32 salên berxwedana Mexmûrê: Ji koçberiyê ber bi vegerek bi rûmet (VI)

Sêşem 1 Îlon 2026 - 16:30

  • Bedran Pîran; ‘‘Berê jî gelek hewldan çêbûn, lê eger vegerek me çêbibe, divê vegerek bi rûmet be. Divê li ser bingeha garantiya parastina ewlekariya vî gelî veger çêbibe, lewma divê hemû şert û merc bên mîsogerkirin.”

 

Niha çav li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke, wargeha Mexmûr di kûdera pêvajoyê de cih digire? Xelkê wargehê dixwaze vegere yan na? Hevserokên Meclisa Gel a Mexmûrê li ser vegera wargehê û hewldanên qutkirina wargehê ji pêvajoyê çi dibêjin? Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo wargehê de çi got? Wê penaberên Mexmûrî di çi şert û mercan de vegerin?

Penaberên li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 32 salin ji warê xwe hatine derxistin, ji roja ewil heya niha dijî, zilm, zordarî, asîmîlasyon, êrişan û ji bo çand, nasname û zimanê xwe berxwedanek bê hempa dimeşînin. Emê divê beşa rêze dosyaya xwe ya beşa 6’an û dawî de, behsa peyama Rêber Apo ya ji bo xelkê wargehê bikin. Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo wargehê de çi got?

Herwiha emê helwesta nûnerên xelkê wargehê ya ji bo vegerê bi were parve bikin. Gelo penaberên Mexmûrê dixwazin vegerin yan na? Helwesta wan çiye û çi daxwazên wan hene? Me bersiva van pirsan ji hevserokên Meclisa Gel a Mexmûrê Hazar Nerexî û Bedran Pîran wergirtin. Hevserokên wargehê li ser vegerê çi dibêjin û li benda çi ne?

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo penaberên Mexmûrê, di 8’ê Tebaxa 2025’an de ji bo xelkê wargehê hate xwendin. Peyam ji aliyê gel ve bi coşek mezin hate pêşwazîkirin û bû sedema coş û xûrûşek cûda. Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo Mexmûrê de xwest penaberên Mexmûrê bi awayek kolektîf vegerin.  

Nameya Rêber Apo ya ku di 8’ê Tebaxa 2025’an de ji bo penaberên wargehê hatibû xwendin wiha ye;

“Ji bo gelê Mexmûrê yê hêja;

Ez silavên xwe yên germ ji bo hemû xelkê me yê li Mexmûrê dijî re dişînim. Xelkê me yê Mexmûrê di dîroka têkoşîna me de roleke pir girîng lîstiye û bûye xwediyê cihekî pir bi nirx. Ruxmî hemû zehmetiyan jî, bi pratîka xwe nîşan daye ku berxwedan jiyane û qehremanên mezin derxistine û barê têkoşînê yê giran bi awayek serkeftî hilgirtiye ser milên xwe. Îspat kiriye ku şert çi dibin bila bibin, jiyana azad ji ser her tiştî re ye. Û bûye xwediyê sekin û kedek layiqî gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd.

Ez di wê baweriyê de me, xelkê me yê Mexmûrê çawa ku berê bû stûna bingehîn ya têkoşîna me, di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng. Wekî hêza dînamîk ya vê pêvajoyê, bûyîna xwedî berpirsyarî û pêşengtî kirin, pêwîstiya mîrasa wan ya têkoşînê ye. Xaleka hevdîtînên me jî li ser rewşa xelkê me yê Mexmûrê ye. Bêgûman bi pêşketina pêvajoyê re vegera wan a ser xaka xwe wê çêbibe. Lê belê pêwîste were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Emê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.

Di derbarê yên li Mexmûr, yên Ewropa û tevahî yên penabertiyê de wiha difikirim: Vegera hemûyan wê kolektîf be û erdnîgariyê emê hilbijêrin. Dixwazin vegerin? Em wisa hesab bikin ku nîv bi nîv dixwazin vegerin. Divê em vegerê kolektîf bifikirin. Di vê çarçoveyê de silavên min li Mexmûrê bikin.

Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan silavên xwe û hezkirinên xwe yên kûr û bêdawî ji tevahî gelê Mexmûrê re dişînim.”

Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo wargehê de dibêje, bi pêşketina pêvajoyê re wê vegera penaberên Mexmûrê a ser xaka xwe wê çêbibe. Lê belê pêwîste were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Rêber Apo di peyama xwe de dibêje divê penaberên li Mexmûrê bi awayek kolektîf vegerin.

Lji ser mijarê û helwesta penaberên Mexmûr ya ji bo vegerê, hevserokên Meclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Hazar Nerexî û Bedran Pîran ji me re axivîn.

‘Em parçeyek ji pêvajoyê ne’

Hevseroka Meclisa Gel Hazar Nerexî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew weke wargeh parçeyek ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkin. Hazar got ku ew 32 salin di penaberiyê dene, çîrokên dem dirêj, bedelên giran biha hatine dayîn û wiha pêde çû; ‘‘Têkoşîna me dewam dike, me dîrok nivîsandiye, em dixwazin ev ked û bedelên hatine dayîn, di pêvajoyek wiha de bi encam bikin. Ji ber me di penaberiyê de penaberî jiyan kir, lewma eger vegerek çêbibe wê ne vegerek hêsan be.’’

