32 salên berxwedana Mexmûrê: Ji koçberiyê ber bi vegerek bi rûmet (V)

Duşem 31 Tebax 2026 - 17:30

  • Wargeha Mexmûrê her tim di bin êrîşên dewleta Tirk de ma û gelek caran hate valakirin. Di encama van êrîşan de gelek kes hatin qetilkirin û hinek ji wan jî birîndar bûn. Li gor salan encamake balkêş a êrîşan derdikeve holê.

 

Penaberên li Mexmûrê bicih bûyî, 7 wargeh ji ber êrişên dewleta Tirk avakirin û valekirin. Lê di wargeha 8’an de jî dewleta Tirk dev ji wan berneda û êrişî wan kir. Dewleta Tirk ji sala 2017’an heya sala 2024’an 16 caran bi balafirên şer û balafirên bê mirov êrişê wargeha Mexmûrê kir. Di encama êrişan de gelek kes hatin qetilkirin û birîndar bûn.

Piştî dewleta Tirk bi rêya ambargoyên PDK-Iraqê nekarî wargehê bide valekirin, vê carê serî lê rêyên leşkerî da. Wargeha Penaberan a Mexmûrê, wekî xeta hewayî (çûna rasterast) nêzî 170-180 kêlometreyan ji sînorê Tirkiyeyê dûre. Ger mirov bi rêya bejayî û di ser deriyê sînor ê Xabûrê (Sîlopî) re biçe, ev dûrahî dibe nêzî 258 kêlometreyan.

Belê tevî penaberên Mexmûrê ev qas kêlometre ji sînorê Tirkiyeyê dûrin, lê dewleta Tirk carek din jî êrişî wan kir û gelek caran wargehê bombebaran kir.

Li gorî vê;

Êrişên dewleta Tirk ên hewayî yên li ser wargeha Mexmûrê wiha ne:

Endamên Parastina Cewherî yên Mexmûrê Botan Amed, Bager Boran, Çekdar Mawa, Baz Dijwar û Dewran Mardîn 6’ê Kanûna 2017’an di encama êrişeke balafirên şer ên Tirk hatin şehîdkirin.

 -Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

-Di 15’ê Nîsana 2020’an de balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.

-Di 15’ê Hezîrana 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebû.

-Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir.

-Di 3’yê Îlona 2021’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn.

-Di 1’ê Sibata 2022’an de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Gelek kes birîndar bûn.

-Di 21’ê Gulana 2022’an de li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.

-Di 5’ê Tîrmeha 2022’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn.

-Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.

Di 7’ê Cotmeha 2023’yan de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker mizgeftek wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Ziyanek mezin gihişt xaniyên derdora mizgeftê.

Di 13’yê Cotmeha 2023’yan de jî balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk dagirker malek wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de jinek birîndar bû, derî û pencereyên malên derdor jî şikestin.

Di 17’ê Cotmeha 2023’yan li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû, 3 jin jî birîndar bûn. Dilovan di 5’ê Cotmehê de nîşanî bibû, dihat payîn di serê meha Mijdara 2023’yan de jî bizewice.

Di 10’ê Îlonê (2024) de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk, malek li nav wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebarankir. Di encama êrişa hovane de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn. Herwiha ji ber deng bandor li gelek zarokan bû û derî û pencereyên gelek malan jî şikestin.

Di 16’ê Îlonê (2024) de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker, carek din êrişî wargeha Mexmûrê kir. Balafirê baxçeyê malbatek xelkê wargehê bombebaran kir û ziyan gihişt baxçe.

ÎDRÎS KARA- ROJNEWS/MEXMÛR

Sibê beşa 6 û dawî

Bê guman rewşa penaberên Mexmûrê bi çareseriya pirsa Kurd ve girêdayî ye. Lewma bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re, wê rewşa wargeha Mexmûrê çawa be?

Rêber Apo di peyamek xwe ya ji bo Mexmûrê de xewstibû Mexmûr bi awayek kolektîf vegere. Lê dibe ku dewlet bixwaze Mexmûrê ji vê pêvajoyê cuda bigire dest û weke ku tiştek çênebûyî, tevbigere. Eger dewlet di ya xwede israr bike, wê helwesta xelkê Mexmûrê çawa be? Gelo wê şêniyên Mexmûrê piştî 32 salên tije êş û berxwedan, vegerin Tirkiyeyê yan na? Wê di çi şert û mercan de vegerin?  Ji bo vegerê çi daxwaz û mercên we hene?

Emê di beşa dawî ya rêze dosyaya xwe de bersiva van pirsên jor ji Hevserokên Meclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bedran Pîran û Hazar Nerexî werbigirin û bi were parve bikin.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.