Di şerê paradîgmayan de têgîna Rojhilata Navîn
Çarşem 19 Tebax 2026 - 16:00

- Şerê li asîman û axa vê herêmê ango wek dewletên ‘rojavayî’ bi nav dikin, li ser axa ‘Rojhilata Navîn’, di eslê xwe de şerekî paradîgmayan e. Sîstema rojavayî ya ku li ser bingehê hiyerarşî, dewlet-neteweyê, desthilatdariya mêr û rûxandina xwezayê ava bûye, nikare tehemûla hebûna paradîgmayeke alternatîf bike.
Çand û ruhê resen ê vê axê ku bi sedsalan hewla jiyaneke hevpar, komunal, ekolojîk û piralî daye, wekî xetereyeke herî mezin a li ser modernîteya kapîtalîst tê dîtin. Ji ber vê yekê, biçûkxistin û ‘paşketî’ dîtina herêmê, hewldaneke sîstematîk e. Ji bo ku her çirûskeke şoreşa hişî an civakî ya ku dikare vê dergûşê ji nû ve derbixe, di serî de were fetisandin û dinya her tim di bin yek navendî û yek sîstemê de dîl bimîne.
Têgeha Eurocentrism
Pênaseya bingehîn û avakirina navenda gerdûnî, têgeha Eurocentrism ango Ewropanavendî, pergaleke ramanî û felsefî ye ku Ewropayê û nirxên çandî yên ‘rojavayî’ dixe navenda hemû cîhanê û her tiştê li derveyî wê wekî derdor pênase dike. Li gorî vê nêrînê, dîrok, çand, zanist û pêşveçûna Ewropayê mîna pîvaneke gerdûnî û modela herî bilind a mirovahiyê tê qebûlkirin. Çand û dîroka gelên din ên mîna Asya, Afrîka yan Amerîkaya Latîn tenê di bin siya vê navendê de wateyê qezenc dikin û pir caran wekî paşdemayî yan jî kêm-pêşketî têne dabeşkirin. Ev hişmendî dihêle ku mirov fêr bibe ku cîhanê bi çavên Ewropayê bibîne û her tiştî li gorî pîvanên wan bipîve.
Di warê erdnîgarî û dîrokê de, Eurocentrismê rûyê erdê û herikîna demê li gorî berjewendiyên xwe yên polîtîk dîzayn kiriye. Ji ber ku hêzên kolonyalîst ên mîna Brîtanya û Fransayê di sedsala 19’an de nexşeyên cîhanê xêz kirin, wan xala sifirê ya dema cîhanê birin Londonê û li ser nexşeyê welatên xwe li jor û di navendê de bi cih kirin. Ev bandor xwe di dabeşkirina serdemên dîrokê de jî nîşan dide.
Rastiya fîzîkî ya cîhanê
Dema ku em li şiklê fîzîkî yê cîhanê dinêrin, em dibînin ku rûyê erdê wekî her gerdûnekê girover xwediyê tu quncik, goşe yan jî navendeke xwezayî nîne. Di fîzîka gerdûnê de têgînên mîna ‘Rojhilat’ û ‘Rojava’ tenê li gorî cihê ku mirov lê radiweste wateyê qezenc dikin. Ji ber vê yekê, navê ‘Rojhilata Navîn’ ne encama lêkolîneke erdnîgarî ya fîzîkî ye, ew berhema rasterast a dîroka mêtingeriya Ewropayê û polîtîkaya hêzên mezin e. Sedsalên 18 û 19’an, serdema ku nexşeyên cîhanê yên îro hatin xêzkirin, serdema serdestiya leşkerî û aborî ya Împaratoriya Brîtanyayê û Fransayê bû. Wan gava nexşe çêkirin, welatê xwe danîn navenda cîhanê û Merîdiyena Destpêkê (Greenwich) li Londonê wekî xala sifirê pejirandin. Bi vî rengî, herêmên din ên cîhanê hemû li gorî dûrî û nêzîkiya xwe ya ji Londonê nav girtin.
