1’ê Îlonê: Ber bi aştiyeke mayinde ve
Çarşem 2 Îlon 2026 - 15:00

- Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga 27’ê Sibata 2025’an ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye bi girîngiya vê rojê hîn zêdetir derdikeve pêş û aştiya mayînde û pê re entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirin.
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî, ku di dîrokê de bi destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn re tê bîranîn. Roja aştiyê ji bo civakên ku bi şer û pevçûnê re rû bi rû mane, bûye rojeke girîng a ji bo bilindkirina dengê aştiyê. Bi taybetî jî li Tirkiyeyê jî ev roj bi lêgerîna çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd re girêdayî her sal dibe rojeveke esasî.
Di dîroka lêgerînên aştiyê de 1’ê Îlonê bi navê Rêber Abdullah Ocalan re jî girêdayî ye. Rêber Abdullah Ocalan di salên cuda de, bi taybetî di qonaxên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfetên siyasî derketine holê, vê rojê wek demek ji bo bilindkirina îradeya aştiyê bi kar aniye û her xwestiye pirsgirêkan bi rêya aştiyê çareser bike.
Di 1’ê Îlona 1999’an de, Rêber Abdullah Ocalan bang kir û agirbest ragihand û daxwaz kir ku hêzên PKK’ê ji Tirkiyeyê xwe vekişînin. Di heman çarçoveyê de, di Cotmeha 1999’an de, Komên Aştiyê ji bo nîşandana îradeya çareseriyê hatin Tirkiyeyê. Ev gav, di dîroka lêgerînên aştiyê ya Tirkiyeyê de, wek yek ji yekemîn mînakên veguhastina îradeya çekdarî ber bi rêya siyasî ve hate dîtin. Ev jî ji xwe bi pêşengtî û bi saya Rêber Abdullah Ocalan pêş ket.
Piştî salên dirêj di sala 2009’an de lêgerîna aştiyê careke din bi Komên Aştiyê dîsa li Tirkiye û Rojhilata Navîn bû rojev. Di 19’ê Cotmeha 2009’an de, komeke 34 kesî ya ji Qendîl û Mexmûrê hatî, ji deriyê sînorê Habûrê derbasî Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bûn. Hatina Komên Aştiyê bi hêviyên mezin re hat pêşwazîkirin. Lê pêvajo, ji ber şert û mercên siyasî û nîqaşên li ser rêya çareseriyê, nikarîbû ber bi çareseriyeke mayînde ve were birin.
Îro, piştî salan 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di şert û mercên nû de tê pêşwazîkirin. Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê 2025’an de bi “Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk” ve qonaxeke nû li pêşiya Tirkiye û cîhanê ya pêvajoya çareseriyê danî.
Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de daxwaz kir ku PKK kongreya xwe kom bike, biryara dawîkirina têkoşîna çekdarî bide û xwe fesih bike. Di vê bangê de, çareserî ne tenê wek dawîkirina şer, lê wek avakirina civakeke demokratîk û pêvajoya entegrasyona demokratîk hate pênasekirin.
Piştî banga 27’ê Sibatê, di 1’ê Adara 2025’an de agirbest hate ragihandin. Di Gulana heman salê de jî PKK'ê biryara dawîkirina têkoşîna çekdarî û fesihkirina avahiya xwe ragihand û diyar kir ku ev tenê bi destê Rêber Abdullah Ocalan ve dikare were pratîzekirin û mayîndekirin.
Bi van gavan ve pêvajoya ku bi salan di navbera pevçûn û lêgerîna aştiyê de diçû û dihat, ket qonaxeke nû. Di vê qonaxê de, mijara sereke ji rawestandina çekan ber bi şertên siyasî û hiqûqî yên ji bo domandina aştiyê ye.
Di qonaxa nû de, yek ji mijarên sereke yên nîqaşê “entegrasyona demokratîk” e. Ev têgîn, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo ku hemû beşên civakê bikarin di çarçoveyeke wekhev û demokratîk de beşdarî jiyana siyasî û civakî bibin, wek bingehekê tê pêşxistin.
Ji vî aliyî ve, dawîkirina pevçûnê wek gava yekem tê dîtin; lê avakirina aştiya mayînde, garantîkirina mafên demokratîk û avakirina mekanîzmayên hiqûqî û siyasî ji bo entegrasyona demokratîk dikevin navenda pêvajoyê.
Di vê çarçoveyê de, 1’ê Îlonê dikare wek girêdana navbera bîranîna lêgerînên aştiyê yên berê û qonaxa nû ya “Aştiyê û Civaka Demokratîk” were nirxandin. Komên Aştiyê yên 1999 û 2009’an îradeya veguhastina pevçûnê ber bi çareseriyê ve nîşan dan.
Îro, li gorî perspektîfa ku Rêber Abdullah Ocalan di banga 27’ê Sibatê de pêşkêş kir, mijar derbasî qonaxeke din dibe: rawestandina şer dikare bibe bingeha aştiyeke mayînde û ev aştî dikare bi mekanîzmayên demokratîk û hiqûqî were garantîkirin.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN







