Divê armanc azadî be!

În 18 Cotmeh 2024 - 02:40

Wê di 20’ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê werin kirin. Di vê derbarê de Endama Koordînasyona Meclisa Îştar ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Songul Guler û mamostayê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn ya Wargeha Mexmûrê Mele Şirîn Çetîn ji axivîn. Songul Guler di axaftinên xwe de bal bire ser hilbijartina 20’ê Cotmehê û got:“Em dibînin îro li Rojhilata Navîn şerekî germ ku her ku diçe dijwartir dibe, heye. Di nava vî şerê ew qas giran de hilbijartina ku li Başûr tê kirin helbet ne hilbijartinekî ji rêzê ye. Li Başûrê Kurdistanê du xet hene; yek xeta berxwedanê ya ku xwe dispêre pêvajoya raperînên salên 60-70’an ku li Başûr wekî çandekê heta roja me ya îro hatî heye. Ya duyem jî, xeta xiyanetê ya ku li Başûr di kesayeta hinek hêzan de xwe sazûman dikin. Ji bo vê jî divê em wek gelê Kurd bi taybet wek gelê Başûr, van her du xetan baş bizanibin. Pêwîstiya gelê Başûr bi jiyanekî demokratîk, ekolojik û azadîxwaziya jinê heye. Namzetên ku li Başûr bûne ber endam, pêwîste xebat û polîtîkaya wan topyekûn li ser bingehê parastina jin, ciwan, xak, xweza, netew û gelê Başûr be.”

Her wiha Mamoste Mele Şirîn jî wiha peyîvî: “Divê em yekî ku bikaribe zarok û berjewendiyên me biparêzin, her wiha yekî ku bikaribe li xwîna şehîdên me xwedî derbikeve hilbijêrin. Pêwîste em li xwîna şehîdên xwe yên ku gotine ‘yan Kurdisatn yan jî neman’ xwedî derbikevin. Eger em ji ber berjewendiyên take kesî û malbatî dengên xwe bidin hinek kesên dewlemend, kesên ku me bifiroşin yan jî em firotine, ev bê exlaqiya herî mezine. Ji bo vê ez wekî mamostayekî bang li hemû gelê Kurd dikim ku ev roj roja rûmetê ye, roja xwedîderketina li kesayeta xwe û pêkanîna daxwazên şehîdane. Ji bo vê ya herî rast ewe ku em bikaribin wekî gelekî serbilind, li xwîna şehîdên xwe xwedî derbikevin û em ji dagirkeriyê re bêjin Na!”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.