Heta gotara Alfred Mahan
Di sedsala 19’an de, dema ku Brîtanî li asîmanê cîhanê digeriyan, herêmên li rojhilatê welatê xwe li gorî pîvanên leşkerî dabeşî sê beşan kirin. Herêma ku herî nêzî wan bû û di bin kontrola Împaratoriya Osmanî de bû, jê re gotin ‘Rojhilata Nêzîk’. Welatên pir dûr ên mîna Çîn û Japonya bûn ‘Rojhilata Dûr’. Herêma di navbera van her duyan de, yanî herêma ku îro wekî Îran, Iraq û Kendava Besrayê tê naskirin, wekî navber hat dîtin û navê ‘Rojhilata Navîn’ lê hat kirin. Ev têgîn cara yekem di sala 1902’yan de ji aliyê stratejîstê deryayî yê Amerîkayî Alfred Thayer Mahan ve, di gotarekê de bi awayekî fermî hat bikaranîn. Mahan ev nav bi taybetî ji bo destnîşankirina girîngiya leşkerî ya herêmê bikar anî, ji ber ku ev der mîna pireke stratejîk a li ser rêya Hindistanê (ku wê demê di bin destê Brîtanyayê de bû) dihate hesibandin.
Şoreşa hişî ya Nawal El Saadawî
Di nîvê duyem a sedsala 20’î û destpêka sedsala 21’ê de, ev navkirina kolonyalîst di cîhana akademîk û felsefî de rûbirûyî berteke xurt hat. Di nava van dangan de ya herî diyar û giring, rexneya nivîskar û parêzvana mafên mirovan a Afrîkayî (Misirî) Nawal El Saadawî bû. Nawal El Saadawî diyar kir ku ev têgîn bi temamî amûreke mêtingeriya hişî ye û zimanê bindestiyê ye. Wê bi rûyê rojava re got ku mirov divê hertim vê pirsê bike: “Em li gorî kê ketine navendê û li gorî ku derê rojhilat in?” Ji bo ronîkirina vê şaşbûna hişî, wê nêrînek berevajiya nexşeyê pêşniyaz kir û got: “Wê demê gava ez diçim Brîtanyayê ez dibêjim ez li ‘Rojavayê Navînim’ (Middle West), gava ez diçim Amerîkayê jî ez dibêjim ez li ‘Rojavayê Dûri’ (Far West).” Vê şîroveya wê ya qetmebûyî nîşan da ku çawa sîstema serdest a cîhanê hiş û zimanê gelên herêmê dagir kiriye da ku ew her tim xwe wekî ‘derdor’ û Ewropayê jî wekî ‘navend’ bibînin.
Rexneyên Oryantalîzmê
Ji bilî herikîna felsefî ya Nawal El Saadawî, zanyarên mîna Edward Saîd jî di xebatên xwe yên li ser Oryantalîzmê (nêrîna Ewropa û Amerîka ya li ser gelên Rojhilat) de piştrast dikin ku ev pênase nasnameya resen a herêmê biçûk dixe û wê wekî ‘ya din’ pênase dike. Ji ber vê yekê, îro gelek saziyên zanistî, zanîngeh û lêkolerên serbixwe hewl didin zimanê xwe ji vê paşdemaya kolonyalîzmê paqij bikin. Di nexşeyên zanistî û akademîk ên serdema nû de, li şûna vê têgîna polîtîk, navên erdnîgarî yên fîzîkî û rasteqîn têne bikaranîn. Ji bo welatên parzemîna Asyayê navê ‘Asyaya Başûr-Rojavayî’ û ji bo herêma berfireh a ku Misir û Bakurê Afrîkayê jî dihewîne, navê rasteqîn ê mîna ‘Bakurê Afrîkayê û Asyaya Rojavayî’ tê tercîh kirin da ku sînorên hişî yên kevn werin şikandin.
Rizgariya hişî
Ev têgeh rasterast nîşan dide ku çima îro navên mîna ‘Rojhilata Navîn’ ji aliyê gelên herêmê ve bêyî fêmkirin hatine qebûlkirin. Gava em pîvanên modernîteyê, şêwaza jiyanê û tespîtên li ser pêşketinê tenê di sîstema rojavayî de dibînin, em di bin siya vê Ewropanavendiyê de tevdigerin. Ji ber vê yekê, fîlozofên mîna Nawal El Saadawi û her weha rexneyên Rêber Abdullah Ocalan yên li ser modernîteyê, bang li gelan dikin ku berî her tiştî hiş û zimanê xwe ji vê nêrîna Ewropanavendî paqij bikin. Şikandina vê sînorê hişî dihêle ku mirov rastiya dîrokê û çandên cuda ên cîhanê bêyî çewisandin û bi awayekî wekhev, adil û serbixwe binirxîne.
ROJNEWS/FARQÎN KARA







