Krîzên li Rojhilata Navîn
Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:30
Krîz û girêkorkên li Rojhilata Navîn gihiştine wê astê ku çareserî û derbasbûna ji vê bi avakirina jiyaneke watedartir pêkan e. Sedema bingehîn ya van krîzan pergala kapitalist ku bi komployan dixwaze pirsgirêkên civakê kûrtir bike û dest dayne ser.
Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ berga 4’an a bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî balê dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.
Rêber Apo balê dikişîne ser wateya jiyanê û rastiya wê û wiha dibêje: “Wezîfeya bingehîn a zanista civakî rast binavkirin û terîfkirina jiyanê ye. Ji rahibên Sumer û Misriyan heta bi zanyarên civaknas ên pozîtîvîst ên îddîa dikin ku bi karê zanistê radibin, tevî ku maneya jiyana civakî terîf nekirine, li şûna vê wezîfeya herî bingehîn, îfadeyên mîtolojîk ên berevajî û mirovan korfêhmî dikin pêşde birin. Ma ne jiyan heta di çarçoveya civakî de neyê terîfkirin, mirov nikare behsa zanista civakî bike. Tiştekî neyê binavkirin û terîfkirin zanista wî jî nabe ku were pêşdebirin."
Bêguman ev rewş jî di sîstemên şaristaniyan de bi avakirina çeloxwarî ya heqîqetê re têkildar e. Di sîstemên şaristaniyan de ji kêliyên destpêkê heta roja me ya îro, heqîqeta jiyana civakî nehatiye eşkerekirin û tevî vê yekê bi kategoriyên mîtolojî, dînî, felsefî û zanistî bi zêdeyî hatiye berovajîkirin û bi şêweyên çewt hatiye avakirin û vegotina wê hatiye amadekirin. Her wiha, ev vegotin bi huneran hatine cîlakirin.
Min hewl da di beşên cûrbicûr ên parêznameya xwe de, nexasim jî di beşên bi azadiyê re têkildar de bi giştî jiyan, bi taybetî jî jiyana civakî ya mirov, terîf bikim. Li bin rohniya vê bibîrxistinê, li gorî min careke din hewce bû ku di derbarê jiyanê de terîfeke cewherî bikim. Nemaze li Rojhilata Navîn qirkirin, tevkujî û reşkujiyên rojane bi serê jiyanê de tên, min neçar dikin ku ez di derbarê jiyanê de terîfeke asta wê pêşketî û hê bi kûrahî were fêhmkirin, bikim.
Rêber Apo qala texrîbat û ziyanên sîstema kapitalist dike û vê nirxandinê dike: “Li gorî min zirara herî mezin a kapîtalîzmê di tinekirina terîfa jiyanê de ye. Ji vê jî wêdetir, bêbextî û xiyaneta herî mezin bi têkiliya jiyanê ya bi civak û hawîrdorê re kiriye. Em di vê de sîstema şaristaniyê ya li pişta wê, bi qasî wê berpirsiyar e. Tê gotin em di dema herî bi hêz ya zanist û ragihadinê de ne. Lê tevî vê pêşketina awarte ya zanistê, gelekî seyre ku zanist hê jî nikare jiyan û çarçoveya wê ya civakî terîf bike.
ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN