Parastina bîranînan parastina şehîdan e

Pêncşem 27 Tebax 2026 - 17:30

  • Bîranîn, dema ku bi rastî tê parastin, ne tenê vegerandina nav û mertebeya şehadeta wan e. Parastina bîranînan di heman demê de parastina nirxên wan e. Rêya ku wan bi xwîn û canê xwe ronî kiriye, ne tenê mîraseke ku mirov li ser rûne û jê re serbilind bibe; ew berpirsiyariyeke pîroz e.

 

Ew ji bo min ne tenê navên li ser kevirên sar in ku tên nivîsandin; ew koka daran in ku îro ez di bin şaxên wan de bêhnê digirim, stargeha jiyana min û bingeha bîranînên min in.

Di nav rûpelên dîrokê de, her ku ez wan ji nû ve bi çavekî kûr û hişmendiyeke zelal dixwînim, bi nav û nîşanên wan ku canê xwe kirine pira azadiyê, zêdetir li ber çavên min ronî dibin. Di nav wan rûpelên bi xwîn û rûmet de, hin nav hene ku di dilê min de ji tîpan girantir in. Ew tenê ne navên kesên ku derbas bûn in; ew bîranîn, berxwedan û hêviyên pîroz ên siberoja min in.

Şehîd - ev peyva ku giraniya wê her tim li ser milê demê û di kûrahiya sînga min de ye- ji bo min ne tenê wêneyên li ser dîwarên bîranînan in. Ew avên zelal û coş in ku di zeviyên giyana min de diherikin û axa min ji hişkahiya bêaviyê diparêzin. Her ku ez li pey şopa wan dinêrim, ez ne tenê li siberojê dinihêrim; ez rû bi rûyê pirsên mezin ên hebûna xwe dibim:

Ez ji ku derê hatim?

Xwe dispêrim çi?

Û ez ê çi mîrasê li pey xwe bihêlim?

Pênûsa bêdeng dibe

Dema ku ez dixwazim li ser jiyana wan a bi rûmet binivîsim, peyv li ber giraniya navên wan diqerisin û di qirika min de dimînin. Pênûsa min, her çiqas bi zimanekî hestyar û bi êş bixwaze biaxive jî, nikare hemû barê wan jiyanên têrtijî hilgire.

Ji ber ku ew jiyan bi hûbra pênûsekê nayên nivîsandin. Ew bi her dilopa xwînê, bi her birîna li laş û bi her henaseya dawî ya ku li ser rûyê vê erdê hat dayîn, hatine neqişandin.

Ji ber vê yekê ye ku gotin carinan wateya xwe winda dikin û bêdengî dibe zimanê herî lal. Hin caran, li ber giraniya bîranînekê, bêdengmayîn ji bi hezaran peyvan girantir tê.

Lewra, her yek ji wan di şeva tarî ya jiyana min de stêrkeke geş e. Dema ku çavên min li wan stêrkan dikevin, ez di nav tarîtiyê de rêya xwe dibînim. Ew dibin ronahiyeke ku hêza azadiyê di nav xwe de digire û di demên ku rê li ber çavên min tarî dibe de, rênîşanî min dide.

Rêwîtiya hebûn û xwebûnê

Rêwîtiya wan, di kûrahiya xwe de, destana herî biheybet a mirovahiyê ye; destanek ku li dijî tarîtî, tirs û bindestbûnê hatiye honandin. Serhildana wan tenê helwestek li dijî zordariyê nebû. Ew dengê herî resen ê ruhê mirovan bû ku dixwest bi rûmet, azad û serbilind bijî.

Wan sînorên ku dem, tirs û zordarî li dora hiş û ruhê min ava bibûn, bi gavên xwe yên wêrek parçe parçe kirin. Wan nîşan dan ku mirov dikare di nav tarîtiyê de jî li ronahiyê bigere, dikare di nav tirsê de jî baweriyê biparêze û dikare di ber mirinê de jî bersivekê bide jiyanê.

Ji bo wan, azadî ne tenê peyveke li ser zimên bû. Azadî raman bû, rûmet bû, bêhn bû; şertê bingehîn ê hebûn û xwebûnê bû.

Ji ber vê yekê ye ku şopa wan li ser rûyê dîrokê wekî dirbeke mayînde maye; wekî şopa avê li ser axa hişk û beyar û wekî ronahiya sibehê ku li ser çiyayên serbilind tê tewandin.

Dîroka goristanên bêdeng

Îro jî, ew şop di nava her kêliya jiyana min de dijî.

Ez wan di her bîna biharê de dibînim, dema ku gul ji nava axê bi coş dibişkuvin. Ez wan di her dengê baranê de dibihîzim, dema ku toz li ser pelên daran tê şûştin. Ez wan di kenê zarokekî de dibînim, ku bê tirs li ser axa xwe mezin dibe. Ez wan di dengê dayikên me de dibihîzim, dema ku ji bo zarokên xwe siberojeke azad dixwazin.

Dîrok bi kevirên şikestî, goristanên bêdeng û wenda re diaxive. Ew bi bîranînên xwe-xwe dide xuyakirin; bîranînên ku bi demê re winda nabin, bi sal û sedsalan şopa xwe dihêlin.

Ew ne tenê li paş mane.

Ew di nav dilê min de ne. Di nav gotinên min, di hêviyên min, di xewnên min û di nav avabûna siberoja min de ne.

Heta ku ev ax ne di bin lingên dijmirovahiyê de be, heta ku çem bi azadî biherike, heta ku bayê azadiyê li ber çiyayan bigere û heta ku dilê min ji bo azadiyê lê bide, şopa wan dê li ser rêça rastiya jiyana min berdewam be.

Berpirsiyarî

Ji ber vê yekê, ez tu carî wan wekî kesên ku di demeke borî de jiyane nanêrim. Ew ne tenê di demên borî de mane; ew perçeyekî herî zindî yê bîranînên min, nasnameya min û hêviya min a siberojê ne.

Bîranîn, dema ku bi rastî tê parastin, ne tenê vegerandina nav û mertebeya şehadeta wan e. Parastina bîranînan di heman demê de parastina nirxên wan e. Rêya ku wan bi xwîn û canê xwe ronî kiriye, ne tenê mîraseke ku mirov li ser rûne û jê re serbilind bibe; ew berpirsiyariyeke pîroz e.

Berpirsiyariya min ew e ku ez li gorî wan nirxan bijîm û bidim jiyîn.

Mirin dikare giyan ji mirovan bistîne, lê nikare xewnê bikuje ku di dilan de zîl dide. Nikare hêviya ku ji navê wan maye ji holê rake. Nikare ronahiya ku ji jiyanekê derdikeve û di jiyanên din de diçûrise, vemirîne.

Ji bo ku şopa xewnên wan winda nebe, divê ez bi jiyana xwe nîşan bidim ku xwesteka wan tenê di gotinan de asê nemîne. Divê jiyana min berdewamiya wan hêviyan be.

Ew çûn, lê li pey xwe çavên min li asoyê vekirî hiştin.

Ew bêdeng bûn, lê dengê wan di guhên min de hîn bilindtir dibe.

Ew ji ber çavên min dûr ketin, lê rêya wan li ber min vekirî ma.

Ji ber ku ew bûn rê. Bûn ronahî. Bûn bîranîn. Bûn hêvî. Bûn dengê sibehên ku ji nav tarîtiya şeva xedar derdikevin û dibêjin: rê, her çiqas dirêj û dijwar be jî, bi gavên kesên ku bawerî pê anî ne, berdewam dike.

Şopa wan hîn xuya ye. Rêya wan li ber min vekirî û zelal e. Û ronahiya wan hîn jî sibehên min bi aramî ronî dike.

Lewra divê ez li pey şopa wan bimeşim-ne tenê bi nav û gotinan, lê bi jiyanekê ku layiqî mîrateya wan be.

Ji ber ku rêya ronahiyê qet bi dawî nabe.

Her nifşek ku li ser wê rêyê gav davêje, ronahiyeke nû li ber rêya nifşê ku li dû xwe dihêle vedike. Bi vî awayî, ronahî ji nifşekî bo nifşekî derbas dibe; bîranîn dibe berpirsiyarî, berpirsiyarî dibe jiyan û jiyan dibe berdewamî.

Û di dawiyê de, hemû rêyên me li ser vê rastiyê li hev dicivînin:

Şehîdên me, rêya ronahiya me ne!

HOGIR BERBIR/AZADIYA WELAT                                                                                              

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.