- Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ango Mexmûrê bi hatina betlaneyê re perwerdeya muzîkê dîsa dest pê kir. Zarok û ciwan li Navenda Stêra Zêrîn xwe fêrî lêxistina amûrên muzîkê dikin. Bi vî awayî ji çanda xwe paşve namînin û her tim xwe pêş dixin.
Zarokên Mexmûrê yên ku perwerde beşek esas ya jiyana wan e, di bin sîwana Navenda Stêra Zêrîn de xwe fêrî estûrmanan dikin û çanda xwe pêş dixin. Mamoste û xwendekaran bal kişandin ser perwerdeyê û bang li ciwanên Kurd dikin ku çanda xwe pêş bixin, xwe fêr bikin û bidin fêrkirin.
Bi destpêkirina betlaneya havîn ya dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) re li Navenda Stêra Zêrîn perwerdeyên amûrên mûzîkê tê destpêkirin. Her sal bi sedan zarok û ciwanên wargehê ji bo fêrî lêxistina amûrên mûzîkê bibin, berê xwe didin Navenda Stêra Zêrîn. Îsal jî 150 zarok û ciwanên wargehê li Navenda Stêra Zêrîn li ser bingehê parastin û nirxdayîna çanda gelê Kurd di aliyê amûrên mûzîkê de tên perwerdekirin.
Deng û rengê zarok û ciwanên wargehê di nava Navenda Stêra Zêrîn de keyfxweşiyek mezin dide derûdor. Zarokên bi destên biçûk tembûr, gîtar û erbaneyan hembêz dikin, hêza jiyana mirovan zêde dike. Ji dûr ve jî heskirina wan ya bi hunerê re li ser rûyên wan nîşan dide. Ji ber vê yekê jî me berê xwe da Navenda Stêra Zêrîn û me xwest em van kêliyên xweş yên van zarok û ciwanan bi were parve bikin.
Bi vê mijarê ve girêdayî xwendevan û mamostayên Navenda Stêra Zêrîn behsa hestên xwe kirin.
‘Derfetên di destên me de gelek sînordarin’
Mamosta Çîdem Uren ku ev 2 salin li Navenda Stêra Zêrîn perwerdeya gîtarê dide xwendevanan, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ev 11 salin kar û xebatên çand û hunerê dike û got: “Ev 4 salin taybet di betlana havînê de li Navenda Stêra Zêrîn perwerdeyên amûrên mûzîk, goved û stranan tê dayîn. Îsal hêjmarek zêde xwendevan beşdarî van perwerdeya dibin. Em niha sê mamosta li vir perwerdeya tembûr, gîtar û erbane didin 150 xwendevanan. Rûxmê derfetên di destên me de gelek sînordarin jî lê cardin em hewldidin perwerdeyek serkeftî bidin xwendevanên xwe. Zarok û ciwanên wargehê jî bi kelecanek mezin berê xwe didin vê navendê. Armanca me ew ku em zarok û ciwanên xwe di aliyê çand û hunera gelê Kurd de perwerde bikin.”
‘Em parastina çand û hunera gelê xwe dikin’
Çîdem Uren di dawiya gotinên xwe de da xuyakirin ku perwerdeya li Stêra Zêrîn tê dayîn, wek bingehek tê destgirtin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Piştî xwendevan ji vir mezûn dibin derbazî Akademiya Şehîd Serhed ya di bin sêwana Çand û Hunera Mexmûrê de dibin. Ya ji bo me girîng parastina çand û hunera gelê Kurde. Ji bo em çanda xwe pêşbixin û mezintir bikin, pêwîste me fêrî çand û hunera xwe bibin. Em bang li ciwanên gelê Kurd dikim ku ji çand û hunera xwe paş nemînin, xwe fêr bikin û bidin fêrkirin.”
‘Çeka me amûrên me yên mûzîkê ne’
Mamosta Qeder Apaydin ya ku perwerdeya lêdana erbanê dide xwendevan di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya perwerdê ya ji bo zarok û ciwanan û wiha anî ziman: “Îsal ez perwerdeya erbanê didim zarokên ku tê navendê. Hêjmara xwendevan ya îsal li gorî sala derbazbûyî gelek baştire. Ev jî ji bo me cihê kefxweşiyê ye. Ji ber ku xwendevan gelekin ez bi awayê du koma perwerde didim. Xwendevanên ku du salên xwe li vir diqedîne derbazî Akademiya Şehîd Serhed dibe. Em di nava bêderfetiyan de mezin bûn. Lê îro em bi sedan zarok û ciwanên xwe fêrî amûrên mûzîkê dikin. Ez bang li gelê Kurd dikim ku zarokên xwe di aliyê çanda xwe de perwerde bikin. Zarokên civaka me pêşeroja me ne. Divê pêvajoyê de ya ji me tê xwestin parastina çanda gelê Kurde. Ji ber ku çeka me amûrên me yên mûzîkê ne. Pêwîste em bi amûrên xwe yên mûzîkê ji vê pêvajoyê re bibin alîkar û bersiv.”
‘Ez dixwazim fêrî hemû amûrên mûzîkê bibim’
Herî dawî jî xwendevan biçûk Rihan Ozer jî diyar kir ku ev du salin li Navenda Stêra Zêrîn perwerdeya erbanê dibîn û wiha dibêje: “Ez dixwezim civaka me di aliyê karanîna amûrên mûzîkê de gelek pêşbikeve. Ez dixwazim fêrî lêxistina erbanê û hemû amûrên mûzîkê bibim. Lê gelek amûrên mûzîkê ji bo min mezinin, ji ber vê jî min got ezê destpêkê fêrî erbanê bibim. Dema ez mezin bûm ezê xwe fêrî tembûr û gîtarê jî bikim. Ez gelek bi şansim ku ez Kurd im. Ez bang li zarokên Kurdan dikim ku bila zimanê dayîka xwe fêr bibin û ti carî zimanê Kurdî neyê ji bîr kirin.” JIYAN PÎRAN/MEXMÛR