nû. Parlamentoyê dest bi nirxandina vê daxwaza serxwebûnê kir, lê biryara dawî ya pejirandinê bi mehan hat paşxistin.
Li gorî encamên referandûmê, ji 97,7ê% niştecîyên Bougainvilleê dengê xwe dabûn veqetîna ji Papua Gîneya Nû. Ji bo ku encama vê referandûmê têkeve merîyetê, divê Parlamentoya Gîneya Nû biryarê bipejirîne. Hat ragihandin ku herdu alî wê di meha çiriya pêşîn de ji bo dîyarkirina roja dengdana fermî ya parlamentoyê civînekê li dar bixin.
Serokwezîr James Marape bang li hemû parlamenteran kir ku bi baldarî li ser van belgeyan rawestin. James Marape destnîşan kir ku ev mijar tenê ne pirsgirêkeke destûrî ye, rasterast bi pêşeroja gel û pêvajoya aştiyê ve girêdayî ye. Li gorî çarçoveya plana şêwirê, biryareke erênî ya parlamentoyê wê bibe sedema pêvajoyeke derbasbûnê ya rêveberîya xweser û serxwebûna wê gav bi gav pêk bê.
Pêvajoya serxwebûna Bougainvilleê nifûsa wê nêzîkî 370 hezar kesî ye, xwe dispêre krîzên kûr ên dîrokî. Sedema bingehîn a aloziyê nakokiyên li ser parvekirina dahata kana zêr û sifir a Pangunayê û nasnameya etnîk e ku ji serdema kolonyalîst dimîne. Di salên 1990'î de, ji ber van nakokiyan şerekî navxweyî rû da û di encamê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Paşê di sala 2001'ê de peymana aştiyê hat îmzekirin û biryar hat dayîn ku referandûma serxwebûnê ji bo siberojê bê hiştin. Îro rêveberên Bougainvilleê daxwaz dikin ku heya îlona 2027'an desthilata xwe bi temamî xurt bikin û di sala 2030'yî de Bouganvilleê bibe serbixwe.
BERWAR NEWS