Hazar Nerexî balkêşa ser banga Rêber Apo û got; ‘‘Weke Rêber Apo dibêje, divê vegera me komînal be. Ji ber jiyana me niha hemû komînale, dibe ku em her yek ji gundek hatibin, lê em niha hemû yek deng û yek rengin.’’

‘Ziman û çanda me divê bibe qanûn’

Hazar di dewama axaftina xwe de mînaka xwendevan û dibistanên wargehê da û got; ‘‘Em bi zimanê dayikê mezin bûne, eger vegerek çêbibe, wê xwendevanên me perwerdeyek çawa bibînin? Gelo wê rewşa van xwendevanan di dema vegerê de çawa be? Divê ji bo zimanê dayikê, nasname û çandê bingehek were avakirin. Eger di qanûnê de ev tişt pêşnekevin, wê vegerek çawa çêbibe? Ji ber ku ev 30 salin em ji bo nasname û çanda xwe têdikoşin, lewma em weke ku dewlet bixwaze venagerin.’’

‘Em li benda banga Rêber Apo ne’

Hevseroka Meclisa Gel Hazar Nerexî bi kurt û kurmancî şertê vegerê wiha ravekir; ‘‘Emê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo vegerin. Em li benda banga Rêber Apo ne, daxwazên me wê li ser daxwazên Rêber Apo bin.’’

Hazar behsa egera hewldanên qutkirina wargehê ji pêvajoyê jî kir û got; ‘‘Ji roja ewil ya penaberiyê ve hewldanên belavkirina me hene, eger bixwazin me ji vê pêvajoyê qut bikin, wê bi sernekevin. Me ji bo vê gelek zorî dîtine, em ji zext û êrişên derûnî ne xerîbin, kî çi dibêje bila beje, ji bo me ne girînge. Eger Iraq, PDK û dewleta Tirk li ser me di nava xwe de lihev werin û hevpeymanek jî ava bikin, wê bandora xwe li ser me çêneke. Ji ber me gelek êş kêşaye, em fêrî jiyana têkoşînê bûne. Em dizanin li ser kîjan xetê bimeşin. Îro eger derdora me hatibe girtin, rêyên me hatibin girtin, xwendevanên me nekaribin biçin zanîngehê, karker bi zorê diçin kar, tevî vê seknek me heye. Ev îrade rêbertî daye me. Em xwedî armancin, lewma mafê me heye ku em di qanûnê de cih bigirin. Em heya niha jî li benda Rêber Apo ne, Rêber Apo li ser kîjan bingehî ji bo wargehê bang bike, em amadene.’’

Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bedran Pîran jî li ser heman mijarê, helwesta xelkê wargehê ya ji bo vegerê vegot.

‘Wê vegerek siyasî be’

Bedran Pîran da zanîn ku wargeha wan, wargehek siyasiye, 32 salin penaber bûne, ji hemû tiştê xwe bê par bûye û wiha pêde çû; ‘‘Ji xwe Rêber Apo di peyama xwe de got divê vegerek kolektîf be. Eger veger bikeve rojevê jî, wê li ser esasê siyasî be. Em 32 salin di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî dene û penaberên siyasî ne, lê ya ku me livir hêlayî, berxwedan û rêxistinbûyîna me ye.’’

Pîran di dewama axaftina xwe de got ku livir çandek heye, dema vegerek çêbibe, divê heman çand li wir jî bidome û dibêje; ‘‘Divê dewleta Tirk di aliyê qanûnî de mafê me dabîn bike. Wek mînak, xwendevanên me ên zanîngehê hene, divê mafê wan were nasîn.’’

‘Vegerek bi rûmet’

Bedran Pîran jî weke Hazar Nerexî got ku eger hinek alî hewl bidin wargehê ji pêvajoyê bidin qutkirin, ew qebûl nakin û got; ‘‘Berê jî gelek hewldan çêbûn, lê eger vegerek me çêbibe, divê vegerek bi rûmet be. Divê li ser bingeha garantiya parastina ewlekariya vî gelî veger çêbibe, lewma divê hemû şert û merc bên mîsogerkirin. Yan nexwe weke din veger wê zehmet be. Eger aliyên cûda bikevin nava hewldanên cûda jî, ji xwe berxwedana vî gelî diyare û em qebûl nakin.’’

Encam

Me di vê rêze dosyaya xwe de xwest bi kurtî jî be, behsa sedema penaberiya şêniyên li wargeha Mexmûrê û di egera vegerekê de, wê rewşa Mexmûr çawa be û çi dixwazin bikin. Bê guman çîroka penaberiya wan dûr û dirêje, mirov nikare bi çend dosyayan vê bîne ser ziman.

Lê weke di beşa ewil û dawî de jî tê dîtin, ev gel ji aliyê dewletê ve bi darê zorê hatiye koçberkirin, niha jî ku vegerek çêbibe, dixwazin bihevre vegerin. Her wiha dixwazin vegerek bi rûmet be, hemû pêdawîstiyên wan werin dabînkirin û vegera wan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

ÎDRÎS KARA-ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.