32 salên berxwedana Mexmûrê: Ji koçberiyê ber bi vegerek bi rûmet
Yekşem 30 Tebax 2026 - 17:00

- Çola Mexmûr û di nava wê çolê de avek ya germavê. Her kes matmayî mabû, ev gelê ku ji zozanên Bakurê Kurdistanê hatine, ji gundên xwe yên weke cenetê derketine, wê çawa li nav vê toz û germahiyê bijîn.
Di pêvajoya li wargeha Mexmûrê bicih bûn de, gelek êş û zehmetî kêşan. Di bin wê germa havînê de, dibin serma û seqemek hişk ya çola Mexmûrê de, li hemberî zext û gefan, jiyanek nû avakirin. Lê li Mexmûrê jî weke wargehên din gef li wan hate xwarin, ambargo danîn ser wan û hatin dorpêçkirin.
Penaberên herî dawî ji Nehdaran derketin, berê wan dan çola Mexmûrê. Belê ew li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya li quntara çiyayê Qereçox a di nava sînorên navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Musilê de ye, hatin bicihkirin.
Çola Mexmûr û di nava wê çolê de avek ya germavê. Her kes matmayî mabû, ev gelê ku ji zozanên Bakurê Kurdistanê hatine, ji gundên xwe yên weke cenetê derketine, wê çawa li nav vê toz û germahiyê bijîn.
Belê ev gel di 25’ê Nîsana 1998’an de li çola Mexmûrê hatin bicihkirin. Bi giştî di nava 4 rojan de hemû penaber ji Nehdaran derbasî Mexmûrê bûn. Dibin wê germa havînê de, ne avek hebû, ne jî sihberek hebû biçin ber. Avek germavê hebû ku kesê nedikarî ji bêhna kifrîtê biçe ser. Lê xelkê penaber neçar ma ew ava germavê vexwe. Penaberên ji Bakurê Kurdistanê koçkirine, neçar man li Mexmûrê jî warek nû bidin avakirin. Lewma her çend malbatan dîsan çadirek, naylonek danîn û dibin wê germa havînê de man. Zorî û zehmetiya ewil ya li wargehê nayê pênasekirin, çi were gotin kêm dimîne.
Yekem şehîda penaberiyê
Xelkê penaber li Mexmûr bicih bûn û hema bêje piştî mehekê, yekem şehîda xwe ya ji ber zor û zehmetiyên jiyanê da. Belê di 22’yê Gulana 1998’an de zaroka 5 salî ya bi navê Nûjîn Sîdar, 5 rojan winda bû. Piştî 5 rojan Nûjîn a 5 salî mirî hate dîtin. Belê ew yekem şehîda wargeha Mexmûrê bû. Ew ji bê aviyê, ji ber çol û germahiyê jiyana xwe ji dest da. Lewma niha goristana wargehê ya ku bi sedan penaber têde hatine veşartin, navê wê Goristana Şehîd Nûjîn e.
Bi demê re xelkê penaber li Mexmûrê dest bi çêkirina warek nû kirin. Ji kerpîçên axê, li ber ava germavê, hêdî hêdi xaniyên ji herî çêkirin. Bi jiyanek kolektîf dest bi avakirina warê xwe kirin. Mal hatin çêkirin, sazî hatin avakirin, dibistan vebûn û weke hemû wargehên din ev gel carek din berxwedanek bê hempa dijî zorî, zehmetî û êrişan nîşan dan.
Êrişa bi destê DAIŞ’ê
Heya sala 2014’an tevî gelek zext li ser wargehê hebûn, lê ev gel jiyana xwe domand û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê raxist ber çavê her kesê. Lê livir jî jênegeriyan. Di sala 2014’an de vê carê çeteyên DAIŞ’ê êrişî wan kirin. Çeteyan xwestin li wargehê komkujî pêkbînin û wargehê bi daxwaza gelek hêzên derve bidin valekirin.
Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Suriye û Iraqê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, beramberî êrişek muthemel tedbîr hatin girtin. Di çarçoveya van tedbîran de Şêniyên wargehê ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin. Di 7’ê Tebaxê de jî çeteyan êrişî wargehê kirin. Li ser vê yekê Hêzên Parastina Wargehê û gerîlayên HPG’ê ku piştî êrişa li ser Şengalê ji bo parastinê hatibûn herêmê, berxwedanek mezin nîşan dan. Di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin.
Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê hat rizgarkirin. Bi vî rengî metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû. Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûbû Mexmûrê û spasiya gerîlayan û xelkê wargehê yên ku DAIŞ’ê şikandin, kiribû. Piştî wê li herêmê atmosferek germ ya yekitiyê ava bibû. Lê ev yek zêde dom nekir.
Bersiv bû ambargo!
Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.
Piştî dewleta Tirk û PDK’ê rê li xelkê Mexmûrê girt, kete nava hewldanên wargeh valekirinê. Bi gelek rêyên cûr be cûr xwestin wargehê vale bikin û îradeya xelkê wargehê bişkînin. Ya balkêş ew bû ku çi cara êrişek li ser wargehê çêdibû, saziyên girêdayî PDK’ê, êrişên dewleta Tirk rewa didan nişandan û xelkê wargehê dikirin hedefa êrişan. Lê penaberên Mexmûrê bi berxwedanek xurt li ber xwe dan û heya roja îro li ber xwe didin.
Yekem hewldana têlkirinê
Di 27’ê Kanuna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve danê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya û nehêlan Iraq derdora wargehê têl bike.
Carek din hewla têlkirinê
Di 20’ê Gulana 2023’yan de carek din leşkerên Iraqê danê siharê hewl dan bikevin wargehê û li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û bircan danin. Xelkê ku bi berxwedana xwe tê nasîn, carek din rabû ser xwe û li ber hewldanên dorpêçê rawestiyan.
Di heman roja yekem de ango 20’ê Gulanê de, leşkeran vê carê raste rast gule berda xelkê wargehê, di encama êrişê de ciwanek birîndar bû. Vê carê xelkê wargehê bi hêrstir bû. Dema hêza Iraqê hêrsa gel dît, neçarma serî li rêyên diyalogê bide.
Wargeha Mexmûr ku dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî deye, tevî hemû êrişan jî deng ji Neteweyên Yekbûyî derneket. NY di salên dawî de ti alîkariyek raber nedikir û dijî hemû êrişên ser Mexmûrê bêdengiya xwe diparêze.
Ji 20’ê Gulanê ve hêzên Iraqê her siharê û êvarî diketin nava liv û tevgerê, lê her carê berxwedana xelkê wargehê didîtin. Xelkê penaber 16 rojan berxwedanek bê hempa nîşan dan. 16 rojên berxwedanê, carek din ispatkir ku xelkê wargeha penaberan ti carî serî li tirsandin, xiyanet, zordarî û êrişan natewîne. Ispat bu ew ji bo bidestxistina mafê xwe têdikoşin. Di roja 16’an de ku konên berxwedanê hatin rakirin.
Bê guman ev çiroka tije êş û berxwedan tenê çend rêzekin, eger em behsa çirok, êş, zorî û zehmetî, têkoşîna penaberên li Mexmûrê bikin, wê ti rûpelek têrê neke.
IDRÎS KARA- ROJNEWS/MEXMÛR
Sibe beşa 5
Emê sibe behsa êrişên dewleta Tirk yên bi balafirên şer û balafirên bê mirov bikin. Dewleta Tirk dijî wargeha Mexmûrê kengê dest bi êrişên hewayî kir, çend caran êriş çêbûn, di encama êrişan de çend kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.














