Têkoşîna tîpên qedexe

Yekşem 16 Tebax 2026 - 17:28

  • Şevek ji xelat û tîna banga bendewariyên sibehê bû. Dengên xwezayî ji ronahiya taveheyvê dinuqutîn û diherikîn ser kezebên ku ji birînên necebirî re tûrikê hêviyê didirûtin. Teyisandina stêrkan car caran reng û gazinê şevê bi çavekî kelogirî diguhert. Car caran qêrînên sar û qeşagirtî di bîbikên asîmanên tarî de sor dikirin. Ji aliyekî din ve jî di kefa destên xeyalên sincirî de tenêbûnên jankêş ên ku hatibûn jibîrkirin li ber mirinê bûn.

 

Lê li kendalekî din xeyalekî cuda li dû xericandina kêferatên bi kelecan û hêviyên dilazad digeriya. Hêviyên cuda û bendewar. Di carekê de dengekî nerm û hezbar ku ji jêderka awazên xemrevîn diherikî dil, ew xeyal lerizand:

“Berxika min.”

Berxika deşt û çiyan bi dengekî zelal û hestewar bersiv da:

“Kerem bike dayê.”

“Tu îşev li asîmanê temaşe dikî û çi difikirî dîsa, Guldexwîna min?”

Guldexwîn!

Wateya hestên şanaz bû ev nav. Nexşeyek ji ronahiya stêrkên şevê, armanc û newayek giranbiha… Guldexwîna wategiran, berê li asîmanê nihêrt, bêhnek kûr kişand û dawiyê pirsa dayika xwe bersivand:

“Dayê, tu dizanî? Hindik maye ku stêrkên ‘Mem û Zîn’ bi hev bixericin. Şeva ku Mem û Zîn bi hev bixericin ez ê wan temaşe bikim û xwesteka xwe ya ku di cîhanê de herî zêde dixwazim pêk were, ez ê serê xwe bilind bikim û wê xwesteka xwe biqêrim.”

Dayika şîrhelal bi hestekî geş mizicî û got:

“De ka wê xwesteka xwe ya ku di cîhanê de herî zêde tu dixwazî pêk were ji min re bibêje.”

“Na dayê, ez nabêjim!”

Dayika şîrhelal li ber vê gotinê matmayî ma û bi awirên meraqdar pirsî:

“Ji bo çi tu nabêjî berxika min?”

“Dema ku me xewnên xweş didîtin, te digot xewnên xwe nebêjin, dibe ku betal bibe. Dema ku ez vê xwesteka xwe bibêjim, ditirsim ku ev xwesteka min jî betal bibe. Loma ez nabêjim.”

Dayika şîrhelal li hemberî vê gotinê hestiyar bû. Li çavên Guldexwîna xwe, bi sekneke ku “ji Kela Dimdimê” bû nihêrt û çirûskvedana xwesteka berxika xwe bêdeng di dilê xwe de erê kir.

Jiyanê her dem hêviyên nûgeş wekî bayekî hênik di kozika xemzeyên xwe de niştecih dikir. Di bextê xwe de ala şînawazên sorgulî li ba dikir. Guldexwînê jî piştî bendewariya hêviya stêrkên ku navên wan Mem û Zîn danîbû, çavên xwe ji hêviyek nû û ji roja ku dê tu carî nikaribin tarî bikin, vekir. Çawa ku çavên xwe vekir, çavên wê li nivîsa dîwar a ku ji aliyê dilrewanê nemir Mûsa Anter ve hatibû nivîsandin, ket. Behreya têkoşînên gewre di nivîsa xwe de, hestên xwe bi vî rengî anîbû ziman:

“Ev çi agir û zilm e? Kes wekî min şêst salî di nav vî agirî de neşewitî! Agirê ku nahêlin tu bi zimanê dayika xwe binivîse.”

Guldexwînê bi xemla kelecana nûzayî ji nav nivînê xwe rabû, rahişt lênûska xwe ya ku bavê wê yê dilovan diyarî wê kiribû. Lê vê carê çavên wê yên ku nedixwest di nav şerfiroşiya neyarên hovdar de biqurmiçe li nivîsek nû ket:

“Kurdno! Zimanê neyaran li xwe nekin kiras da ku hûn nemînin tazî û pêxwas!”

