Jina jêhatî û qehreman: Fata Reş

Çarşem 5 Tebax 2026 - 17:30

  • Jinên kurd bi sekna xwe, bîr û baweriya xwe bi têkoşîn û serfiraziya xwe her tim di rûpelên dîrokê de cihekî girîng girtine. Yek ji van jinên hêja û leheng Fata Reş e. Vê jina hêja li dû xwe navek û bibîranînek giranbiha hiştiye.

 

Jinên kurd di dîrokê de di gelek qadan de bi serkeftina xwe ya dibe mînak derketine pêş. Tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedane. Yek ji jinên kurd a leheng ku bi nasnameya xwe ya têkoşîna di nava şer de derketiye pêş Fata Reş e. Wê bi helwesta xwe bandoreke mezin li dîrok û civaka kurd kiriye. Di lîteratura Rojava de wekî  Reîsa Eşîreta Kurd a Amazon, Prensesa Kurdan, Şêra Kurdistanê, Lehenga Kurdistanê tê bibîranîn. Ev jî serfiraziya vê jina hêja ye. Fata Reş di heman demê de li dijî qalibên zayenda civakî yên têkildarî leşkerî û şer jî bûye mînak. Ew jineke taybet bû. Li dijî rolên baviksalarî yên kevneşopiya bi salan bû mînakeke mayinde.

Fata Reş dîroka lehengiyê ye

Her jinek bi lehengî yan jî bi taybetiyeke dinê di dîrokê de navê dide nivîsandin. Hinek bi wêjeya xwe, hinek bi hunermendiya xwe, hinek bi lehengiya xwe, hinek bi denbêjiya xwe û her wekî din her jinek bi awayekî cuda navê xwe di dîrokê de didin nivîsandin. Fata Reş jî bi lehengiya xwe navê xwe di dîrokê de daye nivîsandin. Di derbarê zayin û mirina Fata Reş de agahiyên teqez li ber destan tune ne. Fata Reş xwişka Bilalê Reş ê serekê eşîreta  Sinemilli ye. Li dora salên 1820-30'yan Fata Reş dikin bûka Gundê Emiranê. Dîsa li dora salên 1840'î Bîlalê Reş diçe ser dilovaniya xwe û dewsa wî Beko Axa tê. Lê belê eşîret ji ber zilma wî Beko ji axatiyê dixin û dewsa wî lawê Bîlalê Reş Elî dibe axa. Ew jî pênc salan axatiyê dike û piştre diçe ser dilovaniya xwe. Eşîretê piştre Fata Reş kirine serek. Dema di 1853'yan de şerê Qirimê dest pê dike bi banga Osmaniyan bi li dora 300 siwarî û peyayan ji bo beşdarî vî şerî bibe diçe Stenbolê. Di wê demê de Îngiliz û Fransizî jî tevî Osmaniyan beşdarî vî şerî dibin. Di nava leşkerên ji Ewropayê hatine de nivîskar, rojnameger, wênesaz jî hebûne. Yekîtiya mîlîs a di bin kontrola Fata Reş de bala welatiyên Stenbolê û Rojavayiyan dikşîne. Ji vana yek wê demê dîrokzanê hunerê Gusieppe Fossati yê tamîra Ayasofyayê dikir bû. Xêzkirinê Gusieppe Fossati di 15'ê Nîsana 1854'an de bi rêya Kovara L’Illustration Journal Universel li ser çapemeniya Fransayê derdikeve pêş. Li binê gravurê ‘Kara Fatima, l’héroine du Kurdistan, a’ Constantinople’ angot 'Lehenga Kurdistanê Fata Reş li Stenbolê ye' tê nivîsandin. Fata Reş a bi nav û deng a di rûpelên dîrokê de cihê xwe digire ji jinên dinê re jî dibe mînak û îlham.

Fata Reş jineke wêrek bû

Vê sefera Fata Reş bi taybet li ser medyaya Ewropayê deng dide. Balê dikşîne. Di van salan de li ser hespa xwe siwar dibû û wekî "mêran" li Qada Uskudarê digeriya. Xof di dilê wê de tunebû. Di kovar û rojnamegerên Îngiliz, Elman, Fransizî, Swêdî, Osmaniyan ên mîna The İllustrated London News, Globus, Le Tourdu Monde, Svenska Family-Journalen, Jiyana Jinan de li ser Fata Reş nûçe dihatin weşandin. Ev jî cihekî dinê yê serfiraziyê ye. Li ser vê gerê nûçeya yekem di Rojnameya The İllustrated London News de bi sernava 'Fata Reş li Stenbolê ye' tê weşandin. Di 22'yê Nîsana 1854'an de rojname cihekî berfireh dide serdana Fata Reş a Stenbolê. Di nûçeyê de tê gotin ev jina kurd bi 300 şervanan tê Stenbolê da ku bi 1'emîn I. Abdulmecid re hevdîtinê bike û bîne ziman ku ew ê li gel Osmaniyan cih bigire. Li gor nûçeyê Fata Reş bi eleqeyekê ji aliyê Sultan ve li qesrê hatiye pêşwazîkirin. Her wiha di rojnameyê de dihat gotin hevjînê Fata Reş berê ji ber bi Sultan li hev nekiriye ew avêtine Zindana Kandiyayê. Fata Reş li gor serdema xwe xwediyê wêrekiyeke taybet bû. Yan na wê navê wê di rûpelên dîrokê de nehatiba nivîsandin.

