32 salên berxwedana Mexmûrê; ji koçberiyê ber bi vegerek bi rûmet (I)
Çarşem 26 Tebax 2026 - 18:00

- Di beşa yekem de emê behsa sedema koçberbûna ji Bakurê Kurdistanê ya xelkê wargehê bikin, ji ber çi şêniyên wargeha Mexmûrê ji gundên xwe derketin, çima neçarî koçberiyê hatin kirin?
Ew ji ber zilm û zordariyê, ji bo ziman, çand û nasnameya xwe penaber bûn. Piştî 32 salên penaberiyê, dem hatiye ku ji bo penaberên li Mexmûrê, vegerek bi rûmet were mîsogerkirin. Ji wargeha yekem ya Bihêrê heya Mexmûrê, çîroka tije êş û berxwedanê ya 8 waran. Îro bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, penaberên Mexmûrê li benda banga Rêber Abdullah Ocalan’in. Yan vegerek bi rûmet, yan heya dawî têkoşîn! Gelo wê penaberên Mexmûrê çawa vegerin?
Eger ji warê xwe derneketiban wê çi bi serê wan hatiba, gelo wê îro bêyî wan têkoşîna azadiya gelê Kurd di çi astekê de ba? Ji bo çi neçarî koçberkirinê bûn, ji bo çi dev ji warê xwe berdan, kê wan mecbûrî koçberkirinê kir? Çima berê xwe dan Başûrê Kurdistanê, tişta wan hêvî dikir û ya çêbûyî çibû? Tevî ji Bakurê Kurdistanê derketin jî, çima êrişî wan hate kirin, çima 8 warên tije êş û berxwedan guherandin? Çima li bin çiyayê Qereçoxê, li çola hatî jibîrkirin, li Mexmûrê bicih bûn? Bi banga Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, wê xelkê penaber piştî 32 salan çawa vegere? Şert û mercên wan, daxwazên wan çine?
Berxwedanek bê hempa, çîrokek tije êş û têkoşîn, hêvî û bendewariya vegerek bi rûmet. Belê ev çîroka penaberên li wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bicih bûne ye.
Emê divê rêze dosyaya xwe de hewl bidin bersiva pirsên jor bidin. Emê di rêze dosyaya xwe de serdema pêvajoya penaberên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bigirin dest, emê ji roja ewil heya Mexmûrê, bi giştî sedem, êş û berxwedana 8 warên ku xelkê Mexmûrê guhertiyî, yek bi yek bi were parve bikin. Emê agahiyên ku xelkê wargehê dane me û bi xwe şahidiya bûyeran kirine, bi were parve bikin. Rêze dosyaya me ji 6 beşan pêktê.
Beşa 1
Di beşa yekem de emê behsa sedema koçberbûna ji Bakurê Kurdistanê ya xelkê wargehê bikin, ji ber çi şêniyên wargeha Mexmûrê ji gundên xwe derketin, çima neçarî koçberiyê hatin kirin?
Çima hatin koçberkirin?
Bê guman bersiva vê pirsê di nava mejiyê hemû kesê de kêm zêde tê zanîn, lê gelo sedema sereke ya koça ber bi Başûrê Kurdistanê ve çibû? ev girînge. Ji wan re gotin, ‘biçin Bakurê Iraqê’ Ev hişmendî ya dewletekê bû, ev hişmendî bû sedema koça bi hezaran Kurdan, bû sedema bi hezaran gund werin şewitandin, bû sedema talan, malwêranî û komkujiyan.
Di salên 90’î de dewleta Tirk dest bi şewitandina gundên Kurdan kirin, dest bi komkujiyan kirin û ev yek bû sedema koça bi hezaran kes. Di wê demê de tevgera gerîlayên azadiyê hebû, herwiha li hemberî siyaseta qirkirinê serhildanên gel pêş diketin. Lê li hemberî vê berxwedan û daxwaza gel, siyaseta cerdevaniyê û şewitandina gundan, girtin û êşkence kete meriyetê. Gel çetetiyê qebûl nekir, ji ber çetetî bira bi bira dida kuştin. Dewletê çeteyan dijî tevgera azadiyê, welatparêz û Kurdan bi xwe bikardianî. Lewma dijî van polîtakayan bi hezaran Kurdan berê xwe dan metrepolên Tirkiyeyê, gelek çûn welatên Ewrupayê. Lê bi hezaran jî ku piraniya xwe ji Herêma Botanê pêkdihatin, berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Ji nişka ve reviyan, ji ber komkujiyê reviyan, dem ji bo wan hatibû diyarkirin, eger derneketiban wê bi ser wan de bombe barandiban.
Derbarê sedema koçberiya xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de Mamosta Hiseyn Kara ku bi xwe ji roja ewil heya roja îro, di nava vê civaka li Mexmûrê de jiyan dike, şahidiya piraniya bûyeran, êriş, êş û berxwedanê kiriye ji ajansa me re axivî.
Mamosta Hiseyn Kara ji bo me sedemên sereke ên koçberkirina şêniyên li wargeha Mexmûrê vegot.
‘Bi darê zorê hatin koçberkirin’
Li gorî Hiseyn Kara sedema koçberiya şêniyên Mexmûrê, polîtîkaya dewleta Tirk ya li hemberî pirsgirêka Kurd, çareseriya wê ya li ser bingeha tundî û leşkerî bû. Kara dibêje; ‘‘Dewletê xwest pirsgirêka Kurdan bi rêya leşkerî çareser bike, ji ber vê amûrên wê ketin dewrê. Ev amûr tundî bû. Li hemberî welatparêzan hizbulah, kontra û jîtem avakirin, Kurdan qetilkirin, avêtin bîran de, asît bi wan de kirin. 4 hezar gund valekirin, xwest li van gundan sîstema çetetî ava bike û li hemberî tevgerê bikarbîne. Ev gel qebûl nekir çek rake û biçe li hemberî zarokên xwe bikarbîne. Piştî gel çetetî qebûl nekir, dewletê şidet bikaranî. Yanî dewlet bi xwe vî miletî da koçberkirin.
Dewletê got ku hunê gundê xwe berdin, hunê biçin Iraqê, liwir dewletek Kurdî heye û herin wir. Weke adres Herêma Kurdistan nîşan da. 15’yê Nîsana sala 1994’an rayedarên dewletê ev daxuyanî ji gel re kirin. Ev gel bi darê zorê hate koçberkirin. Dewletê zozanan li me qedexekir, nehêla kes cotkarî bike, jiyan nehêla. Gel dikarî berê xwe bide metrepolên Tirkiyeyê, lê heman polîtîka liwan deran jî hebû, çewisandinek mezin hebû. Lewma tenê çareyek hebû ew jî rev bû, ev gel ji bo rumeta xwe biparêze, ji gundê xwe derketin û koçber bûn.’’
IDRÎS KARA
Sibe-Beşa 2
Penaberên Mexmûrê piştî ji gundên xwe derketin, berê xwe dan kuderê? Cara ewil li kîjan wargehê bicih bûn? Şert û mercên kampa ewil çawa bûn, kî li wan xwedî derket, cara yekem çawa statûya xwe ya penaberên siyasî bi dest xistin? Emê di beşa duyem de behsa van mijaran bikin.