Guldexwînê rûpelên lênûska xwe ya ku kelecana zimanê dayikê bi per û bask dikir dîsa zîvirand. Vê carê jî wêneyê Ehmedê Xanî dît; wî teşeyekî nû dabû esera klasîk a bi navê “Mem û Zîn”. Piştî dîtina wêneyê Ehmedê Xanî gotina rojhilatnasê navdar Mînorsky hat bîra Guldexwînê. Ku bi ahengek dilniwaz wisa gotibû: “Kurd xwedî wêjeyek gelek dewlemend in. Gelek stran, çîrok û destanên wan hene.”

Bi kelecana van gotinan û wêneyê Ehmedê Xanî, Guldexwînê ji malê derket; ji bo ku kelecana xwe ya nû û bedew hembêz bike. Kelecana wê ya nû vekirina dibistana seretayî ya bi navê “Bêrîvan” bû. Ev kelecana gewre ya ji rûyê mizgînxêran bûbû sedema bişkivandina sebir û deyaxên ji bîbikên berbangê. Berbangên ku li ewlegeha canvejînê wekî henaseya biharê dihatin pêşwazîkirin. Roj li dû hev dibihurîn. Êdî dema geşbûna kelecana Guldexwînê ya ji bo daxwaza ku di cîhanê de herî zêde dixwest bi cih bê hatibû. Wê şevê hewce dikir ku heta wextekî dereng li hêviya xericandina stêrkên bi navê “Mem û Zîn” bimîne. Û bi dengvedana tovavêtina nefelên çarpel xew neket çavên wê. Heta çar û nîvê sibehê li hêviya xericandina stêrkên bi navê “Mem û Zîn” ma. Li hêviya hevşabûna kêferatên ji hebûna tîrêjên şevê bû. Car caran xilmaş dibû, lê dîsa bi efsûna giyanên ronayîdar hişyar dibû. Dema ku hişyar dibû serê xwe radikir û li asîmanên ji şewqa evînê temaşe dikir. Pir hindik

mabû ku “Mem û Zîn” bi hev bixericin. Kelecana Guldexwînê hew mabû ku ezmên biqelêşe. Lê dengekî ji rengê mirovatiyê dûr, kelecana Guldexwînê nîvco hişt.

“Derî vekin!”

“Ku hûn venekin em ê derî bişikînin!”

Tirs û xofeke kûr dewsa wê kelecanê girtibû êdî. Dayika şîrhelal bi lez û bez wekî ku birûsk li ser mala wan bidin rahişt Guldexwînê û ew bir ku li derekê veşêre.

“Dayê, ‘Mem û Zîn’… Xericandin… Daxwaza min a…”

Hevokên ku Guldexwînê herî zêde doza wan dikir mixabin li erdê û di bin hovdariya neyaran de rêz bûbûn. Reşebayê şevê tenê dengên çar guleyan û gotina “bavo!” ya ku di qirikê de aliqî mabû, li dû xwe hiştibû. Her çiqas Guldexwînê wê şevê nebû şahidê xericandina “Mem û Zîn”ê jî wê tu carî hêviya xwe winda nekir û di qoziya dilê xwe de ew hêvî her dem germ dikir. Vê carê ji bo xwesteka wê bi cih were serî li rêbazek din da. Dest bi jimartina stêrkan kir. Ku deh rojan li ser hev stêrk bijimarta dê di roja yanzdehan de xewnên xweş bidîta û xwesteka wê dê bi cih bihata. Bi sebir û deyaxek, ji feyza taverojên serbixwe her şev deh heb stêrk dijimart. Dem bihurîbû dîsa û li dû xwe gelek birînên pînekirî hiştibû. Jimartina stêrkên şevê yên ku hêviyên ji tîna rojê di dilê Guldexwînê de geş dikirin jî qediya bûn. Êdî şeva dawiyê wê bi xewnên rûbedew çavên xwe ji ronahiya sibehê re vekira. Çavên westiyayî hêdî hêdî dihatin girtin. Mijangên ji rengê tariya şevê li hev diketin. Xewnek ji nalîna şevê filitî û hat li ser mexzena dilê Guldexwînê sekinî.

