Reşîdê Kurd

Çarşem 5 Tebax 2026 - 17:00

  • Reşîdê Kurd yek ji şexsiteyetên giranbiha ye. Ew bi nivîs, sekin û xebatên xwe derdikeve pêş. Di nava gelek xebatan de cihê xwe girt û bû yek ji mînakên kesayeteke taybet.

 

Reşîdê Kurd (1910-1968) yek ji nivîskarên Kurd e ku di tevahiya jiyana xwe de gelek zehmetî, îşkence, zilm dîtiye. Ew wekî siyasetmedarekî Kurd jî tê nasîn. Hinek gotar û wêneyên Reşîdê Kurd li Ermenistanê di hin çavkaniyên Kurd ên Sovyeta berê de hatine weşandin. Gotara  ji hêla Egîtê Xudo ve hatiye nivîsandin, di Rêya Teze de jî hatiye weşandin. Xebatkarê rojnameyê û nivîskar Egîtê Xudo birayê dîroknas Şekroyê Xudo ye. Di vê gotarê de, ku di rastiyê de ji bîranînên wî pêk tê, Egîtê Xudo behsa rojên xwe yên li Êrîvanê bi Reşîdê Kurd re di sala 1966an de dike.

Reşîdê Kurd bi xebatên xwe yên rêzimanî yên li ser zimanê kurdî tê naskirin. Reşîdê Kurd di sala 1910an de li gundê Rewşatênavçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik dibe. Ew xwendina xwe li Dêrikê û salekê jî li Qaonyayê temam dike. Piştî qedandina xwendina mamostetiyê ya sala 1930 bi çend mehan tê girtin lê piştre ji girtîgehê direve.

Reşîdê Kurd jî mecbûrî sirgunê dimîne. Di 1940’î de derbasîSûriyeyê dibe û piştî demekê li Amûda Rojavayê Kurdistanê bi cîh dibe. Reşîd Kurd xwediyê zanîneke mezin bû. BiKurmanciyeke dewlemend diaxivî. Wî di nava gelek xebatan de cihê xwe girt û bû yek ji mînakên taybet.

Reşîdê Kurd di sala 1949’an de bi nexweşiya kezebê dikeve û nexweşî her diçe giran dibe. Berî koça dawî bike dibêje: "Pir kar û barên min hene ku ez bikim, min ew hê nebirine serî. Na gerek ez niha nemirim. Gerek ez vegerim baxçeyên Dêrikê ku min ji mêj ve bêriya wan kirine, paşê bila mirin were.”

Reşîdê Kurd helbestên xwe mîrateyek li dû xwe hişt. Bi pirtûka xwe ya “Ez” jî dîrokek li dû xwe hişt. Reşîdê Kurd di 20’ê Kanûna sala 1968’an de jiyana xwe ji dest dide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.