Qalibên zayendperest hildiweşîne

Sekna Fata Reş qalibên zayendperest ên wê serdemê jî hildiweşîne. Çimkî di wê serdemê de jî serdestiya mêr heye. Lê Fata Reş li dij vêya dev ji sekn û wêrektiya xwe bernedaye. Fata Reş a ku di dîroka jina kurd de xwediyê cihekî girîng e li hinek herêmên kurdan wekî Fata Nêr jî dihat binavkirin. Li ser jiyana wê rîwayetên cuda hene. Ji xeynî çapemeniya Îngilîz û Fransiyan di çapemeniya Elmanan de jî Fata Reş cih digire. Di nivîsa gravur ya di Globusa Kovara etnolojî û antropoloji ya Elmanan de di 1868'an de behsa Fata Reş tê kirin. Di vir de jî Fata Reş wekî "Fata Reş, eine kurdische prinzessin", "Fata Reş a Prensesa Kurdan" tê binavkirin. Fata Reş li gor serdema xwe hinek nêrîn û helwestên jiberkirî jî hildiweşîne.

Dibe eynika civakê

Jinên wiha jêhatî her tim ji civakê re dibin eynik. Fata Reş jî bûye eynikeke pêşiya civakê ronî dike. Li gor hinek çavkaniyan Fata Reş di nav kurdên Meraşê de îro hîn wekî Fata Reş û Fato Paşa tê zanîn. Hinek kesên ji binyata wê tên paşnavê wan Fatareş e. Li Çiyayê Engizekê yê eşîreta Sinemiliya lê pir dijîn cihên bêhnvedanê yên wekî çem û zozanan ên li ser navê wê "Nale Fataraşe" hene.

Di bin siya mêran de nema

Fata Reş bi helwesta xwe qalibên civakî jî hilweşand û di binê siya mêran de nema. Her wiha di 1881'ê de di kovareke Swêdî de li ser Fata Reş nivîsa bi navê "Amazonek" tê nivîsandin. Di nivîsê de tê gotin di sedsala me de yeka dişibe Tassos Clorinda, Fata Reş derketiye ser rûyê erdê. Her wiha di nivîsê de balê dikşînin ser şibandina di navbera Jeanne d’Arc û Fata Reş de. Li cîhanê jinên leheng ên mîna Fata Reş pir in. Lîteratura tirkî ya berî Komarê û piştî Komarê ya derbarê Fata Reş de dibe du beş. Di serdema Osmaniyan de di 1867'an de yê cara yekem balê dikşîne ser Fata Reş ji fermandarên Firka-i Îslâhiye û wekî dîrokzan tê binavkirin Ahmet Cevdet Paşa ye. Di berhema xwe ya Ma'ruzat de behsa Fata Reş û eşîreta Cerid dike. Di nava weşanên Osmaniyan de jî yê cara yekem wekî Amazon behsa Fata Reş dike Ahmed Midhat Efendî ye. Ev nivîsa ku nivîskarên kurd wekî çavkanîyê digirin bi sernivîsa "Amazon ango jinên şervan" tê nivîsandin. Her çiqas di hinek çavkaniya tirkî de wekî jina 'tirk' derbas bibe jî ev ne rast e. Di weşanên serdema komarê de nasnameya Fata Reş tê veşartin û wekî jinên beşdarî Têkoşîna Neteweyî bûne tê binavkirin. Divê jin her tim wekî jinên di dîrokê de navên xwe dane nivîsandin wêrek bin. Di bin siya mêran de nemînin.

Parastina nirxên civakî dike

Fata Reş di heman demê de parastina nirxên xwe yên civakî jî dike. Bi vê yekê jî behsa wê tê kirin. Di çavkaniyên kurdî yên berê de pir kêm li navê Fata Reş tê rasthatin. Di pirtûka bi navê Adler Von Kurdistan a Kamûran Bedirxan a di 1937'an de li Elmanyayê tê weşandin navê Fata Reş derbas dibe û pesnê wê tê vedan. Padîşah ji Fata Reş pirs dike û wiha dibêje:"Jineke weke te leheng çawa bi tirkî nizane? Fata Reş dibêje padîşah ger te bi kurdî bizanibûya wê demê hewce nedikir ku hûn bi tirkî bizanibin." Ji vê gotinê jî diyar dibe ku Fata Reş bi nirxên xwe yên civakî û neteweyî girêdayîye. Jin wexta nirxên xwe yên civakî biparêze wekî ku nasnameya xwe biparêze û dev ji hebûna xwe bernede.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.