- Endamê Meclisa Ciwanan a HDK'ê Ozgur Garipsazci têkildarî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" da zanîn bangewaziya 27'ê Sibatê ji bo derbaskirina astengiyan gavek e û got:"Ev gavek ji bo hemî gelan a ber bi aştiyek bi rûmet û mayînde ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê, eşkerekirina cihên goristanan, berdana hemû girtiyên siyasî, nemaze berdana Birêz Ocalan û reforma rêveberiya herêmî mijarên bingehîn ên têkoşînê ne."
ROZA METÎNA / AMED
Endamê Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ozgur Garipsazci têkildarî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk", di vir de rola jinan û pêşketinên di vê derbarê de nirxandin kir. Ozgur Garipsazci wiha got:"Di vê pêvajoyê de ji bo parastina destkeftiyên xwe, divê em rêxistinên xwe, ango komun û meclîsan ava bikin. Civaka Demokratîk û Neteweya Demokratîk tenê bi avakirin û yekîtiya komunan dikare pêk were. Bi gotineke din, bang nikare tenê bi danîna çekan were sînordarkirin; divê em ji vê pir zêdetir bifikirin."
Bangewazî gavek aştiyê ye
Endamê Meclisa Ciwanan a HDK'ê Ozgur Garipsazci di destpêkê de bal bir ser wate û girîngiya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" û wiha got:"Ne rast e ku meriv Abdullah Ocalan tenê wekî rêberêkî Kurd nîqaş bike. Abdullah Ocalan roniyê dide ser gelên Rojhilata Navîn, her wiha cîhanê jî. Ew di heman demê de xwediyê nasnameya Rêberê Sosyalîst e. Digel vê yekê, em dikarin bangewaziyê çêtir fam bikin. Bangewaziya ku di 27'ê Sibatê de hatiye kirin, di rastiyê de ji paşxaneyek dîrokî ya pir dirêj derdikeve ku ji nîqaşên heyî wêdetir diçe. Birêz Ocalan li rêyan digere ku têkiliyên di navbera gelên Rojhilata Navîn de ji nû ve organîze bike. Bangewaziya 27'ê Sibatê ji bo derbaskirina van astengiyan tam gavek e. Ev gavek ji bo hemî gelan a ber bi aştiyek bi rûmet û mayînde ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê, eşkerekirina cihên goristanan, berdana hemû girtiyên siyasî, nemaze berdana Birêz Ocalan û reforma rêveberiya herêmî mijarên bingehîn ên têkoşînê ne. Di vê pêvajoyê de ji bo parastina destkeftiyên xwe, divê em rêxistinên xwe, ango komun û meclîsan ava bikin. Civaka Demokratîk û Neteweya Demokratîk tenê bi avakirin û yekîtiya komunan dikare pêk were. Bi gotineke din, bang nikare tenê bi danîna çekan were sînordarkirin; divê em ji vê pir zêdetir bifikirin."
Divê jin li pêş bin
Ozgur Garipsazci bal bir ser girîngiya rola jinan a di pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de û wiha pê de çû:"Piştî banga 27'ê Sibatê sê pêşketinên girîng ên din çêbûn: fesixkirina PKK'ê, merasîma çekşewitandinê û damezrandina komîsyonê. Fesixkirina PKK'ê ji aliyê gelê Kurd û Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê ve bi hestên mezin hat pêşwazîkirin. Ne hêsan e; ew partiyek e ku di nav salan de nirxên bêhejmar afirandiye, şehîdên bêhejmar daye, stranên wan hatine nivîsandin û gotin. Di destpêkê de, mirov nizane çi bifikire. Lêbelê, gava ku mirov perspektîfa Birêz Ocalan fam dike, mirov ji bo serdema nû ya li pêş kelecanî û kêfxweş dibe. Her wiha pir girîng e ku merasîma çekşewitandinê ji aliyê jineke Elewî ya Kurd ve hat birêvebirin. Besê Hozat û hemî gerîla, mîna xwedawendan tev geriyan, di merasîmê de her kes matmayî hişt. Rola Besê Hozat di merasîmê de nîşan dide ku divê jin di pêvajoyê de li ku derê bisekinin. Divê li pêş bin."
Divê guh bide hemû rengan
Ozgur Garipsazci da zanîn divê komisyona hatiye avakirin li hemû rengên civakê guhdarî bike û wiha dewam kir:"Berî her tiştî, damezrandina vê komîsyonê bi xwe pêşketinek girîng e. Bi salan e dewletê xwe ji nîqaşkirina pirsgirêka Kurd a di nav parlamentoyê de dûr dixist. Yan bi înkar û qirkirinê rewşa bêçare kûrtir kir an jî li pişt deriyên girtî pêk anî. Lêbelê, damezrandina komîsyonekê, heta bi navê 'Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasî", nîşan dide ku pirsgirêk niha bi ciddîtir tê çareserkirin. Ev rasterast bi bandora banga 27'ê Sibatê ya li ser civak û siyasetê ve girêdayiye. Lê bê guman, awayê xebata komîsyonê jî girîng e. Ger ev komîsyon ji formalîtebûnê derbas nebe, wê pêşketin jî çênebin. Tiştê ku em jê re dibêjin aştî bi yekalî nabe. Ji ber vê yekê, divê komîsyon guh bide hemî rengên civakê, gilî û gazindan eşkere bike û rê li ber gotina rastiyê veke."
Divê jin tevli pêvajoyê bibin
Ozgur Garipsazci paşguhkirina jinan a di nûnertiya komisyonê de jî wiha şîrove kir:"Hebûna tenê neh jinan a di komîsyoneke 51 endamî de rewşeke nayê qebûlkirin e, ev nîşan dide ku temsîliyeta jinan hema bêje tune ye. Ev tê vê wateyê ku deng, ezmûn û perspektîfên jinan di avakirina aştiyê de wekî girîngiyeke têrker nabînin. Nûneratîya jinan ne tenê meseleyeke kotayan e; ew rasterast bi domdariya aştiyê ve girêdayiye. Jin parêzvanên herî bihêz ên aştiyê ne. Lihevkirinek bêyî perspektîfa jinan wê bê wê wateyê ku pêdiviyên nîvê civakê paşguh dike. Xala girîng ew e ku jin tevli pêvajoyê bibin."
HDK hewl dide civakê rêxistin bike
Ozgur Garipsazci da zanîn ew jî wekî HDK hewl didin ji vê pêvajoyê re xizmetê bikin û wiha bi dawî kir:"Ji destpêkê ve, HDK xwe ne tenê wekî partiyek siyasî yan rêxistinek teng, lê wekî sîwanek fireh ku tê de gel, bawerî, bindest û nasnameyên cihêreng li hev dicivin, pênase kiriye. HDK projeyek Neteweya Demokratîk e. HDK hewl dide ku civakê ji binî ve birêxistin bike. Esasê pêvajoyê bi ruhê HDK'ê re li hev dike. Ji destpêkê ve, HDK bi rêya hevdîtinên bi hemî gel û baweriyên ku li Tirkiyeyê dijîn re aştî û civakek demokratîk pêş dixe. Bê guman, ciwan hewl didin ku vê yekê bikin. Me konferansek bêhempa li dar xist ku me hemî ciwanên sosyalîst li dora rojeva Civaka Demokratîk anîn cem hev. Ruhê pêvajoyê xwerêxistinkirin û têkoşîn e. Neteweya Demokratîk û Civaka Demokratîk avakirina saziyên me ye. Wekî HDK, em vê yekê dikin û em ê bidomînin."