Roj, bi lîrandinek ji dil li ser çiyayekî ku tu carî çavên xwe ji zilmê re netewandibû, bilind dibû. Li kendala çiya Guldexwînê ji coşa tîrêjên têkoşer bi hewldanek rûmetdar rûyê xwe dabû lûtkeyên ku nêzî rojê bû. Hewl dida ku hilkişe ser lûtkeya çiyayên berxwedêr, destên xwe dirêjî rojê bike û xwesteka xwe ya ku di cîhanê de herî zêde dixwest bi cih bê, bi rojê re parve bike. Lê hişmendiya hovane ya ku di sedsala 21'em de jî nehatibû guhertin ev kelecana pîroz dîsa nîvco hişt. Bi gulebaranên ku ji helwesta sekna mirovatiyê dûr, agir bi çiya ket. Daristan jî pê re dişewitîn. Qêrîna Guldexwînê li asîmanê bêstûn olan dida. Dûmana reşqetran çiya hêsîr girtibû. Di nav wê dûmana reşqetran de Guldexwînê

hîn jî li hêviyekê digeriya. Rûyê xwe dîsa bi aliyê rojê vekir. Çar tîpên qedexe li ser lêvên rojê deng vedidan. Guldexwînê her ku nêzî tîpên qedexe dibû, dûmana reşqetran winda dibû. Tîpek ji berxwedana Amedê, yek ji halana Qamişloyê, yek ji henaseya Mahabadê, ya din ji azadiya Hewlêrê bû.

Guldexwînê çavên xwe bi têkoşîna tîpên qedexe vekir. Dema ku ji xew hişyar bû ji devê wê tenê gotina “têkoşîna tîpên qedexe” derket. Dayika Guldexwînê ya şîrhelal jî li hemberî wê rûniştibû. Bi rûyekî ku bendewarî diniziland ser dilê gewre li Guldexwînê temaşe dikir. Bêhneke kûr kişand û got:

“Erê adaroka min, tîpên qedexe a niha li dibistanên bi navê Ferzad Kemanger, Alî Erel, Bêrîvan û Dayika Ûveyş têkoşîna xwe berdewam dikin. Her ku dibistan tên mohrkirin bi vîneke bêhempa dîsa ew mohr ji aliyê gelê kurd ve tê şikandin.”

Daxwaza Guldexwînê dîsa bi cih nehatibû, lê têkoşîna tîpên qedexe ew hêvî bê stargeh nehiştibû. Li her alî olan dabû! Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Dêrik… Bi feyza têkoşîna tîpên qedexe Guldexwînê xwest ku derkeve derve û biçe dibistana “Bêrîvan”ê; ya ku ronî dida geşedana zimanê ji ahenga bihuştê. Û hêza xwe ji van gotinên Mîr Bedirxan girtibû: “Yên di mala xwe de kurdî nepeyivin, ew ê kurdî ji bîr bikin. Ên ku kurdî ji bîr bikin, ew ê Kurdistanê ji bîr bikin. Ên Kurdistanê ji bîr bikin ne keç an kurê min in.”

Dema ku Guldexwînê bi kelecana siberojên rûgeş derket ber devê derî, gulebaranên ku li ser xaniyê wê û di xewna wê de xezeb dibarandin, yek jê hat li bedena wê asê bû. Bedena wê ya ku ev hîn deh sal bû çavên xwe ji rojê re vekiribû.

Gazinên reşxemgîn li dû bêdengiyekê, lorîkên ku hîn ji dayik nebûne, dilorandin! Kajînên derbeker li wargeha bendewariyê, niqirîskên azirî dihonandin! Lê hêviyên “Cemîle” ku wateya navê “Guldexwînê” li ronahiya roja çavên wê hatibû barkirin, hîn germ bû. Hêviyên wê germ lê laşê wê cemidî bû. Di hundirê sarinceke qeşagirtî de lorîk û dilopên hêsirê dayika wê ya şîrhelal diniqutî ser lênûska wê. Lenûska ku di rûpelên wê de daxwaza pîroz hatibû nivîsandin.

Daxwaza pîroz, “Azadî û serxwebûna Kurdistanê!” bû

ROZA METÎNA / JI PIRTÛKA GULIYÊN JI BÊHNA ŞIMAMOKAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.