Kurd dikarin dev ji zimên berdin ? (1)
Sêşem 1 Îlon 2026 - 17:00

- Bi salan e ku polîtîkayên asîmîlasyonê li dijî gelek daxwazên Kurdan hatine sepandin; lêbelê, daxwazên Kurdan ji bo ziman, çand, nasname û mafên siyasî ji holê ranebûne, lê belê bêtir xuya bûne. Îro, daxwazên Kurdan bi mafên çandî yên sembolîk ve sînordar nînin. Kurd dixwazin li ser erdnîgariya xwe hebin, bi azadî bijîn û zimanê xwe di perwerde, tenduristiyê, rêveberiyên herêmî, parlementoyê, li kolanan û li malê de bikar bînin.
Şîyana xweîfadekirina azad; bê fikar, bê tirs ji darizandin an jî şaşfêmkirinê axaftin û di hemû warên jiyanê de, nemaze di qada giştî de, bi zimanê xwe hebûn, mafekî bingehîn e. Zarokek ku di rêya xwe ya ber bi dibistanê ve ewle hîs dike, nexweşek ku dema wergirtina lênêrîna tenduristiyê karibe xwe bi tevahî îfade bike, rêwîyek ku bi zimanekî ku ew fêm dike agahdariya li ser ewlehiya xwe digihîne, an welatiyek ku li postexaneyê, li qaymeqamtiyê, bankê û şaredariyê bi zimanê xwe alîkariyê werdigire ev nîşaneyên berbiçav ên hemwelatîbûna wekhev di jiyana rojane de ne. Û tenê rêya misogerkirina pêkanîna wan a bênavber ew e ku naskirin û entegrekirina ziman di hemû waran de were çalakkirin û hêsankirin.
Ji ber vê yekê, ne pêkan e ku daxwazên Kurdan ên derbarê mafên wan ên zimanî, çandî û siyasî, nemaze zimanê wan ê dayikê, tenê bi perspektîfa nîqaşên siyasî yên serdemek diyarkirî werin çareserkirin. Divê ev daxwaz bi ezmûnek dîrokî ya ku zêdetirî sedsalekê dirêj dibe, ku bi polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û dûrxistinê ve hatî nîşankirin, werin nirxandin. Qedexekirina Kurdî di qada giştî de, cezakirina axaftvanên Kurdî, koçberiya bi darê zorê, valakirina gundan, sirgûnkirin û binpêkirinên mafên mirovan ên giran hêmanên girîng ên paşxaneya dîrokî ya pirsgirêka Kurd in. Awayê ku ev hemû neheqî ji hêla dewletê ve hatin rewakirin, parastina pergalek hiqûqî ya yekgirtî bû.
Ji ber vê yekê, ne pêkan e ku nerazîbûnên Kurdan di demên berê de kirine û daxwazên mafên ku ew îro tînin ziman, ji vê çarçoveya dîrokî serbixwe werin nirxandin. Ziman, çand, têkiliya bi axê re û mafê jiyanê pêkhateyên neqetandî yên vê têkoşînê ne. Îro ji Kurdan re gotin ku ew tenê dikarin zimanê xwe li malê an jî di jiyana xwe ya taybet de bikar bînin; sînordarkirina qada giştî, perwerde, rêveberiyên herêmî û deverên din bi nêzîkatiyek yekzimanî tê wateya berdewamiya polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku di demên berê de bi awayên cuda hatine bicîhkirin. Her gavek ku îro ji bo aştiyê tê avêtin û her dengek ku ji aştiyê tê hêvîkirin wekî mizgîniyek vê guhertinê tê şopandin. Aştiya ku Kurdan ji destpêka komarê ve ji bo wê têkoşîn kirine, bi azadiya ziman, statuya ziman, jiyana azad a li ser axa xwe, diyarkirina qada jiyana xwe re têkildar e; ew bi rizgariya jinan, jiyanek ekolojîk, azadiya xwezayê re têkildar e. Bi kurtasî, bi demokrasiya rastîn re têkildar e.
Di vê nuqteyê de, girîng e ku meriv fêm bike ka têgeha entegrasyona demokratîk çawa divê were şîrovekirin. Entegrasyona demokratîk nayê wê wateyê ku nasnameyên cuda di nav nasnameya serdest de têne kişandin, nayên dîtin, an jî dev ji bêhempabûna xwe berdidin. Berevajî vê, ew behsa rêzek siyasî û civakî dike ku tê de nasnameyên cuda dikarin bi ziman, çand û hebûna xwe ya civakî bi wekhevî beşdarî jiyana giştî bibin. Bingehek bi rastî demokratîk ku tê de Kurdek Kurd e, Ermenek Ermenî ye, Elewî Elewî ye û Roman jî Roman e…
KOVARA JINÊ / ŞUKRAN DEMÎR







